HATAY – 18’emîn Mîhrîcana Evvel Temmuz a Samandagî bi konsera Grup Abdal dest pê kir.
18’emîn Mîhrîcana Evvel Temmuz a Samandagî ku her sal tê li darxistin dest pê kir. Mîhrîcan bi hevkariya Komelaya Bipêşxistina Samandagi û Komeleya Çanda Akdenîzê di 11-14 dê bi reze çalakiyan 4 rojan dewam bike. Di çarçoveya rojên mîhrîcanê de panel, seminer û konser bên dayîn. Mihrîcan li peravê navçeya Samandagi ya Hatayê hat destpêkirin û gelek welatî nûnerên saziyên civaka sivîl tevlî bûn. Li mîhrîcanê gelek stant hatin vekirin û li stanta pankartên Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên 125 roje di greva birçîbûnê de ne balê kişandin ser xwe. Konsera mîhrîcanê bi şahiya stranan a komên heremî dest pê kir.
Piştî guhdarkirina stranan endamê Komîteya Amedakar a Mîhrîcanê Hakan Sonmez axivî. Sonmze bal kişand ser rewşa Gulmen û Ozakça û xwest rojên azad ên ku her kes dikaribe biaxive bên. Sonmez da zanîn ku li Tirkiyê rojên xweş nêz in û pêwîste ji bo vê herkes bêtir têkoşînê bide meşandin.
POLÎSAN PANKARTÊ ÇALAKVANAN ÇIRAND
Polîsên ewlehiya qada mîhrîcanê digirtin, pankartê Ozakça û Gulmen çirandin. Ev êrîş jî bû sedema rageşiyek kurt. Balkêş bû ku polîsan bi gotina “Hedê xwe bizanibin” gef li nûnerên saziyên civakî xwar.
Piştî axaftina vekirinê ji bo bîranîna kesên li bajarên kurdan ên heremê di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dan helbest hatin xwendin.
Roja mîhrîcanê ya ewil bi konser dayîna Grup Abdal bi dawî bû.