Hunermend Kadîr bi kirmanckî konser da

AMED – Hunermend Kadîr Guneş ku tenê bi zaravayê kirmanckî stranan dibêje derket ser dikê û ji stranhezên xwe re konser da.

Li Pale Hunerê xebatên hunerî berdewam dikin. Di çarçoveya bernameyên mehane de li Pale Hunerê, konserên hunermendan jî didomin. Hunermend Kadîr Guneş ê ku di bin banê Pale Hunerê de xebatê xwe dide meşandin, bi zaravayê kirmanckî stran dibêje derket pêşberî temeşevanan. Hunermend Guneş nêzî saetekî bê navber stranên kirmanckî vegot û stranhezan jî demên kêfxweş derbas kir.