Atolyeya Ozgun Sanatê ji bo qursan li benda ciwanan e

MÊRSÎN - Ji hunermendên Atolyeya Ozgun Sanatê Ferhat Nas, anî ziman ku ji bo ku ciwan ji her cure xûyên xwe yên nebaş dûr bikevin, riya herî baş huner e û ji bo qursên ku wan nû vekiriye banga tevlîbûnê li ciwanan kir.

Xebatkarên Atolyeya Ozgun Sanatê ya ku li Mêrsînê bi sekneke xwe ya muxalif tê nasîn û wargeha gelek hunermendên li kuçeyan e, li benda her kesî yee ku beşdarî qursên wan ên bê pere bibin. Li Atolyeyê dê qursên şan, flut, hunerên ciwankariyê, piyano û kemanê bên dayîn. Her wiha hunermendan jî xwest ku divê ciwan û zarok ne li kuçeyan, li atolyeyan di nav fealiyetên hunerî de bin.

QEYDÊN QURSAN HATIN ZÊDEKIRIN

Yek ji avakarên Atolyeya Ozgun Sanatê hunermend Ferhat Nas, diyar kir ku wan dest bi qeydên qursan kirine, lê belê ji bo di serdema havînê de hem ciwan hem jî zarok dev ji xuyên xwe yên nebaş berdin û di nav fealiyetên hunerî de cih bigirin wan xebatên xwe lezandine. Nas, der barê xebatên xwe de ev agahî parve kirin: "Hema bêje em bi hemû şaxên hunerê re bilî dibin. Ji bo em bi ciwan û zarokan re bên gel hev me qeyd zêde kirin. Di serdema havînê de qeydên me yên wek şan, hunerên ciwankariyê û perwerdehiya konservatuvarê hene. Her wiha di warê enstrumanan de jî dê perwerdehiya keman, flut, baxleme, gîtar û piyanoyê bê dayîn."

Nas, anî ziman ku ew bi vê atolyeyê xîtabî her derdorê dikin. Nas, dest nîşan kir ku bi taybetî ew li bendê ne ku ciwan û zarok tevlî van qursên wan bibin û wiha axivî: "Em li bendê ne ku zarok û ciwan tevlî qursan bibin. Çimkî, tekane riya ku li kuçeyan ji her cure xûyên nebaş dûr bikevin huner e. Huner hem di warê fizîkî hem jî di warê ruhî de şexs diguhere. Ji bo ku ciwan xwe pêş ve bibin, em li benda wan in ku tevlî van qursan bibin."

LI GEL HUNERÊ HÎNÎ XEBATA KOLEKTÎF JÎ DIBIN

Nas, bang li malbatan kir ku bêyî bi derengî keve divê bihêlin ku zarokên wan di warê hunerî de bên perwerdekirin. Nas, dest nîşan kir ku ew ê li gor qabîliyeta zarokan wan ber bi hunerê ve hêl bikin û wiha got: "Em ê tenê hunerê hînî zarokan nekin. Her wiha em ê riya xebateke kolektîf jî hînî wan bikin. Dê zarok bi van xebatên me yên hunerî 'huner çawa tê hilberandin' hîn bibin. Ji ber vê yek divê ku hemû malbat ciwanên xwe bişînin atolyeyê."