Bi dildarî deng û awaza gelek dengbêjan veguhast roja îro

RIHA- Mehmet Klay ku hema bêje hemû jiyana wî bi muzîkê derbas bûye diyar kir ku bi qasî ku dewlet destûrê dide huner tê kirin.

Mehmet Klay, li dikana xwe ya yek metrekareyî ya li Pasaja Kapakli ya Rihayê ye kasetan difiroşe û diyar kir ku 40 sal in ew ji nêz ve bi muzîkê re eleqedar dibe. Klay, dest nîşan kir ku di salên 80'yî de ji bo çanda dengbêjiyê winda nebe li gel hemû çewisandin û astengiyan ew gund bi gund geriyaye û stranên dengbêjiyê tomar kirine û gihandiye gel. Klay, bi sedan kasetên ku ji dengbêj û hunermendên herêmê wergirtine hîn jî diparêze. Ji ber ku kasetên kurdî firotine, di dema Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de hatiye girtin û sal û 8 mehan li Girtîgeha Amedê maye û îşkenceyên giran lê hatine kirin. Klay, anî ziman ku darbe û polîtîkaya dewletê li herêmê dengbêjiyê ber bi qedandinê ve biriye. Mehmet Klay, da zanîn ku wî bi kurdî, tirkî û erebî kaset derxistine û niha di qenaleke herêmî de tevî hunermendê kurd Hozan beşir bernameyekê çêdike.

DENGBÊJAN DI BÎRAN DE KASETÊN XWE VEDIŞARTIN

Klay, dest nîşan kir ku di 12'ê Îlonê de ji bo nekevin destê dewletê dengbêjan kasetên xwe dixistin kîsikan û di bîran de vedişartin. Klay, got ku tirsa ku bi çewisandinên dewletê xwe daye der bûye sedem ku dengbêjî xwe ranegihîne nifşên nû. Klay, dest nîşan kir ku dengbêjan di berhemên xwe de balê kişandiye ser pirsgirêkên civakiyî. Klay, got ku wî bi guhdarkirina dengbêjan xwe perwerde kiriye.

'HUNER JI BO GEL DIHAT KIRIN'

Klay, dest nîşan kir ku dengbêjan tiştên kirêt jî bi vegotinên xwe vediguherandin rewşeke bedew. Klay, got ku di roja îroyîn de hunermendên ku vî tiştî bikin nemane. Klay, da zanîn ku dengbêj Bakî Xidoyê rihayî, sê rojan li ser hev distriya û ji ber çewisandinên dewletê gelek dengbêjên wek Bakî Xido winda bûn. Klay, diyar kir ku dengbêjê bi bernavê xwe Husoyê Bilûrvan bi bilûra xwe bedêlî orkestrayekê bû û wiha got: "Dema şaşiyek lê bihatana kirin, Husoyê Bilûrvan demildest ew dikir stran û di dawetan de ji sedan mirovî re digot û kesên ew şaşî û çewtî dikirin dixist ber fediyê." Klay, da zanîn ku Eyşe Şanê jî nesîbê xwe ji derbeyê wergirtiye û wiha domand: "Wê demê plakên Eyşe Şanê ji yên Îbrahim Tatlises zêdetir dihatin firotin. Lê belê, ji ber ku Eyşe Şan dev ji esl û feslê xwe berneda û asîmle nebû, tim bi çewisandinên dewletê re rû bi rû dima." Klay, anî ziman ku çewisandinên li ser hunerê hîn jî didomin û pênûs nikarin bi awayekî azad tevbigerin. Klay wiha got: "Berê huner ji bo gel dihat kirin, lê belê niha bi qasî ku dewlet destûrê dide tê kirin."

‘HUNER BI DARBEYAN DERBEYÊN MEZIN XWARIN'

Hozan Beşir ku tevî Mehmet Klay bernameyekê çêdike jî, got ku sedema ku îro dengbêj nagihên ji ber nebûna nêvengên edebî û hunerî yên berê ye. Beşir, anî ziman ku berê ciwanan sûde ji çîrokên ku extiyar vedigotin werdigritin, lê belê çanda populer li gel dengbêjiyê bandoreke neyînî li ser wêje û çanda kurdî jî kiriye. Beşir wiha axivî: "Pergal, li gor xwe çanda populer berhêlî dike û gel jehrî dike. Feraseta dewletê hîn jî didome. Qaşo welatekî demokrat e. Lê belê gelek hunermendên vê xakê hîn jî nikarin bên welatê xwe."