STENBOL – Xebatkarên Navenda Çanda Med dê roja 3’emîn a Cejna Remazanê bi dirûşmeya “Huner ne di nav 4 dîwaran de ye, huner li her derê bi gel re tê gel hev” konsera cejnê bidnin.
Xebatkarên Navenda Çanda Med a ku bi KHK’ê hat girtin xebatên xwe yên çand û hunerî da nav gel de didomîne. Navenda Çandê ya ku bi dirûşmeya “Huner ne di nav 4 dîwaran de ye, huner li her derê bi gel re tê gel hev” li avahiyên rêxistinên HDP’ê Dîwanên Gel ava kir û konseran da. Niha jî Navenda Çandê konsera Cejna Remazanê amade dike. Konsera ku li bendê ye 5 hezar kes tev li bibe, bi heman dirûşmeyê di 27’ê hezîranê de li Salona Boy Davet a navçeya Esenyurta Stenbolê dê konser li dar bixe. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim dê beşdarî konserê bibe. Hunermend Mem Ararat, Evînên Rêzan, Koma Stêrkên Azadiyê, Axdar, Dengbêj Sebrî Agirî û Xenî Qarayazî jî dê bi stranên xwe li ser dikê cih bigirin. Koma Ehmedê Xanî ya govendê jî dê bi govendê derkeve ser dikê.