‘DAÎŞ tune dike qeyûm winda dike'

AMED - Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin peykerên Lamassus ê serêwî mirov û laşê wî şêr rakir. Peykertiraş Aylîn Tekîner, diyar kir ku feraseta DAÎŞ'ê û îktîdarê heman hişmendî ye û yek tune dike yek winda dike.

DAÎŞ piştî li herêmê pêş ket, gelek warên dîrokî talan kir û wêran kir. Wezîre Karên Hundir Suleyman Soylu piştî ferman da û di 11'ê Îlonê de qeyûm tayînî Şaredariyên kurdan ên DBP'î hatin kirin gelek sazî û dezgehên çand, ziman, civakî, saziyên jinan ên di bin baneyên şaredariyan de xebatê dikin hatin girtin. Piştî Qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin peykerên ku bûne hiş û hafize tune dike. Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin peykerê Lamassus rakir. Qeyûm piştî tayînî şaredariyên DBP'î yên Amed û navçeyên wê hatin kirin heta niha peykerên Roboskê, Ahmet Arif rakirin. Li Cizîrê jî peykerê Orhan Dogan rakirin. Herî dawî niha jî peykerê Lamassus ê ku serê wîmirov û bedena wî şer e bi hinceta "Zerduştiyê" tîne hişê mirovan rakir. Peykertraj Aylin Tekiner, diyar kir ku ev operasyona li herêmê dest pê kiriye ne ji rêzê ye û got: "DAÎŞ û îkdirar dişibe hev.

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê peykerê ku li pêş avahiya Şaredariya Bajarê Mezin ê ku ji şaristaniya Asuran maye û sere mirovan û bedena şêr temsîl dike yê Lamassus bi hinceta "Zerduştiyê" tîne hişê mirovan rakir.

Endama Platforma Hişê Civakî Enstîtuya Lêkolînan a Tirkiyeyê (RIT) ku Navenda we li DYA'ye ye Peykertraş Aylin Tekiner, bal şikand ser polîtîka û seyasta li dijî şand û dîrokê û nirxên civakê.

Tekîner, diyar kir ku li Tirkiye dema peyker tê gotin tenê peykerê Ataturk û bîrdariyên Ataturk di hiş û aqilan de zindî dibe û wiha got: "Beramberî peylker a tirkî peykerê Ataturk tê ber çavan. Di salên 1950’î de ticaniyan dest bi êrîşên Ataturk kirin. Li ser vê yekê ji bo parastina peykerên Ataturk Qanûna Parastina Ataturk hat derxistin. Peşkerê Ataturk di nava civakê de kirin amûrê serdestî û îktîdarê. Bîrdoziya dewletê her dem her dem bi doza faşîzmê pêş ket. Her dem peykerên Ataturk wekî tiştekî pîroz nîşan dan. Gelek peykerên din ên çand û hunerî jî bi hinceta mustehcen (Şerm) e hatin xerakirin û rûxandin. Di her serdemê de li dijî peykeran bêtehamulî çêbûye. Di 28'ê Sibatê de û di destpêka salên 1990’an de Şaredarê Enqereyê yê ji Partiya Refahê Melih Gokçek çawa bû şaredar berî her tiştî peykerê li Qada Tandoganê peykerên Periyên Avê yê hawiz rakir. Ji ber ji estetik û hunerê dûr bû, li şûna hawizê berê peykerê surahî û fîncana avê danî. Bê guman Gokçek ji ber bîrdoziya li pişt xwe bi wêrekî wisa tev geriya. Ji ser amblema Enqereyê fîgurê Tava Hîtîtan rakir û li şûna wê Mizgefta Kocatepe danî. Bi vê yekê bîrdoziya xwe danî şûna wê."

