Li dijî serdestiya mêr a hunerî pêşangeha 'Bi Çavê Jinê'

STENBOL - Wênekêşên jin ê li dijî hegemonyaya "Mêr hunermend, jin model" pêşangeha wêneyan a "Bi Çavê Jinê" vekirin, li dijî serdestiya mêrî ya li hemû qadên huner û jiyanê serîhildanê di xwe de dihebîne.

Pêşangeha wêneyan "Bi Çavê Jinê" ya bi şêwirmendiya hunermendê wêneyan Nîko Gûîdo hat vekirin, di 6'ê kanûnê de li dika KATS'ê ya li Gayrettepeyê hat vekirin. Wênekêşên jin, ji bo li dijî hegemonyaya "Mêr hunermend, jin model" sekna xwe bidin der, wêneyên modelên mêrî yên bi terhê "nû" pêşandin û her wiha ji gelek bajarên cuda yên Tirkiyeyê wêneyên jinan tê de cih digirin.

Li pêşangehê, wêneyên 19 wênekêşên jin ên ku mîmar, grafîker, bankevan, akademîsyen, wergêr, rêbera turîstan, wênekêşên welîdinî, kebanî û emekdar jî di nav wan de hene cih digirin. Pêşnûmaya bi mebesta li dijî metabûna bedena jinê pêk hat, di heman demê de li dijî serdestiya mêrî ya li hemû qadên huner û jiyanê serîhildanê di xwe de dihebîne.

‘ME CUDATÎ AFIRAND'

Hunermend Semra Ûyar diyar kir ku, wan li ser fikrê “Ji çavên jinan mêr çawa estetîk dixuyên?" ketine rê û wiha got:"A rast li dijî fikra 'Mêr hunermend, jin model' seknek e. Her wêne dihatin kişandin, yên fedî dikirin hebûn. Me fêm kir ku, em vê dikin meta. Civak, jinan wek objeyeke zayendî yan jî wek bedeneke estetîk dibîne. Me jî dît ku, dema em bixwazin em dikarin halên şermkirinê yên mêrî jî zevt bikin. Em difikirin ku, me li vir cudatiyek afirandiye. Bi vê pêşnûmayê re, me balê kişand ser çîrokên ecêb."

‘MEBEST ŞIKANDINA BÎRBIRIYA ZAYNDIYA CIVAKÎ YE'

Hunermend Derîn Gençer jî diyar kir ku, bi vê pêşnûmayê mebesta wan ew e ku wê bîrbiriya "mêr hunermend, jin model" a bi sala ye didome û bîbiriya "zayendiya civakî" û "mahremiyetê" bişkînin.

Navê hunermendê wêneyên wan hatine pêşandan ev in: Bahar Akkoyûn, Servet Denîz, Elîf Gokçe, Esra Çolak, Nûrhayat Yenîce, Halîme Tûral, Jasemîn Sadiker, Kler Kasûtol, Candan Taşatmanlar, Lîriya Lee, Mehtap Bulbul, Meltem Çîftçî, Oylûm Bulbul Ananas, Ozlem Yildirim Gozde, Ozlem Sezgîn, Pinar Derîn Gençer, Semra Uyar, Sevînç Dogû Yilmaz, Ulku Aydin.

Wê pêşangeha heta 20'ê kanûnê li Dika KATS'ê vekirîbe.