Talan û qirkirina li Sûrê kir fîlm

STENBOL – Derhêner Cabbar Alp, geşedanên di qedexeya derketina derve de li Sûrê rûdan bi navê "Anons" kir fîlm. Alp diyar kir ku armanca wan dengê anonsên li Kurdistanê ragihînin hemû cîhanê ye.

Derhêner Cabbar Alp, geşedanên di qedexeya derketina derve de li Sûra Amedê qewimîn de bi navê "Anons" fîlmek metrajkin çêkir. Fîlm bi xebateke kolektîf çêkir û tê de xebatkarên Navenda Çandê ya Mezopotamya (NÇM) û Teatra Jiyana Nû dilîzin. Alp der barê çêkirina pêvajo û naveroka fîlm de ji bo dihaber'ê axivî.

'ARMANCA ME RAGIHANDINA DENGÊ KURDISTANÊ YE’

Alp behsa pêvajoya diyarkirina navê fîlm kir û wiha got: “Dema dewlet êrîş bike, qedexeyê ragihîne, çêran bike ewil anonsê dike. Heta dema anons tên kirin ji bo mirovên li wir tê maneya ku dê tiştek xerab dest pê bike. Ji ber vê me navê ‘anons’ hilbijart. Di destpêka fîlm de hedefek me hevpar hebû. Armanca me jî ew e ku em dengê anonsên li Kurdistanê ragihînin her devera cîhanê.”

Alp diyar kir ku naveroka fîlm li ser qedexeya Sûrê ye û wan fîlm jî bi wê derûniyê kişandine. Alp got ku di dema kişandina fîlm de her tim şika ku dê polîs bi ser wan de bigirin û dest deynîn ser amûrê wan li wan peyda bûye. Alp anî ziman ku wan fîlm jî bi kelecana wan kêliyên li Sûrê xwe dan der kişandine û hemû ekîba wan bi wê hestê tevgeriyaye. Alp da zanîn ku wan xwestiye fîlm li Sûrê bikişînin û wiha got: “Li her kolanên Sûrê qereqol hatine avakirin. Me nexwest ew tiştên qewimîne li ber çavê gelê Sûrê carek din zindî bikin. Me ev tişt samîmî nedît. Ji ber wê me li cihekî din kişand.”

Alp dest nîşan kir ku di nivîsandina senaryoyê de jî her tim teqîn û kirinên li Sûrê anîne ber çavê xwe. Alp bal kişand ser kişandina fîlmê Sûrê ku li Tirkiyê qedexe ye û wiha domand: “Ji ber vê yekê me fîlm bêdestûr kişand. Hevalên lîstikvan ratsî û heqîqetê lîstin. Ya rast lîstikvan ne lîstin, ew kêlî hîs kirin."

‘POLÎSAN LI ME TEMAŞE DIKIR’

Alp behsa zehmetiyên kişandina fîlm kir û wiha domand: “Di kişandina beşa 4’emîn a fîlm de polîsan li me temaşe kir. Me li Tepebaşiyê li nav kolanê dikişand. Polîsan dema ciwanên rûpoş dîtin li jor li me temaşe kirin. Ez jî hinekî dilnerehet bûm. Me li hundirê dikanekê fîlm dikişand, polîsan bi xwediyê dikanê re axivîn. Der barê wê beşa fîlm de ji xwediyê dikanê agahî kom kirin. Ewil wan fêm nekir me jî ecele tiştê xwe kom kir û em ji wir çûn. Kişandina herî bi lez ew beş bû û ew beş jî kêm ma.”

‘SÛR TENÊ NE DU SPOTÊ NÛÇEYAN IN’

Alp anî ziman ku kesî çîroka mirovên li Sûrê dijiyan nizanibû û wiha axivî: “Me tenê di spotên nûçeyan de anonsên ‘qedexe hat îlankirin û qedexe hat rakirin’ dibîhîst. Di navbera wan her du anonsan de rastiyek heye. Em hîn bûn ku tiştên li wir diqewimin tenê ne spotên nûçeyan in. Tişta li Sûrê qewimî ne şer bû, hiqûqa şer li wir disepandin. Edeta li wir bi kevir û kolanan re şer hat kirin. Li wir qirkirina çandî pêk anîn. Min li vir dirûtiya raya giştî û cîhanê dît. Îtîraza min jî li hember vê yekê ye.”