Helbestvan Rêdûr Dîjle: Di şexsê Xanî de ziman û gelek tê binpêkirin

AMED - Helbestvan Rêdûr Dîjle serpêhatiya xwe ya helbestnivîsandinê û pirtûka xwe ya duyem Kêsekê vegot. Dîjle diyar kir ku, hîn jî kurdî bi êrîşan re rû bi rû dimîne û li hemberî tabela, rojname û herî dawî li hemberî peykeran jî êrîş çêdibin. Dîjle anî ziman ku mebest ji rûxandina peykerê ramanwerê kurd Ehmedê Xanî binpêkirina ziman û gelekî ye.

Pirtûka duyemîn a helbestan a edîtorê kurdî yê dihaber’ê Rêdûr Dîjle, xwe gihand ber destê helbesthezan. Piştî pirtûka wî ya yekemîn “Eşêfa Temenekî” ku di sala 2012’an der çûbû, 5 salan şûnde vê carê bi navê “Kêsek” pirtûka wî ya duyemîn a helbestan ji Weşanxaneya Lîsê der çû. Me der barê pirtûka wî ya nû û wêjeya zimanekî qedexe de bi Dîjle re sohbet kir. Her wiha Dîjle rûxandina peykerê ramanwerê kurd Ehmedê Xanî jî nirxand û wiha got: “Mebest ji rûxandina peykerê ramanwerê kurd Ehmedê Xanî ew e ku civaka kurd bitepisînin, wêje û zimanê wê biçûk bixînin û bêrûmet bikin. Di şexsê Xanî de binpêkirina ziman û gelekî hatiye xwestin.”

*Piştî 5 salan pirtûka te ya duyemîn Kêsek weşiya. Tu karî serpêhatiya xwe ya helbestê vebêjî?

Wek sal tam nayê bîra min, lê wek gelek kurdî min jî bi zimanê tirkî dest bi helbestê kir. Lê cihê nîqaşê ye ku mirov çi qasî ji wan tiştên ku min wê demê nivîsandine re bibêje helbest. Lê di dema dibistana seretayî, pola 3’yemîn, de min dest bi nivîsandinê kir. Her çi qas temenê min biçûk be jî, wê demê tesîra futbolê zaf li ser min hebû. Ez alîgerekî Beşîktaşê bûm û min ji bo wê helbest dinivîsandin. Piştî çend salan şûnde min dev ji helbestên bi vî awayî berdan û min berê xwe dan ên civakiyî. Ji van helbestên ku min nivîsandin û tên bîra min yek jê bi navê “Bariş” (Aştî) bû. Dema di pola dawî ya dibistana navîn de bûm, min ferq kir ku ez dikarim bi kurdî binivîsim. Hevalê min ê rûniştekê ku em li heman textebendê rûdiniştin (çend salan ji me mezintir bû) pirtûkek dixwend û di nav rûpelên wê pirtûka bi tirkî de hevokeke bi kurdî li ber çavê min ket. Ev hevoka bi kurdî û bi awayekî nivîskî zaf bala min kişandibû û bi min ecêb hatibû. Dikarim bibêjim ku bi vî awayî yanî ew hevok bû munasebat ku êdî bi kurdî binivîsim. Lê destpêkê min nizanibû ka alfabeyeke kurdî heye, hebe çawa ye û çend tîpên wê hene. Ji ber vê min alfabeya tirkî ji xwe re esas girt û min dest bi nivîsandinê kir. Heke em vegerin serî, a rast serpêhatiya min a helbestê dikarim bibêjim ku bi saya kekê min ê mezin (rehma Xwedê lê be) dest pê kir. Tim ji me re behsa helbestvanê kurd û gewre Cegerxwîn dikir û helbesta wî ya “Kî Ne Em” ji me re dixwend. Ew kirpandin, aheng û muzîkalîteya helbestê tesîreke zêde li min dikir. Helbet wê demê li gund diçûm medreseyê (tiştekî wek hucreyê bû) û haya min ji muzîkalîteya çeşnên wêjeyî yên olî yên wek mewlûdê hebûn. Yanî dikarim bibêjim ku pêwendiya min a bi helbestê wisa dest pê kir.

*Pêşî te bi tirkî helbest nivîsandin û paşê te bi kurdî. Helbestnivîsandina bi zimanê dayikê hîseke çawa li te peyde kir? Û tu çawa hînî alfabeya kurdî bûyî?

