STENBOL - Sînemaya Beyoglûyê ku ev 30 sal in li hemberî sînemaya yekdestîbûniyê têdikoşe û hewl dide ku li ser piyan bisekine, niha bi girtinê re rû bi rû ye.
Sînemaya Beyoglûyê ku ev nêzî 30 sal in li Pasaja Helebê ya li Kolana Îstiklalê ye, niha ji ber bêderfetbûyînên madî bi girtinê re rû bi rû ye. Yek ji avakarên Sînemaya Beyoglûyê Baha Sertel, anî ziman ku sedema bêderfetiyên madî ji ber eywanên sînemayê yên li Navendên Danûstendinan (AVM) hatine bicihkirin bi xwe ye. Sertel got ku, sînema bûye sînemaya yekdestîbûnê (monopolbûnê). Sertel, bi bîr xist ku 10 sal berê jî ew bi girtinê re rû bi rû mabûn û wiha got: "Çimkî, tora belavkirinê yekdestiyî bû û qadên sînemayê jî bûn qadên monopoliyî. Ev dihat wateya ku ne gelê Tirkiyeyê lê sektora taybet biryara fîlma ku dê kengî û li kuderê bê nîşandan dida. Bi yekdestîbûnê re li Tirkiyeyê temaşekirina fîlman hepsî hin sînoran hatin kirin."
'AVM MIROV BER BI TENÊBÛNÊ VE DIBIN'
Sertel anî ziman ku, temaşekirina fîlman çand û civakiyîbûn bû û wiha axivî: "Tenê hûn û perdeyê hene. Çûyîna sînemayê karekî daxwazê ye. Tu dema xwe li gor fîlm eyar dikî. Dema hûn tên sînemayê pêwendiya bi mirovan re çêdibe. Temaşekirina sînemayê karekî civakiyî ye. Niha bi sînemayên ku hepsî AVM'yan tên kirin ev civakiyîbûn tê tunekirin. Mirov di çerxeke stewr de, wî şensê ku mirovên nû nas bike winda dike. Ji bilî çend mirovan nikare pêwendiyê bi mirovên din re deyne. Bi vê re hûn dewlemendiya temaşekirina li sînemayê jî winda dikin û tenê dimînin."
'BI GIRTINA SÎNEMAYÊ RE EM Ê TENÊ BIMÎNIN'
Sertel, dest nîşan kir ku hin nivîskarên sînemayê, lîstikvan û komek temaşevan ji bo eywana Sînemaya Beyoglûyê neyê girtin kampanya dane destpêkirin. Sertel, diyar kir ku ev kampanya bêyî wan hatiye destpêkirin û ev cihê hêviyê ye. Sertel wiha domand: "Girtina sînemayên wek a me tê wateya windakirina hin nirxan. Temaşevanê sînemayê yê Tirkiyeyê oskarê dizane, lê çanda wan, awayên jiyana wan nizane. Tenê fîlmên pere dikin dixin gîşeyan, lê firsenda temaşekirina fîlmên din tune ye. Ev ne çanda temaşekirina fîlman e. Ji bilî fîlmên populer, fîlmên din di gîşeyan de cih bi dest naxin. Çandek li ber tunebûyînê ye. Bi windakirina vê çandê re tektîpbûyîn dest pê dike. Fikra 'kî çawa difikire min eleqedar nake" berbelav dibe. Dema wisa be lêkolîn û nîqaş jî çênabin û bi vê re pêşveçûyîn jî çênabe. Bi vî awayî dê tenêbûyîn û hepsîbûna malê bidome."
Ji bo Sînemaya Beyoglûyê neyê girtin Sertel ji bo piştevaniyê bang li her kesî kir.