Bi hunerê dîrokê balkêştir dike

MÊRDÎN – Stransaz Mudî Stançêk ku ji 15 saliya xwe ve bi hunerê re mijul dibe, saleke bi dîtina nota yên ser tableteke xwedî rabirdûyeke 3 hezar û 400 salî ye û aîdî Huriyan e, dest bi stranên dîrokî kir. Strançêk destan û buyerên dîrokî dike stran.

Stransazê 30 salî Mudî Strançêk ê ji Mahserta Mêrdînê ye ji 15 saliya xwe ve bi hunerê re eleqedar e. Strançêk salên destpêkê bi sazjeniyê re eleqeder dibe û paşê hêdî hêdî dest bi nivîsîna stranan dike. Strançêk heta niha 550 stran nivîsîne û piraniya stranên wî bi muhtewaya xwe li ser evîn, xweza, şer, penaberiyê ne. Ev saleke ku Strançêk dîrokê bi awazan û hêza hunerê re dike yek û stranên bi gotin û bûyerên dîrokî çêdike.

STRANA NÎKALÊ NOTAYÊN WÊ AÎDÎ HURIYAN 3400 SAL KEVNE

Strançêk destan, bûyer û evînên ku bûne malê dîrokê bi awaz dike. Strançêk diyar kir ku salek berê wî dema wî medyaya civakî dişopand, notayek beriya 3 hezar û 400 salan û aîdî gelê Huriyan û stranbêjek Fransî ew bi gotin kirî ditiye û wiha got: “Piştî ku min guhdar kir min dît ku hestên kurdî tê de nîne. Min nota sererast kir û awaz jêre çêkir. Tişta bala min kişand ew bû ku melodî pir nûjen bû. Ev jî nîşan da ku her çend dem derbas bibe jî, lê hestên mirovan nayên guherîn.” Strançêk da zanîn ku ji ber melodî dîrokî bû û ji jinek bi navê Nîkalê re hatibû nivîsîn wî jî hewayek mistik lê zêde kiriye û jê re awaz û gotin peyde kirine. Strançêk piştî wê 5 stranên din jî (Nîkalê, Ludîn Grand, Keya Kisar, Gilgamêş, İnana Dumuzî, Anv Nak) ji dîrokê wergirt û bi gotinên aîdî wê demê awaz û helbest ji wan re çêkirin. Strançêk dibêje ku her dema ew stranên dîrokî dinivîse.

‘MIN XWEST HESTÊN NEHATÎ ZIMAN BÎNIM DER’

Strançêk dest nîşan kir ku ji bo ew straneke têkildarî dîrokê çêbike ew destpêkê wê mijara ku hilbijartıye pirtûkan li ser dixwîne û wiha got: “Dema yek bixwaze dîrokê bixwîne dibe ku jê re nexweş bê, ez bi hunerê dîrokê balkêştir dikim. Min xwest hestên ku nehatine ziman bi hunerê bînim ziman.”

Strançêk da zanîn ku ew naxwaze albûman çêke û herî dawî wiha got: “Ez ê çêkirina stranên der barê dîrokê de berdewam bikim, lê ez albûman çênakim. Ji bo stranên dîrokî, heke kesek bixwaze û wê karibe xwe tê de bibîne ez dikarim bidimê."