Li dibistanê em hînî tirkî bûn, lê zimanê jiyana me ya rojane kurdî bû. Yanî ji ber perçeyeke jiyana me bû, em bêtir serwerê kurdî bûn. Hema bêje li derdora min, li hemû qadên jiyanê kurdî hebû. Lê helbestên bi tirkî min têr nedikirin. Paşê hîn bûm ku tiştên dixwazim vebêjim, nikarim bi vî zimanê bibêjim. Lew, di kurdî de serbestir im, bêtir serwerê vegotinê, peyvan, hevokan û sazkirina hevoka me.

Wê demê bîra pirsên wek “ji bo çi em bi zimanê xwe nayên perwerdekirin” filan û bêvan nedibûm, lê her hal ji ber qedexebûna xwe bûn ku berhemên bi zimanê me bêtir bala min dikişandin. Stranên kurdî, kasetên vîdoyî hwd. gelek caran di serdegirtina malan de dibûn sedema îşkencekirin, girtin û sirgûnkirinê. Ji ber vê yekê bû ku tiştên kurdî bêtir bi me dilniwaz bûn. Tim nepeniyeke tiştên divê bên veşartin, serînetewandina li hemberî fermanên îtaetê hwd. di xwe de dihebandin. Muxalefeteke mafdar di xwe de dihebandin. Lê fikr û hizra “ev der welatê me ye, xaka me ye, ev zimanê me ye û wêjeyeke zimanê me jî heye” hîn bêtir hîsiyata xwedîderketina li vî zimanî li min peyde kir.

Dema min nû dest bi kurdî kir, materyaleke min î ku xwe pê hînî kurdî û alfabeyê bikim tune bû. Di sala 2003’yan de, dema xwendekarê lîseyê bûm, piştî kutabûna dersan me berê xwe da kafeyekê da em bi lîstikê bilîzin. Dema em ber bi kafeyê ve diçûn min li erdê “Ferhengok”ek ku wê demê Rojnameya Azadiya Welat belav dikir, dît (û wê demê hîn bûm ku bi navê Azadiya Welat rojnameyek me heye). Min got qey lênûska nîşeyan e û min rakirê. Li ser berga wê ya dawîn “Te got çi?” dinivîsand. Di ferhengê de peyva “pêşek”ê bi min zaf ecêb hatibû û bi taybetî jî piştî “Pêşekê” beşa diyalogan a bi ser navê “Destpêka Destpêkê” bû sedem ku bi dehan caran “Ferhengok”ê xitim bikim. Û wê salê, bêyî ku hayê îdareya dibsitanê jê hebe, min û çend hevalan me komeke wek “kurdî” ava kir. Me bi xercaneyên xwe ku bi zor û heft bela me dabûn ser hev, çend heb “Ferhengok” kirîn û me biryara da ku êdî em li dibsitanê jî ji bilî kurdî bi tu zimanî neaxivin da. Lê qederekê şûnde rêveberiya dibistanê hay ji rewşê çêbû û di bin navê “lêgerînê” de bi ser pola me de girt û mixabin em ji “Ferhengok”ên xwe bûn.

Lê di warê wêjeyî de materyala min a ewil hejmara 2’yemîn a kovara “Kulîlka Ciwan” bû. Min ev hejmar di sala 2005’an de ji Navenda Çandê ya Neolîtîk a Bismila Amedê ku niha girtiye, dizîbû. Lê belê dema mijar û qal dibû kurdî tu bikî nekî tim tirs, qedexe, îşkence hwd. dihat bîra mirov û ji ber vê yekê ez jî wek gelek kurdî bi çewisandin û zextên malbatê re rû bi rû mam. Yanî min “Kulîlka Ciwan”ê di nav pirtûkên dersê de vedişart (bi awayekî ku malbata min nebîne) û wek ku li dersê dixebitim min kovar dixwend. Heta gelek caran jî diçûm tuwaletê û ji bo neyê fêmkirin min kanî vedikir û min kovar dixwend. Wê demê qet nedihat bîra me ku em bên bajêr û ji pirtûkfiroşan pirtûkan bistînin. A rast derfetên me tune bûn û hayê me ji hebûna ewqas pirtûk û materyalan tune bû. Paşê bi demê re min dest bi xwendina pirtûkên kurdî kir.

*Li Tirkiyeyê ji bo kurdan mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê tune ye û mirov dikare bibêje ku kurdî di statuya zimanekî qedexe de ye. Hîn jî berhemên kurdî bi rihetî nayên çapkirin û belavkirina wan nayê kirin. Di vê çarçoveyê de dema mirov lê binihêre, tu asta wêjeya kurdî-helbesta kurdî çawa dinirxînî?

