Li Qoserê roja pirtûkan berdewam dike

MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê roja pirtûkan a bi dûrişma “30 weşanxane, 30 nivîskar” hatibû vekirin berdewam dike.

Li navçeya Qosera Mêrdînê roja pirtûkan a bi dirûşma “30 weşanxane, 30 nivîskar” ya bi pêşengiya Weşanxaneya Ekinê di 20'ê Gulanê de hatibû vekirin berdewam dike. Roja pirtûkan a li MovaPark hatiye vekirin dê heya 11'ê Hezîranê berdewam bike. Berpirsyarê Weşanxaneya Ekinê Muhittin Bozan der barê pêşengahê de diyar kir ku dê heya dawiyê gelek nivîskar ji bo pirtûkên xwe îmze bikin li cem wan bin.

JI BER OHAL’Ê NEKARÎN CIH BIBÎNIN

Bozan diyar kir ku di pêvajoya OHAL'ê de lidarxistina pêşangehek bi vî rengî pir girîng e û ev tişt gotin: “Em neçar man ku di AVM'yê de vê bernameya xwe pêk bînin. Ji ber ku em di pêvajoyek pir hesas re derbaz dibin û bi tu awayî destûr nayê dayîn ku ji derve bername werin li darxistin."