AMED - Weşanxaneya Wardoz seta folklora kurî ya ji 10 berheman pêk tê çap kir. Yek ji avakarê weşanxaneyê Nivîskar Bahoz Baran li ser prensîbê weşanxaneyê diyar kir ku dê ji derveyî kurdî bi tu zimanî pirtûkan çab nekin û armanca wan a sereke folklora kurdî ye.
Welatê kurdan di gelek aliyê jiyanê de bi xêr, bêr û dewlemed e. Bi qasî dewlemendiya welêt, folklora gelê kurd jî dewlemend û rengîn e. Ji ber her tim li ser Kurdistanê dagirkerî û mêtingehî hebû ev dewlemendiya folklorîk jî xwe pir nedeya der û nebûye mijar ji berhema re. Weşanxaneya Wardoz ku hêj nû hatiye vekirin zend û bendên xwe ji bo berhevkirin û tomarkirina folklora kurdî ba daye. Mamoste û Nivîskar Bahoz Baran ku yek ji avakarê Weşenxaneya Wardoz e û li ser seta folklora kurdî ya ji 10 berheman pêk tê û armanca vekirina weşanxaneyê ji rojnameya me re axivî.
Nivîskar Baboz Baran li ser armanca vekirina Weşanxaneya Wardoz û girîngiya wê ji edîtorê Rojnameya Rojeva Medya Zeynel Bulut re axivî. Baran, der barê xebat û armanca weşanxaneyê de diyar kir ku dema ew bêjin Wardoz bibê nebê wê folklora kurdan derkeve pêş û wiha got: "Çimkî heta ku em kurd berê xwe nedin folklora xwe, berê xwe nedin gotin û peyvên xwe, tiştên xwe dernexin holê, em wan têr nemehînin bawer bike ew ê muzîka me jî wêjeya me jî hunera me jî wê qels be. Çimkî sermiyanekî kurdan hebe, tiştên ku heta niha civandine, danîne ser hev gotina kurdan e. Îca kesên ku hatine ketine bajaran bi hunerê, bi wêjeyê daketine jî gelek kes ji vê foklorê mehrûmin. Ji ber ku ji folklorê mehrûmin tiştên ku dikin jî ne li gorî dilê mirov e. Yanî dema mirov li gorî kurdî difikire mirov tehmekê ji huner, ji wêjeyê ji jiyana kurdên bajarî nagire.”
'EM DIXWAZIN ÇIRÛSKA FOLKLORA KURDÎ BIBIRIQÎNIN'
Baran anî ziman ku ew dixwezin mîrasa kurdan a gotinê ya dewlemend a ku qîmeta wê nayê zanîn cewhera wê derxin pêş û wiha got: "Em dixwazin vê çirûska folklorê bibiriqînin û derxin pêş. Mabesta Wardozê ya herî ku em bêjin li dilê me daye ev. Pêre pêre em ê berê xwe bidin edebiyata modern jî. Lê pêşî divê mirov li nava mala xwe bigere. Em dixwezin folklorê derxin meydanê û her kes folklorê bibîne. Armanca me berhevkir, çapkirin û qîmet dayîna folklorê ye.”
Baran, bal kişand ser weşanxane hene û cudahiya weşana xwe û wiha axivî: “Elheb. Yanî em nabêjên ew çap nakin lê bi xusûsî vî karî nakin. Tenê bala xwe nadin ser vî tiştî. Em dixwazin bêtir bala xwe bidin ser folklorê û heta niha tiştekî bi vî awayî nehatiye kirin. Em dixwazin kurdî ji kategoriya helbest û çîrokan der bikeve. Zanist jî bi kurdî bê kirin, kimya, felsefe û hwd. lê ji bo tu li ser zanis, kimya, felsefe, derûn û hwd. binivîse divê folklora te derkeve holê ku tu zanibe çi gotin û peyvên te hene, çi qalibên te hene. Heta ku tu vêya nizanibe tu nikare di warê zanistê de jî tiştekî binivîs e. Van xebatana hemû jî berê te dide folklorê. Em dibêjin folklor bira me têr bike.”