Ji roja ku komar hatiye damezirandin heta niha, kurdî tim bi çewisandin û qedexeyan re rû bi rû maye. Li gel ewqas qedexe û bêderfetiyan jî wêjeya kurdî bi awayekî tevdigere û berheman diafirîne. Li gel bêstatubûn, nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê, nenaskirina di warê nasnameyî de jî ev wêje ji Cegerxwînan heta Celadetan, ji Qedrîcanan heta Erebê Şemoyan, ji Fêrikê Ûsivan heta Sîma Semendan gelek şexsiyetên girîng derxistine holê û roja îroyîn jî bi dehan helbestvan û nivîskarên berhemdar û jêhatî ku mîrateya van kesan wergirtine û her wiha gelek berhemên ku wêjeya kurdî rûgeş bikin hene. Dema em li berhemên heyî û yên tên afirandin dinihêrin, wêjeya me ne kêmî ya gelên din e. Lê yek ji dezavantajên wêjeya kurdî nebûna girseyeke xwendevaniyî ye ku rê li ber veke û wê rihet bike. Perçebûyîn, bêstatubûyîn nahêle ku ev ziman “xerîdar” û “piyase”yekê ji xwe re bibîne û biafirîne.

Niha jî ev ziman zimanekî qedexe ye. Piştî OHAL (Rewşa Awarte) û KHK’yan (Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de) gelek karmend, mamoste û xwendekar bi tirsa “ez”ê ji kar û dibistanê bêm avêtin, pirtûkên kurdî ji pirtûkxaneyên xwe derdixin. Tabela, rojname, televîzyon û radyoyên kurdî nayên hezimkirin û heta di demên dawî de êdî peyker jî nayên tehamulkirin. Dema em di vê çarçoveyê de lê binihêrin, dîsa jî wêjeya kurdî di halê xwe de yanî bi awayekî tevdigere û ji bo qadekê ji xwe re çêbike li ber xwe dide.

*Wek tê zanîn Ehmedê Xanî ji bo gelê kurd şexsiyeteke zaf girîng e û her wiha ji bo wêjeya kurdî jî. Rûxandina peykerê wî, tê çi wateyê?

Vandaltî ye. Herî kêm bi qasî me dizanin ku Ehmedê Xanî şexsiyeteke çawa ye. Xanî, bereksê helbestvan û şexsiyetên serdema xwe şelafiya qesran û serdestan nekiriye; ji bo civakeke di xew de tim berpêşkirina reçeteyek nasnameyî û statuyî ji xwe re kiriye xem. Ji bo gelê kurd tenê ne şexsiyeteke wêjeyî ye, di warê fikrî û baweriyî de jî şexsiyeteke pîrozwer û jêneger e. Mebest ji rûxandina peykerê ramanwerê kurd Ehmedê Xanî ew e ku civaka kurd bitepisînin, wêje û zimanê wê biçûk bixînin û bêrûmet bikin. Di şexsê Xanî de ziman û gelek tê binpêkirin.”

*Hem ji ber nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê hem jî wek ku te got ji ber kêmbûna “xerîdarê” ziman û wêjeyê, gelek kurd berê xwe dane tirkî û bi tirkî dinivîsin. Bi ya te, mirov dikare berhemên tirkî yên ji aliyê kurdan ve tên nivîsandin wek perçeyeke wêjeya kurdî binirxîne?

Ev mijar cihê nîqaşê ye; hin kes dibêjin divê bê nirxandin û hin kes jî bereksê wê dibêjin. Lê bêyî ku dest bidim wêjeya kesekî/ê û ji xwe pêvtir wekaletiya kesekî/ê bikim ez jî wisa lê dinihêrim; ya ku nasname û netewa wêjeyê diyar dike ziman e. Dibe ku kurdek di afirandinên xwe yên bi zimanê din de behsa jiyan, nasname, pirsgirêk, çand, têkoşîna kurdan bike, lê belê dema em ji pencereya ziman nasname û netewa wêjeyê ye lê binihêrin ez wek perçeyeke jê nanirxînim. Ji bo vê Yaşar Kemal û Ahmed Arif mînakên herî baş in. Di warê helbest û romanê de wêjeya tirkî pêdar kirin. Wêjeya tirkî, xwendevanên wê û civaka wê bi şanazî dikarin li ser wan biaxivin, xwe bi wan bipesinînin. Lê kurd na. Çimkî, ya ku hat pêdarkirin ne wêje û zimanê kurdî ye.

