Derhênerê bi xelat biryar da bi qeyûmê re nexebite

AMED - Derhêner Zeynel Dogan ê di beşa sînemayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de perwerde dide yê fîlma "Dengê bavê min" piştî tayînkirina qeyûm ji ber ku di rewşa heyî de berdewamkirina xebatên xwe de zehmetiyê bikişîne heta ku dîsa îradeya gel serdest bibe biryara ku xebatên xwe di qadên din de bimeşîne girt.

Hunermendên di bin baneyên Serokatiya Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebat dimeşandin, beriya qeyûm bê tayînkirin berhemên girîng derxistin holê. Di qada çand û hunerê de îmze avêtin berhemên girîng. Lê piştî qeyûm hat tayînkirin xebatên çandê hatin belavkirin. Dîsa piştî hevşaredar hatin girtin û qeyyûm hat tayînkirin, xebatên Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariyê ÇandAmed hatin rawestandin. Gelek hunermend ji peyvirê hatin girtin û li qadên din hatin bicihkirin. Avahiya çandê ya kul i ser Jêrzemîn +5 qatan hatiye avakirin, hezar û 700 kes dikarin lê xebatên hunerê bimeşînin. Li navendê salona 310 kesan, salonên sînema yên 388 û 100 kesan, beşên dersxane, pirtûkxane, studyoyên muzîk, şano û atolyeyên dans, peyker, enstrumanan hene. Navend ji bilî vê yekê xwedî cihê xebatên civakî ye jî. Lê piştî Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli hatin girtin, vekirina navendê pêk nehat.
Li aliyê din alav û amûrên teknîkî jî ji aliyê qeyûmê ve hat astengkirin.

Xebatên şano, sînema û mihrîcana çandê ku yek ji xebatên herî girîng yên demsala zivistanê bû hat astengkirin. Ji ber xebat û alavên teknîkî hat rawestandin, êdî navenda Kongreya Çandê nikare tu xebatê bike. Li gel vê yekê hunermend û mamosteyên hunerê jî nikarin xebatê bikin. Derhêner û mamosteyê sînemayê Zeynel Dogan bê bi fîlmê “Dengê bavê min” xelat girt, li ser xebatên hunerê axivî.

‘EZ XEBATA BI QEYÛMÊ RE DED DIKIM’

Hunermend û derhêner Zeynel Dogan diyar kir ku tayînkirina qeyûmê li dijî vîna gel pêkanînek dij-demokratîk e û wiha got: “Rewşek azad tune ye. Ez ji ber van pêkanînên dijdemokratîk red dikim ku bi qeyûmê re bixebitim. Di rewşek ku karkerên şaredariyê di bin lêgerîna polîsan de têkevin avahiyê û derkevin de xebatek azad û demokratîk nayê kirin. Li cihekî wisa bila kes behsa huner û çanda azad neke. Vîna ku gel hilbijartiye ji peyvirê tê girtin, li şûna wan kesê ku gel naxwaze bi qeyûmê tê ser kar. Kesê ku nehatiye hilbijartin her tiştî dixe kontrola xwe. Piştî vê yekê mirov xwe aydî wê derê nabîne. Şaredariya ku berê ez lê dixebitîm û niha ne heman şaredarî ye. Em ji niha û şûnde bawer nakin ku bi vê qeyûmê xebat û xizmetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wekî berî be. Dê ne li gorî ruhê demokratîk û azadiyê be. Ez bawar nakim ku ji niha û şûnde xebatên çand û hunerê jî li gorî berê demokratîk bimeşin. Dê bi vê qeyûmê çiqas karibe lîstikên xwe bilîze. Dê çiqas karibe çand û hunera xwe pêşkêş bike? Dê çiqas lîstikên kurdî û fîlmên kurdî bên amadekirin û pêşandan?

MIHRÎCANA FÎLMÊ AMED’Ê DÊ LI DERVÊ ŞAREDARIYÊ PÊK BÊ

Dogan, destnîşan kir ku reng û nasnameya şaredariyekê bi xebatên wê yên çandî xuya dibe û wiha got: “Piştî qeyûm hat tayînkirin em dibînin ku dê di demên pêş de li ser reng û ruyê çandê jî bandorek neyînî bike. Ji ber ku piştî qeyûmê gelek xebat nîvco man. Ji ber ku me nekarîbû Mihrîcana Fîlm Amed di van şertan de pêk bîne me rawestand. Me xwest Navenda Fîlm Amed ava bikin. Dê li salonê pêşandana fîlman bihata temaşekirin. Atolye jî hebûn. Ev xebat li gel vîna rêveberiya herêmî hatibû kirin Me xwest ji bo çand û fîlman navendekê çêkin. Lê niha em nikarin di van şertan de mihrîcana fîlman pêk bînin. Me armanc dikir ku Mîhrîcana Amed Film dê di navbera 9-18’an de pêk bînin. Lê piştî qeyûme ez li dijim ku Ev mihrîcan bi destê Şaredariya bajarê Mezin a Amedê pêk bê.E Ez naxwazim bibim perçeyê vê yekê. Em dê mihrîcana xwe di bin Baneyê şaredariyê de pêk nînin û li cihekî din pêk bînin. Dixwazin şaredarvaniyek şov pêş bixin û hunderê wê jî vala be. Ez daxwazim bi şaredariyek bi vî rengî re bixebitim. Ez bi vê xebat û ve şaredariyê re ne li hev hatî me. Heta ku şaredariyek azad û demokratîk dîsa dest pê neke ez naxebitim.

‘AKP XEBATÊN ÇANDÊ TENG DIKE’

Dogan, anî ziman ku der barê huner û çanda azad de gelek tişt şikestin û ew ve rewşa dijdemokratîk qebûl nakin û wiha got: “Em dê xebatên hunerê di nava gel de berdewam bikin. Em dê fîlm, mihrîcan û xebatên xwe yên hunerê di nava kominên ku me ava kirin de berdewam bikin.

‘ HETA ŞERTÊN QEYÛMÊ NEYÊN GUHERTIN EM XEBATÊN XWE YÊN NAVENDÊ RADIWESTÎNIN’

Dogan, da zanîn ku heta şertên qeyûmê neyên guhertin ew dê xebatên xwe yên li Navenda Çandê rawestînin û piştî hevşaredarên ku gel hilbijartine bên ser kar dê li navenda çandê vegerin. AKP ji van pêkanînê encamê nagire. Em hemû tiştên xwe dixwazin. Hevşaredar, tv û saziyên xwe paşve dixwazin. Em dê hemûyan bistînin, lê AKP pergalek faşist û dîktator e ji ber vê yekê ew dê biçe.”