STENBOL - Derhener Devrîm Tekînoglu bêlgefîlma şewitandin û sirgûnkirina li Dêrsimê ya sala 1994’an amade kir. Tekînoglu navê bêlgefîlma xwe kir “1994” û got: “1994 wek berdewamkirina qirkirina Dêrsimê ye”
Di dîroka Komarê de yek ji qirkirinê herî dijwar a sala 1938’an a Dêrsimê bû. Qirkirinê di sala 1994’an de bi şewitandin û sirgûnkirina ji gundan berdewam kir. Bi şewitandina gundan re rê li ber valakirina gundan jî hat vekirin. Li gel şewitandina mezraya Mirik a bi ser gundê Vartinik a bi ser navenda Dêrsimê ve bi dehan gundên girêdayî Xozat û Pulurê hatin şewitandin. Piştî şewitandina van gundan ji 70 hezarî zêdetir mirov ji warê xwe bûn. Derhener Devrîm Tekînoglu jî têkildarî şewitandin, helandin û polîtîkaya valakirina gundan a sala 1994’an kir bêlgefîlm. Tekîngolu yê ku navê “1994” li bêlgefîlma xwe kir di sala 2012’an de dest bi çêkirina vê bêlgefîlmê kir. Kişandina bêlgêfîlmê li Dêrsimê pêkhat û şahidên wê demê tiştên jiyan kirine vedibêjin. Bêlgefîlma ku di encama ked û hewldanek mezin de hat çêkirin dê di 27’ê tîrmehê de li navçeya Pulurê bê pêşandan.
‘1994 BERDEWAMIYA 1938’AN E’
Tekînoglu anî ziman ku bêlgefîlma “1994”an wek berdewamiya 1938’an e û got di 38’an de mirov bi fizikî hatin qetilkirin û di 1994’an jî bi qirkirina çandî hatin qetilkirin û koçberkirin. Tekînoglu vê rewşê wiha pênase kir: “Ev rewş jî qirkirina fizikî temam dike. Piştî qirkirina fizikî mirovên li wir man jiyana xwe domandin. Lê vê carê mirov ji sar axa xwe hatin koçberkirin û qirkirna çandî pêk anîn. Vê tunekirina çandî li Dêrsimê gihiştandin encamekî.” Tekînoglu di bêlgefîlma xwe de behsa şewitandin û valakirina gundan a sala 1994’an dike û wiha pê de çû: “Hinceta sala 1994’an qûtkirina lojîstîka ji bo rêxistinên li çiyayan bû. Hincetek din jî ew bû ku hemû gundên ji hev belawela li gel hev komî ser hev bikin. Xwestin bajarên ji gundan ava bikin. Ya herî girîng ji bom in ew bû ku ez bal bikişînim ser xweza, ziman û wê çanda hat qirkirin vebêjim.”
‘ŞAHID WEK KESÊ ÊŞKIŞANDÎ ÊŞÊ HÎS NAKE’
Tekînoglu destnîşan kir ku li Dêrsimê li her gundekî ya malek du mal hene û wiha got: “Di encama têkoşînek bêhempa da welatî çûne van gundan. Heke em ji van malan re bêjin baraka wê bêtir rastir be. Li wan deran tam nikarin malan çêbikin. Ji ber ku derûniya ‘em malan çêbikin dê dîsa xera bikin û bişewitin in’ li ser gundiya heye. Ev jî li ser çêkirina malan dibe asteng. Di bêlgefîlma de serpêhatiyên wisa hene. Welatî bi tirsa xerakirina gundan re dijîn.” Tekînoglu yê ku ew bi xwe jî ji Dêrsimê ye got ku wî wê demê ne li Dêrsimê jiyan kiriye lê ew ji wan bûyeran re bûye şahid û wiha domand: “Kes nikare êşa tu kesî bikişîn e. Şahid nikare wek kesê êşkişandî êşê hîs bike. Her tim di nav dîtin û jiyankirinê de cudahî heye. Dema min bêlgefîlmê dikişand diyar bû ku min wê êşê nekişandiye.”
DI BÊLGEFÎMÊ DE JIN BÊTIR HENE
Tekînoglu di bêlgefîlmê de cihek berfireh ji jinan re veqetandiye û cudahiyê vê jî wiha rave kir: “Min ferq kir ku jin, bûyeran bêtir bi kite kit û baş vedibêjin. Ji ber wê jî me jinan tercih kir. Me bêlgefîlma xwe bi kirmanckî û tirkî çêkir. Jinan bêtir bi zimanê kirmanckî û zilaman jî bi zimanê tirkî tercîh kirin.”
'ME ZEHMETÎ KIŞAND’
Tekînoglu da zanîn ku wî di dema kişandina bêlgefîlmê de bi hin zehmetiyan re rû bi rû maye û got dê bêlgefîlm piştî payîzê wê li heremê, bajarên mezin û li Ewropayê bê pêşandan.
Tekînoglu herî dawî bêlgefîlmê bi van gotinan da nasîn: “Bêlgefîlma 1994 wek berdewamiya qirkirinê ye. Ji taybetmendiyê etnosîteya qirkinê tê.”