AMED - 1’emîn Rojên Ma Muzîkê li Salona Dawetê ya Şatoparkê bi tevlîbûna sedan kesî dest pê kir.
Ma Muzîk bi xebatên xwe yên hûnerî derdikeve pêşberî hunerhezan. Ma Mûzikê 1’emîn Rojên Ma Mûzîkê amade kir. Di roja yekemîn a rojên Ma Muzîkê de ku li Salona Dawetê ya Şatoparkê destpê kir, Orkestraya Zarokan konsera ritmên xwezayî li darxist. Amediyên tevlî konserê bûn li ber stranên zarokan demên kêfxweş derbas kirin. Zarokan bi dûrişmeya “Em şer naxwazin” dest bi konserê kirin û li ser hev stranên xwe bi ritmên xwezayî pêşkeşî beşdarvanan kirin.
Bi dawîbûna konserê ve beşdarvanan li ser piyan ji bo zarokan li çepikan dan.
Piştî ku konser bidawî bû mamosteyê muzîkê û berpirsiyarê Ma Muzîk Centerê Şêrko Kanîwar axivî û diyar kir ku ligel hemû qedexeyan ewê li her derê stranên kurdî bêjin û got ku ewê li her kolanê, her gundê û hemû taxan stranên kurdî bistrên.
Bernameya 1’mîn Rojên Ma Muzîkê wiha ye:
*11’ê Tîrmehê -Dîwana Muzîkê / Pêşangeha xwendekarên kursan Piyanoma Cih: Ma Muzîk Center Saet: 19.00
* 12’ê Tîrmehê -Dîwana Muzîkê / Pêşangeha xwendekarên kursan Sentûrma, Kemanma, Kemançema Cih: Ma Muzîk Center Saet: 19.00
* 13’ê Tîrmehê -Dîwana Muzîkê/ Pêşangeha xwendekarên kursan Gîtarma, Tembûrma, Perkusyonma Cih: Ma Muzîk Center Saet: 19.00
* 15’ê Tîrmehê -Konser/ Jinma, Defma, Orkestrayama Cih: Salona Dawetê ya Şatoparkê Saet: 14.00