Bi hestera li Zozanên Feraşinê bistrê dijî

ŞIRNEX – Dengbêj Fadilê Cizîrî ku ji ber nexweşiya xwe êdî nikare bistrê diyar kir ku bi hesret e biçe zozanên Faraşînê bistrê .

Dengbêj Fadilê Cizîrî yê 55 salî, ji ber nexweşiyê êdî nikare wekî berê bistrê. Fadilê Cizîrî ji ber nexweşiya Parkinsonê rojên dijwar derbas dike. Fadilê Cizirî ku kurê wî Cemal di qezaya trafîkê de, kurê wî Murat Egul di şerê nava bajar de jiyana xwe ji dest da niha di nava şertê tunebûnê de li Cizêrê bi nexweşiya xwe re têdikoşe. Fadilê Cizirî ku bi awaza strana “Heyran Jaro” ya li hemû zozan û çiyayê Botanê belav bûye tê naskirin ji ber nexweşiyê êdî dengê xwe winda kiriye û nikare weki berê bistrê. Cizîrî, ku bi stan û awazên xwe tê zanîn û nasîn bi hesret e ku biçe Zozanê Faraşînê û dîwanê ava bike û bistrê. Cizîrî, ji ber nikare di dîwanan de dengbejiyê bike û bistrê xemgîn e.


Cizîrî, hem bi kewên gozel ên ku wan kedî dike û hem jî car caran bi stranên ku ji mêvanan re dibêje sebra xwe tîne. Cizîrî dixwaze bê dermankirin û dîsa bigêje dengê xwe yê berê û li Zozanê Feraşinê bistrê.
Cizîrî hêj 14 salî bû li zozanan digeriya û tevî dîwanên dengbêjan dibû û stran digot. Cizîrî, diyar kir ku çanda dengêjiyê barkişandina çandê ya bê berdêl e. Li hemberi vê barkêşiya çanda dengbêjiyê tu berdêl nayê xwestin. Cizîrî, anî ziman ku dengbêjî di heman demê de hiş, zanebûn û dîrok e û hafizayekê ava dike. Cizîrî, anî ziman ku îro muzîka populler a kurdan jî çavkanî û hebûna xwe ji dengbêjiyê digire û wiha got: "Gelek berhemên Tahsin Taha û dengbêjên din îro wergerî tirkî hatine kirin. Ez bang li hemû ciwanên kurd dikim ku li muzîka kurdî û dengbêjiyê xwedî derkevin. Dengbêjî di nava gel de pêş dikeve. Çand, êş û şahiyê gel tîne ziman û belav dike." Cizîrî, ji ber kes bi nexweşiya wî eleqeder nabe jî rexneyên xwe kir û xwest li hemberî nexweşiya wî hestiyar tev bigerin.