AMED – Şanoger Kemal Ulusoy ê 25 sal berê di NÇM'e de dest bi şanogeriyê kir, diyar kir ku bi tayinkirina qeyûmê dîsa hişmendiya “Qedexekar" a bîrdoziya fermî ji nûve bi ruh bûye. Ulusoy, destnîşan kir ku li gel navendên mezin hatin girtin jî di kargeriyên biçûk de bêtir diafirînin. Ulusoy, salên destpêka NÇM'ê bibîr xist û got: "Em dîsa vegeriyan cewherê xwe."
Şanoger Kemal Ulusoy ku 25 sal berê li Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ya ku destpeka sazîbûna xebatên çanda kurdan e dest bi şanogeriyê kir, li ser çîroka şanogeriya kurd a NÇM'e rawestiya. Ulusoy, li Şanogeriya Bajar a Amedê ku wekî kargeriyekê li jêrzemînekê avakirine, rewşa şanogeriyê axivî. Ulusoy, behsa destpêkirina avakirina NÇM'ê ya salên 1990'an kir û wiha got: "Di salên 1990'an de şer û tundi zêde bû. Kurd di bin zilmê de bûn. Li ser kurdan polîtîkayên bişaftinê hat meşandin. Divê mirov avakirina NÇM'ê wekî berdewama têkoşina raperîn, hişyarî û bi nasnamebûna çanda Kurdistanê ye. Têkoşîna ji bo bigêje nasnameya çanda xwe bû. Avakirina NÇM'ê, raperîna li dijî komkujiya çand û hunera kurdan bû. NÇM yekem sazîbûna hunera kurdan e. NÇM di sala 1991'an de li Tarlabaşi ya Stenbolê hat avakirin. Dema ez behsa wir dikim hêj tabela ya wir û xebatên wir li ber çavê min zindî dibin. "Navenda Çanda Mezopotamya-Mezopotamya Kültür Merkezi(NÇM)" Bi rengê Kesk, sor û zer bi avahiya 4 qatan de hatibû daliqandin. Dîmenek muhteşem bû mirov dixist nava kelecanê. Ew di sere min de hem li Stenbolê û hem li cîhanê wekî Kurdistana herî mezin a gerdûne bû. "
Ulusoy, anî ziman ku dema ji Tarlabaşi derasî Îstiklalê bûn, bi mehan niqaş kirin û got: "Me got em dê çawa hebûna xwe di nava gel de berdewam bikin. Dibe ku di navbera Tarbabaşi û îstiklale de kolenek hebe. Lê du heb cîhanên ji hev cuda bûn. Me got em dê li wir çawa xwe bigînin gel û hebûna xwe berdewam bikin. Ez vê yekê ji ber meskenê fîzîki dibêjim. Ez hêj di aliyê hestiyarî de girêdayî meskenê berê me. Wê deme li wî meskenê biçûk Apê Musa, Îsmail Beşikçî, Feqî Huseyin Sagniç hebûn. Destdayina wan meskenan mirov dîsa dibe wan rojan. Di rojên bori de dema ez disa çûm Stenbole min xwest disa biçim wir lê mixabin ji ber bajarvaniya nû Tarlabaşi û ew avahî tev hatibûn xerakirin."
Di qada çand û hunere de gava li wir hat avêtin pir muhtaşem bû. Gavek pir rast û stratejik bû. Bi dehan hunermend perwerde kir. Yên hêj hunermendiye dikin hene. Yên hunerê nakin jîhene. Yên tevli têkoşîna çekdari bûn û şehîd ketin jî hene. Wêderê xwedî gelek wate û bi qimet bû. Diviya bû wir bûba muze. "
Ulusoy, anî ziman ku di sala 1992'an de tev li Şanoya Jiyana Nû ya NÇM'ê bû û wiha got: "Wê demê di xebatan de lîstikên gel, folklor, şano, resîm, muzîk, Kovara Jiyana Rewşen hebûn. Di salên peş de beşa hunerî û dîtbarî pêş ket. Cihekî 40-50 kesî bû. Dîsa Ciheki 2-3 metre kare ye kulîsê jî hebû. Hemu xebat li wir dihatin kirin. Cihekî biçûk bû. Lê xebatek gelek zêde dihat kirin. Mirov dikare bêje wir wekî Kurdistana biçûk bû. Çawa xeyala mirov li Kurdistanek azad wekî xeyal be, vekirina wir jî wekî gihiştina Kurdistana azad bû. Pir bi wate û bi rîsk bû. Ji bo me hebûna me ya li wir kelecan û îdîayek mezin bû. Me li wir xwe, nasnameya xwe û çanda xwe nas kir û peş xist.
