NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermenda operayê Mizgîn Tahir demek dirêj e li Amedê xebatên hunerî dide meşandin. Hunermenda jin piştî li Pale Hunerê konserek da, der barê rewşa hunerê û kevneşopiya çanda kurdî de nêrînên xwe anî ziman. Mizgînê aşkera kir ku her ku diçe çand ji koka xwe dûr dike û xwaziya xwe bi salên borî yên bi şevbuhêrkan derbas dibû anî.
Saziyên çand û hunerê yên li Amedê xebatên çandê dimeşînin her meh bi bernameyên taybet li pêşberî gel in. Di çarçoveya şahiyên meha hezîranê de, duh êvarê hunermenda operayê Mizgîn Tahir li Pale Hunerê konserek da. Konsera ku qasî saetekî berdewam kir, du stranên nû yên ji hêla Mizgîn Tahir ve hatine çêkirin û gelek stran bi gel re hatin parvekirin. Di şahiyê de jin û zarok jî di nav de qasî 300 kes amade bûn. Hunermenda kurd der barê her du stranên xwe yên nû de nêrînên xwe bi dîhaberê re parve kir.
ÇÎROKÊN JINAN VEDIBÊJE
Mizgîn Tahir destpêkê der barê her du stranên ku nû çêkiriye de agahî da û aşkera kir ku gotin, muzîk û aranje aydê wê ne û ev tişt got: “Ev projeyeke min a nû ye, ez bi vê projeya xwe dixwazim hêst û remanê jinê ragihînim gel, dîsa pirsgirêkên wan ên jiyanê radigîhînim. Ne tenê jinên kurd, hemû jinên cîhanên divê çîrokên wan bên nivîsandin û vegotin.”
Mizgînê aşkera kir ku ew dixwaze nêrîna jinên bi gelenperî ya li hemberî xweza, dar û ajalan derxe pêş û wiha pê de çû: “Ev sitrana ku min nû çêkiriye çîroka jinekê vedibêje. Ev jina ku zewiciye, piştî demekî zarokeke wê çêdibe û mêrê wê dest ji wê berdide û diçe. Di gazinên xwe de dibêje ku ew hat û çû vê bihara min negihiya. Ez dixwazim bi projeyên wiha serpihatiyên di nava çivakê de bi rêya awazan ragihînim gel.”
ÊDÎ ALBÛMAN AMADE NAKE
Hunrmenda kurd Mizgînê diyar kir ku ew li ser albûmekî naxebite, dem bi dem stranên ku çêdike, bi rêya malperên înternetê diweşîne û sedema çênekirina albûmekê jî wiha nirxand: “Êdî wekî berê daxwazeke ku em biçin kasetek Mizgînê bistînin tune ye, ji bo wê jî em dibên stran bi stran bên çêkirin û bavêjin ser înternetê dê baştir bibe. Vê yekê wekî klîbekî jî mirov dikare bigire dest.”
Mizgîn Tahir demek dirêj li Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê perwerdeya operayê dida şagirtan, lê piştî qeyûm hat tayînkirin, gelek saziyên civakî ku xebatên çand û hunera kurdî dikirin, hatin girtin. Li ser pirsa hûn niha bi çi karî re mijûlin jî? Mizgînê ev bersiv da: “Ez niha jî xebatên xwe yên bi şaredariyê re berdewam dikim. Karê minê sereke berhevkirina arşîv û folklorê ye. Ev ne tenê folklora kurdî, dibe folklora herêmî û ya ermeniyan jî be. Ji xwe çandên li Rojhilata Navîn çandek tev li hev e, wekî keskesorekî ye. Divê tu van tiştên han bibînî, heta tu nebînî dê gelên din jî te nebînin.”
REWŞA ÇANDÊ NE BAŞ E
Mizgînê der barê xebatên çand û hunerê yên li bakurê Kurdistanê de jî nêrînên xwe anî ziman û aşkera kir ku rewşek xirab li holê heye û wiha pê de çû: “Rewşa xebatên çand û hunerê ne baş e, her gava ku diçe ji koka xwe qutbûnek heye. Yanî heta ku tu li ser axa xwe ne bî û piyên te erd negirtibe û kok bernedabe erdê, av nekişandibe, koka xwe qayîn nekiribe, pêşketin çênabe. Yanî em dinyayî ne, min opera xwendiye, min hunerek ewropayî xwendiye, lê ez vê xwendina xwe li vir çawa dibînim, ez vê pirsgirêkê çawa çareser dikim, li Rojhilata Navîn, li Bakur, li Rojava ez çawa lê dinhêrim, divê bê gotin ku rewşa çandê pir xirab e.”
Hunermenda operayê sedema xirabûna çandê bi pirsgirêkên modernîteya kapîtalîst ve girêda û di vê der barê de jî ev tişt anî ziman: “Yanî modernîte bandorekî mezin li her tiştî dike, li mirovan dike. Telefon ji destê me nakeve, tiştên ku derdikevin jî pir teknîkî derdikevin. Berê bêhtir bi xwezayî bû, ew awaz ji bilûrekî û ji tembûrekî derdiket. Dema ez helbestekî dixwînim, ez naçim li ser kompîtûrekî rûnanêm. Ez dibên çi derdikeve bila derkeve, wisa hêstên însanî bêhtir xweştir dibin.”
KAPÎTALÎZMÊ HEST KUŞTINE
Hunermenda jin Mizgînê di dema stran digot de dem bi dem dixwest mêvanê şahiyê jî tev li awazên xwe bike, lê mêvan qet tev li şahiyê nebûn. Vê yekê bala me kişand û me jî xwest em ji hunermenda jin bipirsin, hunermendê ev rewş wiha şîrove kir: “Çanda me winda bûy, berê şevbuhêrkên me bi coş derbas dibûn. Dema dengbêjekî digot, yê din bersiv dida û jêra çîroka wê digot û digot filankesê wilo, wilo kir. Divê ev civat ji nûve li koka xwe vegere. Mînak piçûkatiya min wisa derbas bû, bavê min dengbêj bû, hevalên wî dengbêj bûn, li hev diciviyan û sobeya êzingan pêdixistin, em hemû li wan dihewiyan, yekê çîrok digot, yê din stran digot. Piştra yekê din digot ma tu çîroka vê dizanê, hin kesan bersiv dida û mînak digotin ‘kurmê şîrê heya pîrê.’ Bi vî şeklî di nava civakê de çand belav dibû, ev tişt tev wina bûne. Ziq çavê me di wê televziyonê de ye, yan telefon di destê me de ye, em dikevin minîbûsê de, di rêzê de gişt çetê dikin, waye li tenişta te ye ka silavekê bidê, ev çanda danûnstandinê winda bûye, sedema wê jî teknîk e û modernîteya kapîtalîst e.”
Murat Sekmen - dihaber