Hunermendê îranî Davod Muhammed: Muzîk jênegera jiyana min e

ÎZMÎR - Hunermendê îranî Davod Muhammed ê ku ji bo demek kurt ji Îranê hatiye Tirkiyeyê û bi beste û ensturmanên xwe piştgirî dide Komeleya Muzîsyenên Îzmîrê diyar kir ku muzîk jênegera jiyana wî ye.

Komeleya Muzîsyenên Îzmîrê (ÎMD) ku bi cudahî û piştevaniya xwe li gel dersên flut, tembûr, gîtar, klarnet, baterî û şan, dersên qerete, atolyeya xweparastina rewa, perwerdehiya jinan û tendirûstiyê dide bê navber xebatên xwe didomîne. Komeleya ku xebatên xwe bi pir zimanî dide, hewl dide xebatên koroya ku stranên bi kurdî, erebî, farisî û ermenî û gelek zimanên din dibêje bi dawî bike.

BI AWAZ Û ENSTURMANÊN XWE PIŞTGIRÎ DIDE

Gelek hunermendên ji derve tên Tirkiyeyê piştgiriyê didin komeleyê û yek ji van hunermendan hunermendê îranî Davot Muhammed ê 31 salî û dikare 16 ensturmanan lêxe ye. Muhammed ku beriya demekê bi hevjîna xwe Mina Ghasemina re hat Tirkiyeyê bi awaz û ensturmanên xwe piştgirî dide koroyê. Muhammed diyar kir kul i Îranê aktoriyê dike, besteyan amade dike û wiha got: “Ez dersên hunera lêxistinê jî Didim. Li Tirkiyeyê jî bi riya hevalên xwe min komele nas kir û bi dildarî piştgiriyê Didim komeleyê. Xebata dildarî min keyfxweş dike. Ez alîkarî Didim komeleyê komele jî ziman nîşanî min dide û tecrubeyên nû li ser yên min zêde dike.”

‘MUZÎK JÊNEGERA JIYANA MIN E’

Muhammed da zanîn ku 20 sale bi muzîkê re eleqedar dibe û wih pêde çû: “Min di 11 saliya xwe de perwerdehiya muzîkê dît. Li Tehranê min dibistana bilind a muzîkê xwend. Min li Îranê ji bo hunermendên nav û deng bestê çêkirin û aranjorluk kir. Ez ji hemû tiştan îlham dibigirim û besteyan çêdikim. Ez tenê bi muzîkê re eleqedar bûm û min kir jênegera jiyana xwe. Ez dixwazim li Tirkiyeyê bimînim. Tiştek fêrî zarokan kirin hestek pir cuda ye. Min gelek xwest ku bi zimanê xwe li ensturmanan bixin. Di nava zarokên em perwerde dikin de zarokên ji ber şer reviyane jî hene. Em tiştên dizanî nîşanî wan jî dikin û em hewl didin bi muzîkê wan keyfxweş bikin. Kêmek jî be em hewl didin tiştên jiyane bi wan bidin jibîr kirin.”

‘DIVÊ EM BÛYERÊN CIVAKÎ BI MUZÎKÊ VEBÊJIN’

Muhammed anî ziman ku gelek hevalên wî yên nû çêbûne û wiha axivî: “Ez li qada ku xebatan Didim meşandin bi Îngilîzî û Farisî stranan dibêjim. Gelek xebatên xweşik ên komeleyê hene. Kesên tên komeleyê gelek bi xwestin. Bi çandê re mijûl bûn ji bo me hestekî jênevegere. Di demek kin de em ê vegerin Îranê. Ez nirxek mezin Didim çalakiyên ji bo hestiyariya civakî. Ji ber em mecbûrin ku li dijî tiştên tê jiyîn hestiyar tevbigerin. Em mecbûrin bûyerên civakî bi beste û muzîka xwe bigihînin cihekî. Divê em bûyerên civakî bi muzîkê vebêjin.”