Şanogerên kurdistanî li ser rêya Îzmîrê ne

ÎZMÎR - Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstikên xwe yên dawî bala civaka kurd kişand ser xwe û şanogerên kurd bi lîstikên wekî "Dawiya Dawî" û "Qirix" li ser rêya Îzmîrê ne. Lîstikvana jin Berfîn Emektar da zanîn ku ew ê lîstikên xwe pêşkêş bikin û wiha axivî: "Em dixwazin hişmendiya mêtingeriyê aciz bikin."

Piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rêya qeyûm hat destaserkirin, şanogerên kurd Şanoya Bajêr a Amedê ava kirin, bajar bi bajar digerin. Di çarçoveya turneya Îzmîrê de dê şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê di navbera 6 û 7'ê Tîrmehê de li Îzmîrê hunera xwe pêşkêş bikin. Şanoger dê li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Tepekuleyê bi lîstikên "Dawiya Dawî" û "Qirix" derkevin pêşberî temaşevanan. Piştî kar û xebatên li Îzmîrê, şanoger xwe ji bo Enqere û Edeneyê amade dikin.

BI KEDA 27 SALAN KETINE RÊ

Lîstikvan Berfîn Emektar aşkera kir ku ew li hemberî temaşevanên li Îzmîrê ji nih ve di nav kelecanê de ne û wiha got: "Piştî me birayarên xwe bi xwe girtin, xebatên me hêj dewlementir bûn. Em xwedî kedeke 27 salan e û roja ku ev xebat hatiye destpêkirin û heta niha, yekane saziya şanoyê ya gelê kurd e." Emektar da zanîn ku bi şagirtên xwe re hejmara wan derketiye 23 kesan û ew ê wekî civaka şanoyê xebatên xwe xurtir bikin.

Emektar der barê naveroka "Dawiya Dawî" û "Qirix" de jî hin agahî da temaşevnan û wiha pê de çû: "Lîstika Qirix Balê dikişîne ser çanda kurdî. Bi mijara xwe kulhanbegê Amedê vedibêje û çandeke xwe ya taybet e. Ev lîstik zêdetir çanda polîtîk a salên 99'an vedibêje, piştî ji hêla karîkatûrîst Dogan Guzel ve hat xêzkirin, wergerî şanoyê hat kirin."

'EM Ê MÊTINGERIYÊ ACIZ BIKIN'

Emektar destnîşan kir ku xebata wan bandorê li ser çand, huner û zimanê mirovan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şanoya Bajêr a Amedê ev 8 sal e şanoya kurdî dike. Em bandora wê ya li ser zimanê bajêr dizanin. Salê 2-3 lîstikên kurdî yên zarokan tên pêşkêşkirin. Piştî Şanoya Bajêr a Amedê hat avakirin, xebateke rast dertê holê. Heke lîstikên me êrîşên faşîzan wêder bike, wê demê em karekî baş dikin. Heta niha xebatên me ew aciz kirin. Em jî dixwazin vê bikin û mêtingeriyê aciz bikin."