ENQERE - Muzîkjen Hannah Berger ku bi ermenkî, kurmancî, kirmnackî, farisî, tirkî, îbranî û latînî distrê felsefeya muzîka xwe jî wiha pênase kir: "Muzîka bi zimanên cuda mirovan digihîne hev."
Muzîkjenê macarîstanî Hannah Berger, bi muzîka xwe ya ziman û zaravayên cuda balê dikêşe ser gerdûniya hunerê. Berger, di 7 saliya xwe de bi piyanoyê dest bi muzîkê dike û paşê muzîkjenekî iraqî dersê didê û stranan dibêje. Berger pêşî bi zimanên balkanî û zimanê xwe yê dayikê macarî stran digotin, lê ev 24 sal in ku berê xwe daye muzîkeke pirzimanî. Berger anî ziman ku, heta niha wî bi gelek zimanan stran gotiye.
Ev 20 sal in ku ji ber muzîka pirzimanî Berger serdana Anatolya û Mezopotamyayê dike. Berger diyar kir ku her ku ew serdana Anatolya û Mezopotamyayê dike çandeke nû dinase û hewl dide berhemên van çandan bibêje. Piştî ku Berger Anatolya û Mezopotamyayê dinase bi kurmancî, kirmnackî, ermenîkî û farisî jî dest bi gotina stranan dike.
Berger, got ku di nav stranên kurmancî û kirmanckî de herî zêde strana "Were Rindê" û "Elqajiyê" bandor lê kirine û bi tirkî jî strana "Bu Tepe Pullu Tepe" û "Fadîle". Berger, anî ziman ku ew muzîka civata elewiyan jî ji nêz ve dişopîne û her ku ew tê Tirkiyeyê teqez serdana saziyên elewiyan jî dike.
Berger muzîkê wek "hunereke ku pira di navbera çandan de" pênase dike û felsefeya muzîka xwe jî wiha tarîf dike: "Muzîka bi zimanên cuda mirovan digihîne hev."
10 STRAN 6 ZIMAN
Berger, diyar kir ku ew 2 meh berê ji bo xebata albumeke nû hatiye Tirkiyeyê. Berger da zanîn ku di albuma wî ya nû de bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) farisî, ermenîkî, tirkî, îbranî û latînî bi giştî 10 stran hene.