Albuma ewil a hunermend Ayşe Şewaqî derket

STENBOL - Albuma hunermend Ayşe Şewaqî ya yekemîn "Şîr û Kef" bi etîketa Kom Muzîkê derket.

Hunermend Ayşe Şewaqî ku bi stranên "Were were”, “Baran barî” û “Felek” tê nasîn, albuma xwe ya ewil "Şîr û Kef" bi etîketa Kom Muzîkê derxist. Şewaqî hem bi muzîkê re eleqedar dibe hem jî li gund jiyaneke wê ya di nav xwezayê de heye. Şewaqî di sala 1980'yî de li gundê Bûgûrtepe yê Pêrtaga Dersimê hatiye dinê û di jiyana xwe ya rojane de li zozanan bi heywanan re bilî dibe û di heman demê de tim sazê wê li cem wê ye û distrê.

'MIN ÊŞÊN XWE, ÇANDA XWE TEVLÎ KIR'

Şewaqî anî ziman ku wê di albuma xwe de êş û azarên ku wê jiyane vegotine û wiha got: "Min êşên xwe, hestên xwe, çanda xwe tevlî kir. Min ba, roj, hemû giyanewerên xwezayê tevlî kirin. Hindik be jî min şadiyên xwe tevlî kirin. Min stranên xwe bi êşên xwe nivîsandin."

Şewaqî, diyar kir ku ew pir li bendê ma ku albuma xwe derxîne û albuma xwe wiha pênase kir: "Wek dareke ku birize, paşê bibişkuve û kulîlkan bide, eynê tiştekî wisa. Ez vê albumê hinekî wisa şîrove dikim. Hêvîdar im ku bi kêrî gelê me, çanda me bê."