'EM DÊ TENÊ BI KURDÎ ÇAP BIKIN'
Baran, li ser prensîbên weşanxaneyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Emê tenê bi kurdî çap bikin. Em rexneyekê jî li vir bikin. Piraniya weşanxaneyên me tenê çîrok û helbestan bi kurdî çap dikin. Lazime di warê gelek xebatên din jî pirtûkan çap bikin. lê dibêjin nayên firotin. Neye firotin jî emê vî karî bikin. weşanxaneya me wê tu carî bi zimanekî din pirtûkan çap neke. Wê bi kurdî çap bike. Bi kurdiya lewitî, kurdiya piştşikest, ya ku nava wê tirkî ketiyê ya bajaran em ê tiştekî jî çap nekin. Wekî prensîb em vê yekê esas digirin.”
Baran, li ser berhem û xebatên dê di rojên pêş de bên kirin jî rawestiya û wiha got: “Çar pênc hevalên em bi xusûsî bi vî karî re mijul dibin lê panzdeh-bîst hevalên me jî li qadê dixebitin û berhevkariyê dikin. Sibêroj ewê jî berhemên xwe bînin. Ev tişt wekî aşîtekê ye, zêde dibe. Em dixwazin kesên bi folklorê dadikevin nas bikin û em dikarin bi hev re bixebitin. Niha sê dosyayên folklorîk li ber destên me ne. Dîsa kurdên me yên hêla kafkasyayê çend berhemên wan hene. Em ê wan berheman jî di îlonê de çap bikin. Wekî din hevalên me yên ku vê xebatê dikin li qadê ne û dixebitin. Heke bigihêje piştî meha îlonê emê yazdeh pirtûkên din jî çap bikin.”
BERHEMÊN FOLKLORA KURDÎ
LORÎ: Pirtûka Ayhan Meretowar e. Li herêma Amed û hin herêmin din loriyên ku berhev kiriye, di vê pirtûkê de tesnîf kiriy e. Feydeya loriya çiye? ferqiya zarokên bi loriyan mezin dibin û yên bê lorî mezin dibin çiye? Li ser vî aliyê loriya jî sekiniye. Hin lorî hene çîrokên wan jî tê de hene. Xebateke bi vî awayî a loriya ye. Kurdên ku ketine bajaran ji zarokên xwe re loriya nabêjin. Vêya dilopeke ku tenê li derdora Amedê hatiye kirin.
HUSEYIN FARÊ: Pirtûka Ayhan Meretowar e. Nivîskar Di vê pirtûkê de jiyana Huseynê Farê, li ku hatiye dinyayê, çi hatiye serê wî. Kilamên Huseynê Farê çîroka wan çiye. Kilam xwe digihînin ku derê û stranên ku Huseynê Farê gotine, ev tev hatine deşîfrekirin û nivîsandin. Di dawiya pirtûkê de jî peyvên ku nayên zanîn wekî ferheng hatiye nivîsandin.
KÊÇO: Pirtûka Mehpûs Serhedî ye. Ev 3 salin ku nivîskar li Qerjdaxê ye. Li gundê Quruvliyê. Meta Şemsê heye, meta Şemsê guhdarî kiriye. xebroşkê meta Şemsê ne yên herêma Qerejdaxê ne, bi devoka qerejdaxê hatiye nivîsandin. Meta Şemsê 92 salî ye, hêj jî li ser xwe ye. Dema xebrojk tê bîra wê, divê telefonî Mehpûs bikin, divê Mehfûs were xebrojk hatin bîra min. Mehfûz jî bi vî awayî hemûyan qeyd dike.