*Niha jî em vegerin ser pirtûka te. Tu karî pênaseya Kêsekê bikî?

Kêsek, axa li ser hev hişk bûye û bi hev ve. Nemaze jî di dema cotkirin û merê de mirov leqayî wê tê.

*Ji bo çi te wek navê pirtûkê ev metafor tercîh kir?

Kêsekê dişibînim Kurdistanê. Gel û welatekî wesle wesleyî, ku ji xwemalî û cewhera xwe tê dûrxistin. Û dema em wek yek ji çar elementên jiyanê li ser “ax”ê hûr bibin, a rast ev li Kurdistanê yekûneya her sê elementên din e jî. Çimkî, heta ku “Kêsek” hûr nebin û nesurin, li vî warî wê jiyan tim û tim bê av, agir û hewayê be. Û divê helbesta welatekî “kêsekiyî” hûrbûyîn û surandina axê binehwirîne û vê yekê wek berpirsiyariyeke cebrî û mecbûrî bibîne û divê hêviya ku dê rojekê barana têkoşîn û liberxwedayînê bibare û dê ev ax yeko yeko hûr bibin û veguherin xwemaliya xwe û biherikin cihoka xwe ragihîne vê xakê.

*Heke tu pênaseyekê ji bo helbestên xwe yên di Kêsekê de bikî, tu yê pênaseyeke çawa bikî?

Dikarim Kêsekê, li dijî hemû hewldanên têkşikandina nirxan û binpêkirina xwemaliya rasteqîniyê wek bertek, deng û bangewaziyekê pênase bikim.

*Te di helbestên xwe de cih daye lehengên kurdan ên mîtolojîk ên wek Kawayê Hesinkar, cih daye karerkterên cuda yên wek Lîsa Çalana ku di mîtîngeke ji bo hilbijartina 7’ê Hezîranê de her du lingên xwe winda kirin û Alan Kurdiyê ku dema ji şerê li ser xaka xwe direviya bedena wî li peravên behrê hat dîtin… Ji bo çi te ev kesên xwedî çîrokên cuda di pirtûka xwe de bi cih kirin?

Ji Kawayê Hesinkar heta Alan Kurdî… hemû kirdeyên berxwedana vê xakê ne. Dema em li Kawa dinihêrin, em dibînin ku ka dîroka berxwedanê ya kurdan dîrokeke çi qas kevnar e û em dibînin ku dîroka berxwedana vî gelî ne kêmî ya gelên din e û her wiha mirov dikare bibêje kevintirîn dîrok e. Heke ez Kêsekê binivîsim, mecbûr im ku behsa vê yekê bikim. Dubare dubare divê bê bibîrxistin ku em ji çanda Kawa tên. Gelê kawayî çewisandin, zext û zorî, dagirkerî û eciqandinê red dike. Lîsa jî, Alan Kurdî jî ji wan genên Kawa ne ku li hemberî tepisandin û mêtandinê serî rakirine. Û divê li welatê Kawa helbest dergûşa Alan Kurdiyan, lingê Lîsayan be jî.

*Di helbesta te de mînakên cîhanî jî hene. Kesên wek Akhileus ku di mîtolojiya yewnan de xwedî cihekî girîng e, kesên wek Paplo Piccaso ku berxwedan û wehşetê resm kiriye hene. Sedema ku te van karekteran û yên kurd gihandine hev çî ye?

Dema em li karekterên wek Kawa , Prometheus dinihêrin, em dibînin ku muhetwaya armanc û şîara wan yek e. Yek li hemberî Zeusan yên din li hemberî Dehaqan serî rakiriye. Muhtewaya armanc û şîara Zeûs û Dehaqan jî yek e. Yek jê bi nasnameya zilm û serdestiyê, yê din jî bi nasnameya berxwedanê. Madem muhtewaya armanc û şîarê heman e, nexwe ya ku dikeve ser milê helbestê jî ew e ku balê bikişîne ser yekîtiya berxwedanê.

Bi Pablo jî min xwest balê bikişim ser berpirsiyariya ku dikeve ser milê derdora huner û rewşenbîriyê ya civakê. Komara Mehabadê jî di nav de 28 caran Guernica bi serê vê xakê de hatin. Lê belê bi Kêsekê min xwest îşaret bi nebûn û pasîfbûna bandora huner û rewşenbîriya ku piştevaniya van Guernicayan bike û wan vebêje kir.

Dicle Müftüoğlu - dihaber