‘BI DESTÊ ÎKTÎDARA SIYASÎ VANDALIYA PEYKERAN DIJÎN

Tenîner ani ziman ku dema li dîrokê dinerin dem dem vê ferasetê xwe nû û zindî kiriye û bê tehamuliya li hemberî peykeran her dem xwe nû kir û heta îro hatiye. Tekiner, da zanîn ku ew çand bûye tiştekî sîstematîk û bi Îslama Siyasî tê terbiyekirin û wiha got: "Dema em dinerin qada civakê her ku diçe biçûk dibe û dijminantiya îktîdara siyasî her ku diçe mezin dibe. Li gorî min nokteya ku wekî pirsgirêka sereke bê aşkerekirin; li Tirkiyeyê tu peykerên cemaweriyê li ser çawaniya xwe ya estetik nayê niqaşkirin. Di qada siyasî de tê asêkirin. Ji ber vê yekê geşedanen ku li welatê travmaya civakî û komkujiyan pêk tên, her dem tune tê hesibandin. Bîrdoziya dewletê her dem ser wan komkujî û travmayên civaki digire. Naxwaze şopa wê jî bimînei. Ji ber vê yekê tu carî destûr nade birdarî û peykerên ku ne ji wê be. Temen û hebûna peyker û birdariyên bêyî biryara îktîdarê tên çêkirin jî dîsa ji aliyê îktidarê ve tê diyarkirin û îktidar kengî bixwaze wan radike. Ji ber vê yekê yê ne ji wê be her tim tê wêdekirin û tunekirin."

DESTPÊKIRINA PÊKANÎNÊN ÎKTÎDARA SIYASÎ YA JI BAJARÊN KURDAN MIROVAN ŞAŞ NAKE

Tenîner, anî ziman ku gelek serhevdî û destkeftiyên Komarê yên ku bên rexnekirin hene, lê mirov nikare wan ji nedîtinê û erzan jî bibîne. Tekîner, da zanîn ku berî Komar bê avakirin hişmendiya kevneperest û statuko hebû û peyker wekî putperetiyê dihatin dîtin. Tekîner, anî ziman ku operasyona hiş berê ji kurdistanê hatiye destpêkirin û ev yek wan şaş nake û wiha got: "Aqiyê vê siyasetê hest û hasatiyetê damara nijadî baş dizane. Dizane dê kengî pêl vê damarê bike. Di serdem û cihê ku girseya mezin nekeve nava fikaran û sorkirinê dest bi hilweşîna peykeran kir. Ev hişmendî peyama 'Gelê kurd nikare peykerê xwe çêke' dide."

DIXWAZE HIŞ WINDA BIKE


Tekiner hilweşîn û rakirina peyker û bîrdariyan wekî operasyon, xerakirin û jêbirina hiş û bîra mirov pênase kir û wiha got: Hişmendiya Senteza Îslama Tirk her tiştê li dijî xwe û li dervê xwe dibîne xera dike û tune dike. Dihêre û davêje. Aqilê Siyasî hemû dewlemendiya dîrok û çanda Anatoliya tune dikeû wêde dike. Wekî ku saz dike nîşan dide û di bin navê çêkirinê de cewher û rastiya wê diguherîne. Ji cewher û eslê wê dûr dixe. Asîlîme dike û mîrateyên arkeooljîk tar û mar dike. Her tiştî wekî malê gawir pênase dike û ji bo disa li paşeroj û rastiya xw-e venegere her tiştî tune dike. Çi tiştê ku rastiya înkar û zilma dewletê tîne ziman ji bo xwe wekî takule dibine. Hemû çand, bawerî û hişê ku rastiyê tîne ziman ji bo xwe talûke û gef dibîne û êrîş dike.

Amed ne tenê mîrateya gelê Amedê ye. Mîrateya gelê cîhanê û mirovahiyê ye. Li pêş Mînareya Çarling kumîrateya cîhanê ye Parazvanên mafên mirovan û kurdan ku gelê kurd pir qîmetek mezin dida wî Tahir Elçi hat qetilkirin. Tahir Elçi xwest bellek û hişê kurdan ê salên 1990’an zindî bihêle û biparêze.
Di riya hiqûqê de bû şopdarê wê û ji ber vê yekê hat qetilkirin. Ji ber vê yekê hişmendiya DAÎŞ'ê û îktîdaraa Hişmendiya Îslama Tirk dişibe hev. Tiştê ku DAÎŞ tune dike îro îktîdara siyasi ku bi polîtîkayên hişmendiya neo-liberal xwe xwedike bu windakirin. Di navbera DAÎŞ'ê û Îkdîdara Îslama Tirk de tu cudahî tune ye. Di encamê de herdu jî tune dikin."

Nuri Akman - dihaber