MÛGLA - Peykertiraş Bahattin Şeren ku li Mîlasê tevî 6 hevalên xwe mala hunerê ava kiriye û feraseta "Hunera ji bo civakê" esas digire, hunera xwe wek "Her ku em çakûç lê didin, xeyalên me derdikevin holê" pênase kir.
Di sala 2011'an de 6 hunermendan li Mîlasa Mûglayê li maleke dîrokî û kavil bûyî Sakli Bahçe ava kirin û li vir bi feraseteke hunera kolektîf bêyî pere û tiştekî perwerdehiya hunerê didin hunerhezan. Yek ji avakarên mala hunerê Peykertiraş Bahattin Şeren, behsa mala hunerê û hunera xwe kir.
‘BILA DESTÊ CIVAKÊ DAXILÎ HUNERÊ BIBE'
Şeren, diyar kir ku ji bo ew şopên çanda wan a berê daxilî hunerê bikin wan ev mala kavilbûyî tercîh kiriye. Şeren, got ku di warê hunerî de baxçe asoya hunerhezan berfirehtir dike û rêwîtiya wan a ber bi hunerê ve dide destpêkirin. Şeren, anî ziman ku li avahiyeke betonî û dora wê girtî berhemên xwemal nayên hilberandin û huner nikare hebûna xwe bide der. Şeren wiha got: "Em dixwazin kesekî ku li vir xwarinê dixwe, destê wî bi toza peykeran qirêjî bibe. Em dixwazin li vir destê civakê daxilî hunerê bibe û em dixwazin feraseteke hunera kolektîf hebe."
'PEYKERÊ KU TU ÇÊDIKÎ AÎDÎ TE YE'
Şeren, ragihand ku dema wan ewil dest bi perwerdehiyê kiriye 130 xwendekarên wan hebûne û ji vana 40 jê xwestine xwe di qada peykerê de bi pêş ve bixin û wiha axivî: "Niha di hemû komên pîşeyî de heta xwendekarên dibistana seretayî gelek xwendekarên me hene. Niha em hewl didin dîroka qursên xwe bi awayekî sabît diyar bikin. Niha xwendekarên me bi çar çavan li hêviya destpêkirina qursan e. Bi tu awayî em heqê qursê ji xwendekaran wernagirin. Heta ji bo xwendekar bixebite malzemeyan jî em dikirin. Armanca me ew e ku em hunerê berbelavî hawirdoreke ciwan bikin. Şertekî me yê ku bila kesek biecibîne tune ye. Peykerê tu çêdikî aîdî te ye. Ew wek zarokê te ye. Tê de ked heye. Em li vir bi vê felsefeyê tevdigerin."
'HER KU EM ÇAKÛÇ LÊ DIDIN XEYALÊN ME EŞKERE DIBIN'
Şeren, diyar kir ku ew der barê hunerê de nîqaşên tund dikin û wiha axivî: "Ji hunerê heta civakê, ji pirsgirêkên welat heta pirsgirêkên hawirdorê her tişt li dor pareke hevpar li vê konê şikil digire." Şeren, ragihand ku hewesa wî ya ji bo peykerê, bi çêkirina peykerekî li ser dîwarê kafeyeke Rihayê dest pê kiriye û wiha got: "Evîna min a peykerî bi dîwarekî dest pê kir û niha veguheriya Sakli Bahçeyê." Şeren, bêtir bala xwe dide ser fîgurên mîtolojîk û mirovan û got ku, ew çîroka xwe bi peykeran zûtir vedibêje. Şeren, dest nîşan kir ku ew dixwaze vê azweriyê li hunerhezan jî peyda bike.
Şeren wiha domand: "Dema ez çakûç li berhemekê didim, hîsên cuda li min peyda dibin. Her çi qas pirsgirêkên min ên tenduristiyê hebin jî, di demeke kurt de ez li ser kevirekî ton û 400 kîloyî xebitîm. Karekî westîner bû, lê dema min qedand min xwe wek kesekî ku zaf bêhna xwe vedaye û bisihet e hîs kir. Vegotina vê yekê tiştekî zaf cuda ye. Li vî baxçeyî her ku çakûç li kevir didim, evîna xwe ya ji bo hunerê bêtir hîs dikim. Her ku çakûç lê didim, xeyalên me derdikevin holê. Dixwazim li vî baxçeyî xeyalên hunerhezan eşkere bikim."
'ŞAHDIYA HUNERMENDAN NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Şeren, dest nîşan kir ku Tirkiye qîmetê nade hunerê û hunermendan û wiha got: "Li Tirkiyeyê şahidiya hunermendan nayê qebûlkirin." Şeren, anî ziman ku divê li her qadên jiyanê navendên hunerê bên vekirin û ciwan bên teşwîqkirin û wiha axivî: "Mirov bi qasî ku hilberîne heye. Heke her kes ber deriyê xwe tenê jî paqij bike, dê huneriyekê bide der. Ji bo hunermendên ciwan banga min ev e ku, bila hinekî qirêjî bibin."