Pêşangeha Pirtûkan a ODTU'yê dest pê kir

ENQERE - Li ODTU'yê 29'emîn pêşangeha pirtûkan a her sal tê lidarxistin dest pê kir. Wê di pêşangeha îsal de pirtûkên zarokan, ji bo avakirina pirtûkxaneyan a li gundan, wê bi pirtûkên li dezgeha Civata Ragihandinê re bên pevguherandin.

29'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) a ji aliyê Civata Ciwanan a Navnetewî ve tê lidarxistin li Beşa Fîzîkê dest pê kir. Wê pirtûkhez heta 9'ê kanûnê karibin serdana Pêşangeha Pirtûkan a ODTU'yê bikin.

Wê îsal jî xwendekar hem bi usûla teqesê û hem jî bi buhayên guncav karibin pirtûkan bi dest bixin. Li ser dezgehan wê gelek pirtûkên ji sahafan hatin û yên hin weşanxaneyan bi buhayekî guncav cihê xwe girtin.

Li pêşangehê pirtûkên Mehmet Ûzûn, Nazim Hîkmet û Ahmed Arîf rastî eleqeyeke zêde tên. Pêşangeha Civata Wênekêşiyê ya Amator jî wê heta dawiya pêşangehê vekirîbe. Her wiha li pêşangehê panoya maseya daxwaza, helbest û çîrokan jî hat çêkirin. Xwendekar nîşeyên dinivîsin û li panoyê dizeliqînin.

Wê pêşangeh di navbera saetên 08.00-18.00'an de vekirîbe.

PEVGUHERANDINA BI PIRTÛKÊN ZAROKAN RE

Li pêşangehê Civata Ragihandinê ya ODTU'yê li gor dezgehên din cuda tevdigere. Pirtûkên li dezgehên xwe, li gor rêbazên aboriya civakiyî bi usûla "pevguherandinê" bi pirtûkên zarokan re diguherîne.

Ji Civata Raguhandinê Atala Îç got, ji bo ew li dibistanên gundan ji bo zarokan pirtûkxaneyan ava bikin, bi pirtûkên zarokan ên tînin dezgeha wan re diguherînin. Îç anî ziman ku, ew bi berambariya pereyî danûsetnedinê nakin û wiha ragihand:"Ji ber em naxwazin agahiyê bi pereyan bifiroşin, me standeke pevguherandinê vekir. Ji roja pere hatiye îcatkirin, mirov hewcetî tune be jî xerîdariyê dike. Civaka xerîdariyê mezin dibe. Pergala komunal qediya, li şûna wê civakeke têrnebûyî hat. Em dixwazin bi usûla pevguherandinê xerîdariyê kêm bikin."