AMED - Bi sirgûnan di nava 3 sal û nîvan de û li 3 girtîgehan pirtûka "Ji Dîrokê Dîrokeke Ehmedê Xanî" ji hêla nivîskara jin Laleş Çelîker ve hat nivîsandin. Ev pirtûka giran bûha, ji Weşanên Aramê derket û xwe gihand xwendevanan. Ev berhema ku bi zimanê şirîn ê bi kurdî hatiye nivîsandin, ketiye peye pirsa "Me çima berê xwe neda dilê dîrok û çanda xwe".
Pirtûka bi navê "Ji Dîrokê Dîrokeke Ehmedê Xanî" ji hêla Laleş Çelîker ve li girtîgehê hatiye nivîsîn û ji Weşanxaneya Aramê hatiye çapkirin. Ev berhema bi zimanê kurdî hatiye nivîsîn û ji bo xwendevanên kurdî berhemek giran bûha ye. Nivîsandina wê di 3 sal û nîvan de qediya û ji ber sirgûnan li 3 girtîgehan hatiye nivîsîn û yekane pirtûka Laleş Çelîker e. Çelîker diyar dike ku hevokên Ehmedê Xanî yên di pêşgotina pirtûkê de, rêya wê ronî kirine û wiha dibêje: "Li cihê hişmendiya sosyalîst, fikir, hişmend û felsefeyê rojavayî, me çima bi analîz, hêvî û fikrên Ehmedê Xanî paşeroja xwe ronî nekir. Me çima berê xwe neda dilê dîrok û anda xwe." Çelîker van pirsan hem li xwe û hem jî li xwendevanan dike û berê wan dide koka wan û ji hêlekî ve jî bi fikrên Ehmedê Xanî siyaseta rojameya îro ronî dike. Yek jî edîtorê Weşanxaneya Aramê Mehmet Çakmak aşkera kir ku zextên li dijî Weşanaxaneya Aramê berî OHAL'ê dest pê kiriye û der barê zextên li ser weşanxaneyê û pirtûka Laleş Çelîker a "Ji Dirokê Dirokeke Ehmedê Xanî” de nêrînên xwe anî ziman.
‘DEMA PIRTÛK HAT DESTÊ MIN EZ GELEKÎ BI KELECAN BÛM’
Mehmet Çakmak diyar kir ku pirtûk bi zimanekê zelal ê kurdî hatiye nivîsandin û dema pirtûk gihiştiye destê wî gelekî bi kelecan bûye û wiha axivî: "Ji Dîrokê Dîrokekê Ehmedê Xanî de atmosfereke wiha derket. Di pêvajoyeke wiha de li girtîgehê derketina berhemeke wiha gelekî bi wate ye. Dema nû gihişt destê min ez gelekî bi kelecan bû."
‘BI NÊRÎNA EHMEDÊ XANÎ DÎROK Û ROJA MEYA ÎRO TÊ ŞÎROVEKIRIN’
Çakmak diyar kir ku nêrîna cîhanî ya Ehmedê Xanî ya ji hêla Laleş Çelîker ve hatiye hilbijartin, ji bo siyaseta rojane jî xwedî pêwîstiyekî ye û piştrast kir ku di pirtûkê de şîroveyeke cidî ya dîrokî û ev jî bi belgeyan hatiye destekkirin û wiha pê de çû: "Prspektîfa helbestî ya bi nêrîna Ehmedê Xanî hatiye pêşkêşkirin, dîrok û roja me ya îro jî nû ve şîrove dike. Di pirtûkê de helbestên Ehmedê Xanî bi awayekî orjînal hatiye bicihkirin. Pirtûka ji du beşan pêk tê, di beşa yekemîn de serdema Ehmedê Xanî vedibêje. Di beşa duyeîn de jî rêbaza ziman a ku Xanî serî lê daye, birdozî û hişmendiya dewletê bi roja meya îro ve girê dide û şîrove dike. Taybetmendiya pirtûkê jî di vir de ye."
‘ZIMAN GELEKÎ LI PÊŞ E Û ZELAL E’
Çakmak der barê taybetmendiya kurdî û serdestiya nivîsê ya di Laleş Çelîker de jî şîrove kir û aşkera kir ku ziman gelekî xweş hûnandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ziman gelekî li pêş e. Tê fêmkirin, zelal û wekî ku peyv bi cimbizê hatiye kişandin. Serî li gelek peyvan nedaye. Dema vê dike nabe sedema windakirina fêmkirinê. Zimanê berhemê hêj hêsantir û zindî kiriye. Diyar e berhemeke xwedî ponijandinek cidî ye."
