Çîroka kesên ku Dersim neterikandine: Mende

STENBOL - Hunermend Tahîr Bozkûrt, bi navê “Mende - Çar Demserre Dêrsim’de Manenî" albuma wêneyan ku çîroka extiyarên li gel polîtîkayên koçberiyê jî Dersimê neterikandin amade kir. Bozkûrt wiha got: "Heke ew jî biçin em ê dest vala bimînin. Divê em vegerin wê erdîgariya ku em pê dizanin."

Hunermend Tahîr Bozkûrt bi navê “Mende - Çar Demserre Dêrsim’de Manenî" albuma wêneya ku çîroka extiyarên ku li Dersimê li gel hemû polîtîkayên koçberî û qirkirinê warê xwe neterikandin amade kir. Bozkûrt, çîroka wêneyan bi kirmanckî û tirkî vegotiye û pirtûka wî di Gulanê de ji Weşanên Sanciyê derket. Bozkûrt, anî ziman ku ji sala 2011'an ve dest bi xebatên pirtûka xwe kiribû. Bozkûrt bi bîr xist ku, di salên 1990'î de li Dersim û herêmên kurdan ên din dewletê polîtîkayên koçberiyê sepandine.

‘DIVÊ JI NÛ VE EM MÎX BIKUTIN'

Bozkûrt wiha got: “Belkî ji bo Dersimê ev rewş rewşeke ji ya 1938'an girantir e. Min çîroka kesên ku ji Dersimê koç nekirin û man vegot." Bozkûrt, anî ziman ku hilberîna kapîtalîst nifşê nû ji yê beriya wî veqetandiye û wiha dest nîşan kir: "Ziman, bawerî, çand ev hemû ji hev hatine qutkirin." Bozkûrt, anî ziman ku dema wî ev hemû anîne ber çavê xwe û çûye Dersima ku zarokatiya wî lê derbas bûye, ketiye nava liv û tevgerînekê. Bozkûrt diyar kir ku li wir çand û efsûneke zaf mezin heye û her diçe ew çand winda dibe. Bozkûrt, got ku divê nifşê niha vê pêvajoyê bi extiyaran re derbas bikin û wiha got: "Berî ku ew van deran biterikînin û biçin divê em wê dewra çandî wergirin û divê em mîxekî nû li wan deran bikutin."

‘MIN CIH DA AVAHIYÊN KAVILBÛYÎ Û RÛXANDÎ'

Bozkûrt, anî ziman ku dema wî xebata xwe kiriye pirtûk fikiriye ku tenê cih bide kirmanckî, lê belê ji bo kesên kirmnackî ji bîr kirine wî cih daye tirkî jî. Bozkûrt, anî ziman ku li herêma Dersimê gelek wêneyên dişibin wêneyên wî hene û cara ewil e ku xebateke bi vî rengî hatiye amadekirin. Bozkûrt, dest nîşan kir ku hema bêje çîroka hemû gundên li herêmê dişibe hevdu û wiha domand: "Helbet ji qehwexaneyê bigire heta kuçeyê, ez li ser gelek çîrok û deveran sekinîm; lê min li vir cih nedaye hemûyan. Li vir ez wisa fikirîm ku ez cih bidim çîroka kesekî tenê dê baştir be. Ji bilî vê min cih da çîroka Pîra Kûmrûyê ku ji Pulura Dersimê koçî Pêrtagê kiriye. Gundê Pîra Kûmrûyê di sala 1994'an de hatiye bombekirin û dewletê ew koçandine. Paşê dewletê biryara daye ku li keviyên Bendava Pêrtagê bijîn. Ew jî êdî li wir dijî. Min ev tevî kesên ku li herêma Mazgêrt û Pêrtagê diçûn zozanan kir. Û min wêneyên avahiyên rûxandî yên gundên li quntarên çiyayan kişandin û ji her herêmê min wêneyek an jî du wêneyên malên kavilbûyî li vir bi cih kir. Ji bilî Pilumuriyeyê ez li temamiya herêmê geriyam."

‘DEMA EW BIÇIN EM Ê JÎ BIÇIN CIHÊN DIN'

Bozkûrt, anî ziman ku extiyar veguhêzkarên çandê ne. Bozkûrt got ku niha li herêma Dersimê kesên 70-80 salî mane û wiha axivî: "Heke ev jî biçin, bi rastî jî em ê jî biçin cihên din. Divê demildest pêwendî bi van extiyaran re bê danîn û divê em wan bi tenê nehêlin. Divê dubare em li malê, li ber sobeyan bi wan re rûnên û sohbetê bikin, ku em hem ziman û hem jî vê çandê veguhêzînin nifşên bê. Divê em dubare vegerin wan çiyayên dê û bavan yên Dersim û Mûnzûrê."