Çîroka peykertiraşekî: Cara ewil çerçiyan ferq kir

MANÎSA - Welatiyê bi navê Salih Arslan dema li çolê şivantî dikir, ji keviran şekil çêkirin û bi vê hewldanê hezkirina wî ya peykertiraşiyê xwe da pêş û ev 51 sal in vê hezkirina hunerî berdewam dike. Arslan aşkera kir ku berhemên wî cara ewil ji hêla çerçiyên hatine gundê wan ve hatine ferqkirin û wiha got: "Min berhemên xwe dida çerçiyan, şe û neynik ji wan distand."

Salih Arslan ê 66 salî li Manîsayê dijî û 51 sal e peykertirajiyê dike, hezkirina xwe ya peykertiraşiyê bi xwezayê re hûnand. Kevirên ku Arslan diniqîne, beyî ku pereyekî bide ji xwezayê pêşwazî dike, meraqa wî ya peykertiraşiyê di 15 saliyê de dest pê dike. Arslan wê demê li Uşakê şivan e. Arslan kevirên ku kom dike, wan dineqişîne û peykerên piçûk ji wan derdixe, di demê re meraqa wî ya bi peykertiraşiyê re her ku diçe zêde dibe.

CARA EWIL ÇERÇIYAN FERQ KIRIYE!

Arslan destnîşan kir ku berhemên wî yên destpêkê ji hêla wî ve nehatine ferqkirin, tenê wekî pêlîstokekî li wan mêze kiriye, piştî çerçî tên gundê wan û ev peykerên xwe bi şe û neynikan hev du guheztine. Arslan dibêje ku "zarokî bû" û wiha pê de çû: "Piştî eleqeya li hemberî peykeran zêde bû, min êdî nefirotin. Min wê demê fîm kir ku ez pîşeyekî ku ji hunerê qût nikarim bigirim dest. Ev 51 sal in bê navber ez vê hunerê berdewam dikim." Arslan da zanîn ku di zarokatiya xwe de zêdetir bi keviran hunera xwe diafirand, niha zêdetir bi dar, kok û perçeyên textikan hunera xwe diafirîne û wiha got: "Di hunerê min de zêdetir fîgurên sewal derdikevin pêş û bûyerên mîtolojîj vedibêje."

DI RONAHIYA ÇIRAYÊ DE PEYKER

Arslan piştî bi tevahî li Manîsayê bi cih dibe, hunera xwe bi kêr, birek û tevşoyan diafirîne û di vê der barê de jî ev tişt got: "Ji ber ku pereyê min tune bû, ez bi salan li kuçeyan xebitîm. Min bi salan li ber ronahiya çirayê peyker çêkirin. Çiqileke darekî, piyên kursiyan ên ku cînaran avêtiye kuçeyê û şibeke hemû amûrên hunera min bûn. Destpêkê gel hunera min fêm nekir û wekî ku ez pûtan çê dikim, nêzîk bûn û ez wêder kirim. Min qet dest jê berneda. Rojekî min çiqilên dara palmiyeyê birin malê, hevjîna min gelekî hêrs bû. Xwest ez bavêjim sergoyê. Dema min berhemek ji wan çiqilan derxist, fêm kir ku şaşî kiriye."

HÊZA XWE JI HUNERÊ DIGIRE

Arslan diyar kir ku wî di sala 2012'an de bi navê "Agaçkakan" atolyeya xwe vekiriye, di peykeran de hêstên xwe dide der û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di demê re min ferq kir ku di parçeyên daran de fîgur hene. Dema ez berhemekî çê dikim ji cîhanê qut dibim. Ez 66 salî me ji ber çêkirina peykeran laşê min gelekî bi hêz e, ez hêza xwe ji hunerê digirim."

Gokhan Oner - dîhaber