Albûma Evînên Rêzan derket

STENBOL – Albûma nû ya bi navê “Yarê” ya hunermend Evînên Rêzan derket.

Albûma nû ya hunermend Evînên Rêzan ê ku bi salane di bin banê Navenda Çanda Med (NÇM) a bi KHK hat girtin de dixebitî derket. Albûma bi navê “Yarê” ji aliyê Kom Muzîk ve derket. Albûma ewil a Rêzan a bi navê “Mîr” di sala 2014’an de derxistibû. Rêzan diyar kir ku albûma wî ya “Yarê” bi kedek kolektîf hatiye derxistin. Albûm ji 11 stranan pêk tê û hemû stran kurdî ne. Her wiha di albûmê de stranên Rêzan çêkiriye û kiriye beste jî hene.