EDENE - NÇM'ya ku bi KHK'ê deriyên wê hatin mohrkirin, li nav gel xebatên xwe didomîne. Endamê KOma Pelê Devrîm Ozluk yê di bin banê saziyê de xebatan dimeşîne wiha got:"Huner û hunermend nayên mohrkirin. Em ê li kuçe û qadan hunera xwe bidomînin û ragihînin nifşên nû."
Ji wan komeleyên bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin yek jê jî Şaxa Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) a Edeneyê ye. Şagirt û mamosteyên NÇM'ê pêşnûmayên xwe yî nîvçemayî li kuçeyan temam dikin. Ji 1993'yan û vir ve li bajêr ji aliyê navenda çandê ve, bêheq qursên wek şano, muzîk, erbane, tembûr, gîtar û koroya jinan dihatin dayîn û di van qursan de gelek qursiyer hatin perwerdekirin.
HER DER SAZÎ YE
Endamê Koma Pelê Devrîm Ozluk anî ziman ku, ew bi xwe jî 6 sal berê tevlî qursên NÇM'ê bûye û dawiyê bûye perwerdekar û got, ew 3 sal e dersa baxlemeyê dide qursiyeran. Ozluk anî ziman ku, qursiyera ji gelek derdora ne û diyar kir ku, li gel girtinên KHK'yan jî ew ê her derî bikin navenda çandê û xebatên xwe bidomînin. Ozluk wiha got:"Piştî sazî hat girtin, xebatên me li derve, li nav gel domiyan. Me ji bo qursiyerên xwe her qad kir sazî û dest bi perwerdehiya wan kir."
‘KUÇE YÊN ME NE'
Ozluk anî ziman ku, tu çewisandin û girtin wê nikaribe gavê bi paş ve bi wan bide avêtin û wiha got:"Huner û hunermend nayên mohrkirin. Em ê li kuçe û qadan hunera xwe bidomînin û ragihînin nifşên nû. Bila mohr yên wan bin, lê kuçe yên me ne; wê di her şert û mercî de huner pêk bê."
WÊ EW POŞMAN BIBIN
Qursiyera bi navê Berîvan Gokalp anî ziman ku, ew bêheq tê qursa baxlemeyê û got, AKP ji bo pêşî li çand û hunerê bigire, navendên çandê mohr dike. Gokalp wiha axivî:"Dewlet di her şert û mercî de dikare bigire, lê em ê çand û hunerê ava bikin. Dema em li saziyên xwe xebatên xwe bidomînin çêtir e. Em ê di her şert û emrcî de çandê jîndar bikin. Ew nikarin bibin asteng. Nikarin di hişê me de çanda me tune bikin. Ew çiqas dibin asteng bila bibin, wê poşman bibin."