Şanoger: Me bi zimanê qedexe di jêrzemînan de dîroka şanoyê nivîsand

AMED - Hunermenda NÇM'ê û şanoger Rugeş Kirici ku beşdarî 5'emîn Mihrîcana Şano ya Amede bû diyar kir ku wan li qatê jêrzemînan bi zimanê qedexe dîroka avakirina şano nivisand. Lîstikvanê Şanoya bajar a Amedê Yavuz Akkuzu jî diyar kir ku deriyê wan bê mohrkirin jî lîstikên wan nayên mohrkirin.

5'emîn Mihrîcana Şano ya Amedê ku di pêşengiya Şanoya Bajar a Amedê de bi silogna “Nebe temaşeger, ger min ji bîr kir bîne bîra min" di 11'ê Gulanê de dest pê kir û heta 21'ê Gulanê bidome bi lîstikên cuda bidome. Şanoger û hunermenda Navenda Çanda Mezopotamya Rugeş Kirici û listikvanê Şanoya Bajar a Amedê Yavuz Akkuzu der barê mihricanê û xebatên xwe de axivîn. Şanoger Rûgeş Kirici, diyarkir ku di rojên wisa de divê mirov behsa şano bike û got: "Mihrîcana Şanoya Amedê di pêvajoyek wisa de pir giranbuha ye. Tevi hemû şertên neyînî û derfetên tune me mihrîcan pêk anî. Hemû hunermendên ji Şanoya Bajar a Diyarbakir qetiyan û hatin dûrxistin em kom bûn û me Şanoya Bajar a Amedê ava kir. Em ligel derfetên tune îro li hev kom bûn dema NÇM di salên 1991’an de hat avakirin jî şert û merc wisa bûn niha jî wisa ye. Avakirin û afirandin ji bo me çand, huner û helwestek e.

PÊŞKETINA ÇANDÊ BI TÊKOŞÎNÊ PÊŞ DIKEVE

Kirici, anî ziman ku çanda kurdan bi têkoşîna azadiya kurdan re peş dikeve û wiha axivî: "Pêşxistina çand û hunera kurd weki têkoşîna gelê kurd e. Mijara hebûn û tunebûnê ye. Em di neqeba du deriyan dene. Ger ku em tebikoşin emê hebûna xwe geş bikin. Ger ku em rawestin em de tune bibin. Rêya heri girîng a hafiza û parastina dirokê huner e. Divê em hafizaya civakê bi hunerê zindî bihêlin. Hunermendên kurd perçeyekî gel in. Divê êş û şahiyên gel bi awayekî herî baş û rast bînin ziman. Me dit ku em dikarin bi hêza xwe çiqas hunere pêş bixin. Ev mihrîcana gel e. Em kêfxweşiya xwe parve dikin û birînên xwe derman dikin. Her çend şaxên dara hunera me bê jêkirin jî êdi koka wê xurt e. Êdî tovên wê belav bûne. Dema nû NÇM hat avakirin me de jêrzemînan de bi zimanê qedexe çano û huner pêş dixist û ava dikir. Be bi zimanê qedexe diroka şanoya kurd nivîsand. Di dîroka şanoya cîhanê de tiştekî wisa tune ye. Em niha ji dîrokek wisa tên. Me ji tunebûnê xwe ava kir. Zilm û zextên li ser çand û hunerê û li ser têkoşîna gele kurd tê meşandin heman zilm e. Lê îro şanoya me di asta wêroê de ye. Gelek pêş ketiye û mezin bûye. "

ŞANO OLANDANA GEŞEDAN Û RÛDANAN E


Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê ku ji Çetoyê Zêdo heta salên 1990’an dîroka şanoya kurd nivisandiye Yavuz Akkuzu jî 14 salin xebata şanoyê dike. Di listika Qirix de cih digire. Akkuzu, der barê girîngi u wateya şanoya niha de wiha got: "Bêyî ajîtasyon nabe. Jiyanek bêyî şano nabe. Tevî hemû şertên neyînî û derfetên tune em bi şanohezên xwe re hatin cem hev. Şanoya Bajara Amedê olandan û cirûsandina geşedan û rûdanên li herêmê pêş dikevin in. Ev mihrîcana me nişan dide ku êdî zext û astengî nikarin pêşiya me bigirin. Dibe ku kîlitê li deriyê me bixin û dibe ku rê li pêş me bigirin. Lê nikarin şano, lîstik û mejiyê me mohr bikin.Em tu carî dest ji şanoyê bernadin. Em biçin ku em dê li wir şano pêş bixin û geş bikin. Rêyea şanoya me diçe çiya û gundan. Şano li her dere tê lîstin.