Muzîk dê êdî li kolanên Amedê serwer be

AMED - Li Amedê Ma Muzîk Center perwerdehiya muzîk û koroyê dide kesên temenên wan di navbera 2-60 salan de. Perwerdekar Şêrko Kanîwar der barê Ma Muzîk Centerê de agahî dan û dest nîşan kir ku armanca wan ew e ku hunermendên gel bigihînin.

Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin gelek navend û saziyên çandê hatin girtin. Piştî girtinê jî saziyan xebatên xwe bi rê ve birin. Li Amedê piştî tayînkirina qeyûm Ma Muzîk hat avakirin û ev saleke perwerdehiya muzîkê dide. Niha jî Ma Muzîk Yekemîn Rojên Ma Muzîkê li dar dixe. Perwerdekarê Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar der barê xebatên Ma Muzîkê de agahî dan û wiha got: "Me soz dabû ku em ê muzîkhez û hunerhezan li nîvê rê nehêlin. Em hunermend çi bikeve ser milê me em ê bikin."

‘DIVÊ HUNER JI BO CIVAKÎBÛNÊ BE'

Kanîwar, anî ziman ku KHK'yan darbeyeke mezin li saziyên hunerê yên li Amedê xist û heta 4 meh berê jî tu avaniyeke ku ji bo muzîkê bibe zemîn tune bû. Kanîwar, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek saziyên muzîkê hene, lê belê ev sazî ji dêvla hunerê bêtir xwe dispêrin berjewendiyên aborî û ji ber vê hunermendên çak nayên gihandin û wiha got: "Divê huner ne ji bo pereyan ji bo civakîbûyînê bê îcra kirin."

‘LI 4 BAJARAN PERWERDEHIYA MUZÎKÊ TÊ DAYÎN'

Kanîwar, da zanîn ku ev 4 meh in ku Ma Muzîk Center fealiyetên xwe bi rê ve dibe û bi giştî 600 xwendekarên wê hene û li 4 bajaran perwerdehiya muzîkê dide. Kanîwar, got ku ew perwerdehiyê didin kesên temenê wan di navbera 2-60 salan de.

‘MUZÎKJENÊN RASTÎN DÊ Û BAV IN'

Kanîwar, li Ma Muzîkê Center li gel dê û bavan perwerdehiyên taybet ên muzîkê ku jinên ducanî beşdarî wan dibin hene. Kanîwar got ku heke dê û bav bi awayekî rast di warê muzîkê de bên perwerdekirin ev bandorê li zarokan jî dike û wiha got: "Mamosteyên muzîkê yên rastîn dê û bav in. Ne em in."

Li Ma Muzîkê perwerdehiya erbane, keman, piyano, kemançe, santûr tay, baxleme û hwd. tê dayîn. Kanîwar ragihand ku hejmara xwendekarên ku dixwazin di warê piyanoyê de bên perwerdekirin zaf zêde ye û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê dîtina 2 perwerdekarên santûrê jî zehmet e. Lê li Ma Muzîkê 20 xwendekarên me yên ku temenên wan di navbera 6-7 salan de ne û santurê dixin hene. Hin kêlî û hîs hene ku qet nayên nivîsandin. Muzîk hevaltiyê dike. Em dixwazin bi Ma muzîkî daxilî ruhê hemû civakê bibin û dînamîkeke gerdûnî pêk bînin."

‘EM Ê MUZÎKÊ LI HEMÛ KUÇEYÊN AMEDÊ BELAV BIKIN'

Kanîwar, anî ziman ku ew dixwazin li kuçeyên Amedê muzîkê bidin der û ji bo vê yekê xebatên wan hene û dixwazin li kuçe û taxan muzîkê û gel bigihînin hev. Kanîwar wiha got: "Muzîk ji bo her kesî ye. Û divê li her derî be. Orkestrayên me yên jin, zarok û Ma'yê hene. Ev kom di vê pêvajoya ku her kes hêvşikestiye de bi muzîka xwe dibin hêvî. Heke rengê her dengekî, hesta her muzîkekê, peyama her hestekê, menzîla her peyamekê hebe dê Ma Muzîk Center jî bibe menzîla muzîk û hunerê."