Lîstikvana şanoya Urmiyeyê: Bila sînorên di navbera me de tune bibin

AMED - Lîstikvana Civata Şanoya Texê Reş Şebnem Yusîfî ku bi lîstikên “Viyan” û “Derwêşê Evdî” ji Urmiyeyê tevlî 5’emîn Festîvala Şanoya Amedê bû wiha got: “Bila sînorên di navbera me de tune bibin.”

Lîstîkên jinan ên bi tena serê xwe mohra xwe li 5’emîn Festîvala Şanoya Amedê dan. eleqeya li hemberî çîrokên jinan ên ji erdnîgariyên cuda hatin vegotin zêde bû. Şanohezên ku lîstika “Jinek Hişyar dibe” ya Alev lîstî, lîstîka “Mirina Bêar” a Dîrmît lîstî bi balkêşî temaşe kirin şahidiya bi çavê “Viyanê” dikare hezkirina rast bi berxwedanê û azadiyê bibînin kirin. Lîstîka “Viyan” a yekkesî û Behnam Menda nivîsiye, Şebnem Yusîfî ku rêveberiya wê dike û bi xwe dilîze “Viyana” lîstiye vedibêje.

‘BILA SÎNORÊN DI NAVBERA ME DE TUNE BIBIN’

Yusîfî ku ji bajarê kurdan Urmiyeya Îranê hatiye diyar kir k udi festîvalê de cih girtin ji bo wê gelek bi wate ye û wiha got: “Bila sînorên di navbera me de tune bibin. Em naxwazin di navebera me de sînor hebin. Em naxwazin tiştên me ji hev qut dikin hebin. Ji bo sînorên di navebera me de tune bibin ez hatim. Li Urmiyeyê şanoya kurdî tune ye û jinên kurd şanoyê nabînin. Ji bo şanogeriyê ez çûm zanîngeha Amûdê, tenê du caran bi zimanê Farisî derketim ser dike piştre min bi zimanê dayîka xwe dest bi şanogeriyê kir. Ez şanogeriyê wekî qadek têkoşînê digirim dest.”

‘JI ZIMANÊ XWE BAWER BE DA CIVAK JÎ JI TE BAWER BIKE’

Yusîfî, da zanîn ku bi zimanê dayîkê şanogerî kirin wateyek cûdaye û wiha pêde çû: “Diviya bû min ziman û çanda xwe bi azadî bikar anîba û hûnera xwe pêşkêş bikira. Beriya 4 salan min dest bi şanogeriya kurdî kir. Dema me destpêkirî me got kesek nayê şanoya me. Bi demê re salona me tije bû. Lîstîkên me yên ku gelek kesan li ser piyan temaşe kirin hene. Ez dikarim vê bêjim, ji roja li Urmiyeyê şano hat danîn heta niha tucaran salon ev qas tejî nebûbû. Ev pirs dihat bîra min. Çî çêbû ku ev qas mirov hatin? Min ji xwe re got; dem amin ji zimanê xwe bawer kir dê civak jî j imin bawer bike.”

‘VIYAN HEZKIRIYÊ ÇI BÛ?

Yusîfî, anî ziman ku şanogeriya kurdî alîkariyê dide fêrbûn û pêşketina ziman û wiha axivî: “Min di lîstikên wekî ‘Xecê û Siyabend’ û ‘Dewrêşê Evdî’ de lîstin. Lê tişa min dixwest vebêjim di lîstîkay yekkesî ya ‘Viyan’ de min vegot. ‘Viyan’ jineke ku li hezkirina rast digere ye û hezkirinê di berxwedanê de dibîne. Viyan jinekî evîndare. Ev jin evîndarê çî bû? jinên diçin şer zarokên xwe yên di şer de jiyana xwe ji dest dane defin dikin û carek din diçin şer. Dibêje ‘Ez jinekim, wekî kum in zarokên xwe mezinkirin divê ez welatê xwe jî mezin bikim.’ Di lîstikê de drama derûnî heye. ji berk u hevalên Viyanê yên di şer de dîl hatin girtin rastî tecawîzê tên û di encama wê de xwe dikujin. Lê Viyan xwe nakuje ji ber ku Viyan evîndara welatê xwe ye. Ji bo welatê xwe diçe şer dike. Jinên li Tirkiye û Îranê di gelek aliyan de tên sînordarkirin. Bila sînor tune bin jin azad bin.”