ŞENGAL - Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Xweser a Demokratîk Heso Îbrahîm, bal kişand ser serdema berî komkujiya Şengalê û piştî wê, guhertinên di civaka êzidî de nirxand. Îbrahîm got ku "Firkên Ocalan di civaka êzidî de şoreş pêk anî" û wiha got: "Keçên me yên berê nikaribûn derkevin derve, di çeperan de parastina xwe dikin."
Berê firkên Ocalan di nav çivaka êzidî ya li Şengalê de belav bibe û piştî, guhertinên li herêmê ji hêla Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Xweser a Demokratîk Heso Îbrahîm hat şîrovekirin. Îbrahîm aşkera kir ku ew ber bi îlankirina xweseriyê ve diçin û wiha axivî: "Piştî me fikrên Ocalan nas kir, ji hunerê heta siyasetê, di hemû qadê de şoreş pêk hatin."
JI BO 200 XWENDEKARAN PERWERDE
Îbrahîm ê helbestvan û stranan jî çê dike, da zanîn ku wan bi Komîteyeke Çand û Hunerê ya 4 kesan dest pê kiriye, îro veguherine saziyeke mezin, perwerdeya muzîk, şano, govend û defê didin zarokên êzidî. Îbrahîm piştrast kir ku wan heta niha perwerde daye 200 zarokan, zarokên perwerde dîtine, di savegera Komkujiya Şengalê, Çarşema Sor û di roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hunera xwe pêşkêş dikin.
Îbrahîn destnîşan kir ku di muzîka êzidiyan de zêdetir mirin, ferman derdiketin pêş û wiha pê de çû: "Hin fêkî di biharê de, hin fêkî jî di payîzê de digihêjin, ya me jî tiştek wiha ye. Niha stranên me bûne stranên şoreşê. Wekî mînak 'lêxin xweşkên min o lêxin, ji bîr nekin bila Rojava her dem di hişê we de be, ji bîr nekin û dijminê we hilweşînin', ev naveroka stranên me yên nû ne."
HUNERA ÊZIDIYAN DEWLEMEND E
Îbrahîm li ser dewlemendîya çand û hunera êzidiyan jî rawestiya û piştrast kir ku hunermendên Şengalê têgihîştî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sedema wê jî ew e, gelê êzidî di fermanan re hatiye derbaskirin. Civakê xwe di warê nivîs û pênûsê de xurt nekiriye, dîroka xwe nenvîsiye, lê bi kesyatiya hunermendên xwe fermanên ku pêk hatine heta roja îro anî ne. Heke em mînakekê bidin; der barê Şengalê de bi dehan stranên folklorîk hatine gotin. Di van stranan de osmanî çawa hatine bakurê Kurdistanê û hatina xelîfeyê ya li Kurdistanê tê vegotin. Li dijî van berxwedana kurdan di çi astê de ye hemû tê gotin. Wekî mînak, straneke bi navê Delala Musil heye, straneke dirêj û dilşewat e. Li dijî keçekê bêbextî tê kirin û kesek tê kuştin. Ne nivîskî ye, lê dema hûn guhdar dikin di nîv saetî de hemû tiştî vedibêje. Dîsa mînakekê bidim, di serdema Osmaniyan de, straneke ku çîroka Şêx Mîrza dibêje heye. Ez dîroka wê nizamin, lê dema ew avêtine zindanê, dibêjine Şêx Mîrza heke ew ola xwe biguhere, dê paşatiyê bidin wî, ew jî xençera leşkerekî digire û qasî 20 leşkerî dikuje û şehîd dikeve. Ev hemû di stranê de heye."
‘AX DAYIKA ME YE’
Îbrahîn destnîşan kir ku tiştên li Şengalê îro diqewimin, dê li dîroka wan bê nivîsandin û ev tişt got: "Ev helbest û stranên ku em dinvîsin, dê di paşeroja me de bibin dîroka vê civakê. Me ne tenê ji bo şehîdên Şengalê nivîsîne, tenê şervanên Şengalê li vir şehîd nebûn, ji çar parçeyên Kurdistanê şervan li vir şehîd bûn. Ji bo azadiyê canê xwe dan. Ez ji hevrêyên xwe re dibêjim 'Şengal dayika me ye', ev welat û ax dayika me ye."
‘EZ ŞENGAL IM, DEYNDARÊ OCALAN IM'
Îbrahîn der barê 'Helbesta Şehîdan' de jî agahî da û ev tişt anî ziman: "Di vê helbestê de navê 49 şehîdan derbas dibe, piştî Şengal rastî îxanetê hat, ev helbest hat nivîsîn. Niha di civaka me de hin mirov dibêjin, 'Kurdan ji me re îxanet kir'. Berî fermanê dema digotin kurd, me tenê başûrê Kurdistanê dizanibû. Me kurdên li Rojava, Bakur û Rojhilat û dewletên mêtinger nizanibû. Me digot kurdên Tirkiye, Sûriye û Îranê. Li dijî gotina 'kurdan îxanet li me kir' em bi helbesta 'na' dij derdikevin. Di helbestê de tê gotin ku 'ne cara yekê ye bayê îxanetê gulan dadiweşîne, bese êdî navê kurdî bi kar neyne'. Ez dibêm 'Na ez Şengal im, dayika Kurdistanê me'. 'Xayîn her dem xayîn e, bila dilê te neşewitîne, li dora te bi hezaran gerîla û Apocî hene' û navê bi hezaran şehîdan tê ser ziman. Ez di vê de jî dibêjim, 'Ez Şengal im, deyndarê Ocalan im. Ji bo xatirê van şehîdan ez Kurdistan im."
Îbrahîm xwe baweriya jinên Şengalê jî bi dilgermî pêşwazî kir û got ku "Berê keçê me nikaribûn ji malên xwe derkevin, niha di çeperên şer de parastina xwe dikin." û ev agahî da: "Piştî civaka êzidî fikrên Ocalan nas kir, dît ku pir nêzî felsefeya me ye. Êdî jin û keçên me parastina xwe ya cewherî dikin. Keçên me bi heman hişmendiyê berbi pêşmergeyan ve naçin, ji ber ku hişmendî cuda ye. Şehîd Bêrîvan keça me bû, li çiyayên Bakur şehîd ke. Berê hevjîma min nikaribû derê derve, niha hevseroka meclisê ye."
‘RÊYA RAST RÊYA OCALAN E’
Îbrahîm aşkera kir ku fikrên Ocalan ji bo hemû kurdan û mirovahiyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez ji hemû kurd û Kurdistanê re vê bêjim. Vê xeta azadiyê ya Ocalan baş fêm bikin. Ji bo kurdan rêya rast ev e. Bila her kes li gorî ol û baweriya xwe bijî, lê fikr û felsefeya Ocalan ji bo mirovahiyê ye. Ez ji gelê êzidî re vê bêjim; dost û dijminê xwe baş nas bikin. Kî/ê dost e, kî/ê dijmin e baş fêm bikin. Kî/ê birîna kûr dike, kî/ê birînda dipêçe divê ev bê zanîn. Ez hêvî dikim ku her kes xwedî li bîr û baweriya xwe derkeve.
Selamî Aslan - dîhaber