Pêşangeha Şoreşa Sovyetê vedibêje didome

STENBOL - Pêşangeha "Afîşên Sovyetê yên ku li dijî faşîzmê têdikoşin" didome. Bi boneya100'emîn salvegera "Şoreşa Cotmehê ya Sovyetê", di pêşangehê de hemû afîşên ku berê dihatin bikaranîn û hatine jibîrkirin û yên ku roja îroyîn tên bikaranîn hatine berhevkirin û tên pêşandan.

Li Şîşliya Stenbolê Komeleya Hunerê ya Ekînê ya Ayişigiyê bi boneya 100'emîn salvegera "Şoreşa Cotmehê ya Sovyetê", pêşangeha "Afîşên Sovyetê yên ku li dijî faşîzmê têdikoşin" vekir. Di pêşangehê de hemû afîşên ku berê dihatin bikaranîn û hatine jibîrkirin û yên ku roja îroyîn tên bikaranîn hatine berhevkirin û tên pêşandan. Pêşangeh di 13'ê Hezîranê de hat vekirin û dê heta 13'ê Tîrmehê vekirîbe. Saeta serdanê her roj saet di navbera 15.00-20.00'an de ye.

AFÎŞ TENÊ CIH NAGIRIN

Li pêşangehê li gel afîşên ku ji bo tevlîbûna şerê li dijî Hîtler bang li her kesî dikin, pirtûkên Lenîn, kartpostalên serdema Sovyetê û berhemên girîng ên dema Soveytê jî cih digirin.

Yek ji endamên Desteya Weşanê ya Kovara Onsuzê Songul Yucel dest nîşan kir ku pêşangeh bera xebateke kolektîf e û wiha got: "Di sala 100'emîn a Şoreşa Cotmehê de, em hewl didin ku di meha Cotmehê de heman pêşangehê li bajarekî cuda vekin. Di salên 90'î de hevalekî serdana Sovyetê kir û katalogeke ku 25 afîşên orjînal tê de bûn anî Tirkiyeyê." Yucel, anî ziman ku lê niha di dest wan de tenê 21 afîş mane û wiha got: "Me jî xwest em bi boneya 100'emîn salvegera Şoreşa Cotmehê van afîşan nîşan bidin."

Yucel bi bîr xist ku, di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de li Lenîngrad û Stalîngradê Hîtler ji bo dagirkeriyeke mezin hewl dida û wiha got: "Hunermandan jî bi afîşên ku çêkirin li dijî dagirkeriyê baweriya serketinê ya gel xurt dikirin. Jixwe mebesta sereke ya afîşan ew e ku wê tirsa li ser gel rabikin û ji bo parastina Soveytê bang li gel bikin."

'JI ŞOREŞA COTMEHÊ BER BI GEZÎ Û ROJAVAYÊ'

Yucel, dest nîşan kir ku afîşa jina kincsor remza ji "Şoreşa Cotmehê" ber bi Gezî û Rojavayê ye û wiha axivî: "Ev poster hat roja îro û li her derî dertê pêşberî me. Îro di poster, afîş û logoyan de cih digire. Sorahiya Şoreşa Cotmehê heye, ya Geziyê heye û keça me ya fûlarsor heye. Ev hemû remzên serketinê ne. Em xwedî li vana derdikevin û em ê derkevin jî."

Yucel, ji bo serdana pêşangehê bang kir.