'Emma Goldman hêj xeter tê dîtin'

AMED - C. Bríd Nicholson ê jiyana Emma Goldman nivîsî, got ku "Emma Goldman: Hêj Xeter e". Pirtûk wergera wê ya tirkî hatiye kirin, ji Weşanên Amarayê derket.

Biyografiya Emma Goldman ya bi navê "Emma Goldman: Hêj Xetere e" ji hêla C. Bríd Nicholson ve hatiye nivîsandin. Pirtûk ji Weşanên Amarayê hat çapkirin. Goldman a berxwedêra çîna karkeran û sebmola şoreşa jinê ye, ji hêla rêxistinên jinan ve yek jî jina pêşeng tê dîtin. Pirtûka li ser jiyana Goldman radiweste, ji hêla Burcu Taşçi ve hat wergerandin, hemû xebatên hemdemî û otobiyografiya wê, di nava xwe de dihewîne. Goldman yek jî pêşengên têkoşîna jinê ya herî xurt û belaya serê desthilatdariyê ye. Di pirtûkê de jiyana wê ya bi berxwedêr dertê pêş.

Di pirtûkê de Goldman çawa bi gelên li Amerîkayê hatiye nasandin, di nava salan de ev konsept çawa hatiye nermkirin û guhertin, bi dîmenî û nivîskî cih digire.

JINA 'HERÎ XETER' A AMERÎKAYÊ YE

Navûdegê Emma Goldman a di tevahiya jiyana wê de derket pêş, beşek wê bi şêwayekî ji hêla ciwanê bi navê J. Edgar Hoover ve hat vegotin, di vê vegotinê de hin îdiayên wekî li dijî Serok Mc. Kînley sûîkast pêk aniye jî cih girtin. Di sala 1919'an de Goldman hat dersînorkirin û wekî "Jina herî xeter a Amerîkayê" hat nasandin. Di sala 1940'an de dema Goldman jiyana xwe ji dest da, nivîskarên biyografiyê Goldman wekî qehreman û îdolekê ew dan nîşan.