Li dijî qedexeyan xwedî li Mîhrîcana Munzurê derkevin

STENBOL – Federesyona Komeleyên Dersimê qedexekirina 17'emîn Mîhrîcana Munzurê şermezar kir û bang kir ku xwedî li mîhrîcanê derkevin.

Waliyê Dersimê bi daxuyaniyekî diyar kir ku wan 17'emîn Mîhrîcana Munzurê qedexe kiriye, Federesyon Komeleyên Dersimê (DDF) jî bi daxuyaniyekê qedexeya walî şermezar kir. Di daxuyaniyê de pankarta "Mîhrîcan ya gelan e dê wekî ya gelan bimîne, ji OHAL û bendavan re na" hat vekirin û gelek kesan piştgirî da daxuyaniyê. Daxuyanî ji hêla endamê Komîteya Hunerê ya DDF'e Vedat Baran ve hat dayîn.

‘WALÎ SAZÎ MUXATAB NEGIRT'

Baran aşkera kir ku bi qedexeyan re qeyûm berdewam dike û wiha got: "Wekî duh, îro jî dewlet û hikumet ji gelê Dersimê re eybê dike, gunehan dike. Dewlet bi vê helwesta xwe li dijî dersimiyên li çal aliyê cîhanê belav bûne, qirkirinê pêk tîne û nahêle ew bi rêya çandê bên gel hev. Waliyê Dersimê bi hinceta OHAL'ê mîhrîcanê qedexe dike, bi vê yekê saziyên ku mîhrîcanê organîze dikin, muxatan nayên girtin."

Baran destnîşan kir ku qedexe ji bo dersimê zilim e, ew vê zilmê red dikin û wiha pê de çû: "Di serî de dersimiyên li metrepolên welat dijîn û dostên me, divê vê qedexeyê nas nekin. Bi hincetên OHAL'ê qedexê derxin pêş jî, em ê di navbera 27 û 30'yê Tîrmehê de wekî ku dê 17'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bê pîrozkirin em ê li Dersimê bin. Em ê şûwarên xwe yên pîroz ziyaret bikin û çirayên xwe pêxin. Li pêravên Munzurê helbestên xwe bixwînin."