‘KURD ÇIMA NABIN YEK’
Çakmak der barê Yekitiya Neteweya Kurd de û di vê der barê de hewldanên Ehmedê Xanî yên wê demê û dema meya îro de jî kurd çima nabin yek de jî ev tişt anî ziman: "Ehmedê Xanî dibêje ku sedema parçebûna kurdan ne yekbûna wan e. Ez di vî warî de maf didim wî. Divê kurd çima bibin yek û çima yekbûna wan pêk nayê, di pirtûkê de hatiye şîrovekirin."
‘DEMA MIN LALEŞ XWEND EZ MEHTEL MAM'
Çakmak destnîşan kir ku ji ber şertên heyî berhem qasî ku heq dike nirx nabîne û piştrast kir ku di pêşerojê de yek jî berhemên herî bi nirx jî ev pirtûk e û wiha axivî: "Dema min Laleş xwend ez mehtel mam, min got 'Nivîskareke jin a wiha heye?' Heke pênûseke wiha bi hêz û şîroveyeke wiha serkeftî hebe, çima nehatiye dîtin. Bi zimanê kurdî nivîsandin hêj têkiliya bi kurdî re qayîm dike. Xwedîderketinek rast divê."
‘GELEK XEBAT BERHEMÊN SALAN DIDE NÎŞAN’
Di yek celseyê de 74 pirtûkên Weşanxaneya Aramê hatin berhevkirin û heta niha 150 pirtûkên wan hatine qedexekirin. Her çendî di serdema OHAL'ê de zext zêde bûn jî 40 pirtûk hatin çapkirin. Ji ber şert û mercan hin pirtûk çapa wan derengî ket û gotin ku divê nivîskar me efû bikin. Çakmak aşkera kir ku armanca wan zêdetir berhemên li çiyan û zindanan tên nivîsîn çap bikin û ev tişt anî ziman: "Ev kêm be jî di demên dawî de pêk hatin. Gelek berhemên ji girtîgehê hatine heye; lê em ji hemûyan re nabin bersiv. Gelek nivîskarên me ev 15-20 sal in di girtîgehê de ne, em berhemên bi salan in tên nivîsandin diweşînin. Em dixwazin bibin pireya di navbera girtîgeh û xwendevanan. Dema em vê dibînin hêza me xurtir dibe."
‘ME WEKÎ WEŞANÊN ARAMÊ RÊBAZEK DÎT’
Çalkmak da zanîn ku wan hemû derfetên xwe ji bo van berheman dîtinbar bikin, seferber kirine û wiha got: "Keda bi salan berhemek derxist holê. Dikare bê gotin ku êdî fêkiyên xwe dide. Dema me ev kir em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man. Pêvajoya siyasî diviya bû ew qas ne xirab bûya, heke pirtûkên me neyên qedexekirin û berhevkirin, dê dawî pêhtir xweştir be. Ji ber ku wekî Weşanxaneyên Aramê êdî me rêbazek girtiye. Berê gelek berhem beyî ku em xwe bigihînê winda dibûn. Êdî pirsgirêkeke me ya wiha nema."
‘DI YEK CELSEYÊ DE 74 PIRTÛK HATIN QEDEXEKIRIN’
Mehmet Çakmak destnîşan kir ku di pêvajoya OHAL'ê de bi derxistina KHK'yan re gelek sazî hatine girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek tiştên ku hatin serê saziyên din, di berê de tê serê me. Di yek celseyê de 74 pirtûkên me hatin qedexekirin. Niha qasî 150 pirtûkên me qedexe ne. Dema em beşdarî fûaran dibin, em zehmetiyan dikişînin. Dixwazin danustandina me ya bi xwendevanan re qut bikin. Bêguman ev dibin pirsgirêk, lê nikarin me ji rêya me vegerînin."
‘ZEXTÊN NIHA JI SALÊN 1990’AN DERBAS KIRIYE’
Çakmak aşkera kir ku di salên 1990'î de Weşanên Aramê hatiye avakirin, di wan salan de jî wan dest ji rêgezên xwe berneda ye. Çakmak derbirî ku zextên niha dişibin salên 90'î, lê ji wan salan jî buhurandiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Her çendî me gelek zext dîtibîn jî me xwe gihand van salan. Aliyên cuda yên wan salan û van salan hene. Di demên dawî de gelek berhemên ji zindanê hatine û bi giştî me 40 pirtûk çapkirin. Wek hejmar dibe kêm be lê em rêya xwe dewam dikin."
Ayşe Guney - dîhaber