Her kes bi eşk û baweriyek mezin bi ked û fedekariyek mezin dixebitin û xwe tev li xebatan dikir. Hemû kesên dikarîbûn xêz bikirana di qada xwe de tiştek dikirin û di afirandin. Tijekirina wir iro wekî tijekirina salona 5 -10 hezar kesî kelecan û coş dida me. Dema salona biçûk 50-60 kes tije dikir kelecanek pir mezin bi mere çêdikir. Tevlebuna me ya bi welatparezî, piştî dîmenên wisa bêtir em teşwîkî karê profesyonel û baştir dikirin."
Ulusoy, anî ziman ku berî tev li xebatên şano bibe listika Mişko ya derhênirya wê Mamoste Cemil dikir hebû û wiha lê zêde kir. "Di wê lîstikê de ji karkerê inşatê heta firoşkerê seyar, ji konfeksiyonvan heta qaden din her mirovi di nava lîstke de cihê we digirt. Di nava wê ekîbê de xwendekare lise û zanîngehê pir kêm bûn. Her kesên dihatin wir diafirandin. Cihgirtina wir serbilindiyek bû. Di heman demê de berpirsiyariyek dixwest. Piştî demekê xebat li pir pê ket NÇM'ê li bajarên din şaxên xwe vekir. "
Ulusoy, bal kişand piştî serdema ku siyaseta kurd li bajaran şaredari bi dest xist û di bin baneyen şaredariyan de dest bi xebatan kir û wiha lê zêde kir: "Aliyên erênî û neyînî yên vê pêvajoyê hene. Di şertên dijwer de ji bo mirov bigêje mafê xwe ruh û dildariyekê diwaze. Lê di şertên erênî de bêtir rehetî û sistahiyekê bi we re çê dike. Li Nisebîn, Wêranar, Wan û Amede meskenên gelek mezin hatin vekirin. Avakirna meskenan giring e. Lê bikaranîna wan jî pir giring e. Saziyên me çêbûn, lê hundire wan hatin valikirin. Herî zede hilberin ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amede ve pêş ket. Ne ji bo îro ji bo beriya qeyûmê ez dibêjim. Di qada şano de gavên girîng avêt. Hunermend pêş xist û estetîkek ava kir. Ger ku piştî qeyûmê valahiyek çê bû, xuya dike ku me li cihê fireh dora xwe û peşiya xwe baş nedîtiye. Me di vê pêvajoyê de zêdetir pêdivî bi çûna nava gel nedît. Li van meskenên mezin marjinbûn hinekî pêş ket. Gelo me Wêranşar tije kir? Me xwe tenê bi Amedê sînordar kir. Me iro çawa li Amedê xebatên alternatif ava kir, me dikarîbû li Nisebîn Wêranşarê jî altarnatif ava kiribuya
Tişta ku bîrdoziya fermî ji me dixwaze ev e. Hemû der desteser kirin. Cih û warên mezin ên bi desteserkirinê êşek mezin bi mere çê dikin. Lê dijberi vê yekê em vê yekê wekî qeder nabînin û di cihê biçuk de jî tekşina me berdewam dike. Ev jî ruhekî din bi xwe re çê dike."
Ez dina dîsa li rojên berê yên destpêka NÇM'ê vedigerim. Em li vir ji paqijiyê heta eleqeya bi mêvanan re ji her tişti berpirsiyar in. Ev ruh û hestek cuda bi mirovan re çê dike. Ev bêtir ruhê piştevanî û kolektif peş dixe. Li aliyekimirov xemgin dibe. Li aliyeki mirov biberdikeve. Bila salona Hezar û 700 kes vala bimîne. Lê salona li vir a 82 kesan bêtir bi wate û qîmet e. Ev çavkaniya hêviyê ye. Hêvî dibe bawerî û rê li pêş hilberin û afirandinê vedike. Li cihê wisa ruhê kolektif pêş dikeve. Em hatin vir em disa li cewherê xwe vegeriyan."
LÎSTIKA YEKEM DI MEHA PEŞ DE LI SER DIKÊ YE
Ulusoy, bal kişand ser listika xwe ya yek kesî û wiha got: "Em dê vê lîstika xwe ya yekem di meha peş de bilîzim. Di vê lîstike de bûyerên civaki dike mijara qerfê.
Wekî lîstika teqlid e. Weki em rastiya civakê li ser dikê bi ruh bikin. Ez bi piranî navê listikê dihêlim taliyê. Hêj min navê lîstika nû diyar nekiriye. Ez dixwazim kêfê ji lîstika we bistînim. Dema ez vê lîstikê tînim ziman jî bi min re kelecanek çê dibin. Divê mirov tişteki bike, hîs bike bijî û bilîze. Ez hewl didin vana bi hevre derxim ser dikê. Hêj bêhna mekanê Tarlabaşi, kursî, temaşevan bêhn û dimen li ber çavê min in. Ger ku hêj heyecan hebe paşeroj jii zindi ye."
Dicle Müftüoğlu - dihaber