DERSIM – Bernameya 17’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzûrê aşkere bû. Dê mîhrîcan di navbera 27-30’ê Tîrmehê de bi dirûşmeya “Mîhrîcan a gel e, dê ya gel be, ji OHAL û bendavan re na” bê li darxistin.
Komîteya Amadekar a 17’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzûrê bernameya mihrîcanê bi civînek çapemeniyê aşkere kir. Civîna çapemeniyê li avahiya Platforma Şaxên KESK’ê ya Dêrsimê pêk hat. Di civînê de Serokê Komîteya Amadekar Hidir Demîr axivî û wiha got: “Îsal mîhrîcana me bi şiyara ‘Mîhrîcan a gel e dê ya gel be, ji OHAL û bendavan re na’ tê lidarxistin. Ev yek ji li ser daxwaza gelê Dêrsimê hat aşkerekirin.”
Demîr da zanîn ku îsal ji ber tayînkirina qeyûm ne şaredarî ew ê wek sazî û gelê Dêrsimê mîhrîcanê li dar bixin. Demîr xwest ku her kes xwedî li mîhrîcanê derkeve. Demîr got ku hemû amadekariyên wan temam bûne û îsal jî dê ji bajarên welat û derveyî welat gelek kes bên mîhrîcana wan. Demîr bang li her kesî kir û got ku pêwîste ji 7 salî heta 70 saliyan hemû kes xwedî li mîhrîcanê derkeve û wek erka li ser milê xwe bibîne.
Bernameya Mîhrîcanê wiha ye:
27’ê Tîrmehê
Cihê kombûna mîhrîcanê: Meydana Seyîd Riza, saet: 09.00
Piştî axaftina vekirinê dê Gola Çeto bê ziyaretkirin
Pêşandana semah û desteka ji bo beytan saet: 19.00
Temaşekirina belgefîlma ku behsa têkoşîna jinan dike (Cep Sînema)
28’ê Tîrmehê
Panel: Geşedanên siyasî yên rojane ku bandorê li ser gelên heremê dikin
Axaftvan: Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş, Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu û Zeynep Turkyilmaz
Cih: Salona Dawetê ya Garaj saet: 18.00
Guhdarkirina mûzîk
Cih: Gazik, saet: 19.00
Pêşandana fîlmê Têkoşîna Kedê
Cih: Cep Sînema, saet: Di navbera 10.00- 22.00
29’ê Tîrmehê
Panel: Li Dêrsimê Bawerî û Çanda Ocaxan
Axaftvan: Cafer Demîr, Alî Kenanoglu, Kemal Bulbul û Erdal Yildirim
Cih: Kûçeya Hunerê, saet: 16. 30
Bêlgefîlmên 38 ên Dêrsimê
Cih: Cep Sînema, saet di navbera 10.00 – 22.00’an de
Guhdarkirina mûzikê cih: Parka Zarokan a Yenî Mahalle, saet: 18. 00
30’ê Tîrmehê
Meşa Hawîrdorê ya Munzûrê
Cihê kombûnê Parka Seyîd Riza, saet: 09.30
Guhdarkirina Muzîkê, cih: Mavî Kopru, saet: 09.30
Axaftina dawî