Mozaîkên dîrokî bêxwedî hatin hiştin

HATAY – Muzeya Arkeolojî ya Hatayê ji cihê kevn barkirin cihê nû. Mozaîkên kevn ên dîrokî ku aidî serdema Roma û Bîzansane li cihê kevn ê muzeyê mane û gelek bermayiyên dîrokî terkî çarenûsa xwe hatine kirin.

Li Tirkiyê mîrateyên çandî, hunerî û dîrokî her tim bê nirx tên hiştin. Tabloya li hember mîrateyan her tim mirovan diêşîne. Muzeya Arkeolojî ya Hatayê ji cihê kev barkirin cihê nû. Li cihê kevn ê müzeye gelek berhemên dîrokî terkî çarenûsa xwe hatin kirin.

Muzeya Arkeolojî ya Hatayê belkî ji aliyê ku berhemên dîrokî yek ji muzeya herî girîng ên Tirkiye yê. Gelek barmayên ji serdema Roma û Bîzansan mayî li vê muzeyê hene û ev muze yek ji muzeyên herî mezin ku şahidiyê ji dîrokê re dike. Muze bi rengên xwe cuda û hûrguliyên xwe balê dikişîne ser xwe û di sala 1948’an hat vekirin. Muzeyê heta 2014’an xizmet da û pişt re muzeyê barkirin cihê nû ji muzeyê re hat çêkirin. Cihê muzeya berê ji xizmetê re hat girtin û çûnehatin hat qedexekirin.

Du roj berî niha hin wêne derketin holê çima muze hatiye qedexekirin û “rezaletiyê” radixe ber çavan. Di wêneyan de mozaîkên aidî serdema Roma û Bîzansiyan ku terkî çarenûsa xwe hatine kirin tê dîtin. Gelek mozaîkên dîrokî li şûna xwe hatine hiştin. Dîrokî û bermayên di hundirê muzeyê de ne parastina nirxê dîrokî radixîne ber çavan.

'MIN XEMGÎN KIR’

Rojnameger Tamer Yazar ê ku bi salane li herêmê nûçeyên cihên dîrokî çêdike diyar kir ku ev manzaraya pêşçavan wî gelek xemgîn dike. Yazar destnîşan ku halê wan ne komîk trajîkomîke û wiha got: “Dema min wêneyan kişand pir êşiyam. Ev demek dirêje têkildarî van cihê dîrokî û muzeyê nûçeyan çêdikim. Lê ez hên ne bawerim ku dîrok tê parastin.”

‘KES XWE ACIZ NAKE’

Yazar dayar kir ku pirsgirêkên muzeya nû jî hene û her çiqas ev muze tê îfşakirin lê raya giştî aciz nake. Yazar got ku her çiqas Wezîrê Çand û Turîzmê hatibe guhertin jî lê wê ji bo van bermayiyên dîrokî xwe nekeve nav tevgerê û her navê tê guhertin jî hewldanan ji bo cihên dîrokî nakin.