SÎNOSÊYÎ: Xebateke Mehpûs Serhediye. Nivîskar Mehpûs, li gelek herêmên Kurdistanê geriyaye û çi çîrok bihîstiye qeyd kiriye. Bêtir çîrokên gundiyan e. Çîrokên kurtin. Sînosêwî bi xwe jî navê çîrokekê ye. Çîrokên xweş û yên civakî ne, hem kurtin, hem jî xurtin. Bêtir çîrokên aqilane ne. Her çîrokek bi ser xwe hêjayî bibe mijara berhemekê. Lê bi awayekî resen hatine hiştin.
MAMIKÊN BOTANÊ: Pirtûka Rênas Xendkî û Didar Botî ye. Pirtûk ji mamikên Cizîrê pêk tê. Gelek mamikên hêja tê de hene 760 mamik di vê pirtûkê de hene. Tev ji Cizîrê hatine berhev kirin. Rênas Xendekî, Dildar Botî pênc salin ev mamik berhev kirine. Yek bi yek hatine tesnîfkirin, nimore ji wan re hatine dayîn û bersivên wan jî tev li dawiyê nivîsiye.
PAYIZXÊR: Pirtûka Sadiq Uzkan e. Ev pirtûk li ser salnameya kurmancî xebateke folklorîk e. Nivîskar çar salan li ser vê pirtûkê xebitiye. Pitûk qala jiyan kurdan a gundewarî, jiyana cotkariyê, jiyana şivantiyê dike. Pêda pêda mehên kurdan, yanî navên mehan û yek bi yek kîjan meh, kîjan wext kurd çi karî dikin. havînê çi dikin, tebaxê çi dikin, çi mezin dikin, çewa sewalan xwedî dikin? Yanî resmekî jiyana kuran bi vê pirtûkê hatiye kişandin.
MOTIK: Pirtûka Bahoz Baran e. Pirtûk ji meselokên kurt, ên nava civakê pêk tê. Meselokên li ser ehmeqan, meselokên li ser mirovên jêhatî, meselokên li ser xîretê, meselokên li ser derewan. Ev meselok tev hatine tasnîfkirin. Li dora dused meselok di vê pirtûkê de hene.
ZÛGOTINOK: Pirtûka Mihemedê Kurdo ye. Heta niha li ser zûgotinokê xebatek nehatiye kirin. Di vê pirtûkê de li dora dused zûgotinok hene. Zûgotinok bêtir ji bo perwerdeya zarokan, ji bo zimanên wan zû bigere, ji bo rewanbêjiya lîstikan, di çîrokan de di gelek cihan de hene lê nivîskar jî berhevkariyek kiriye. Ew jî hatine tesnîfkirin, zûgotinokên lîstikan û yên resen ji hev hatine veqetandin û di vê pirtûkê de hatine bi cihkirin.
EBENDO: Pirtûkeka Mem Mukriyanî ye. Ji çîrokên leqabên însanan pêk tê. Mesela li herêma Mêrdînê navê yekî Modko ye. Çîroka navê Modko ji ku tê. Navê yekî Kuno ye. Navê yekî Xalê Çefiyoye, çi hatiye serê wî ku navê wî bûye xalê Çefiyo. Mala Perpelo ku çi hatiye serê wê malê ku navê wê bûye mala Perpelo. Pirtûkeke çîrokên leqebên mirovan e.
NIFIR Û DUA: Nivîskara vê pirtûkê Asmîn Uyanik e. Asmînê jî bêtir nifir û duayên li der dora Amed û Mêrdînê ku tê bikaranî kom kiriye. Derdora hezar û pênsed nifir têde hene. Dua jî hene lê duayê kurdan kêmtire ji nifirên wan. Ev xebata jî hatiye tesnîfkirin. Mesela nifirên li ser qeza û belayan, nifirên li ser mirinê, nifirên li ser nexweşiyê, beş bi beş ji hev hatine cûdakirin. Dua jî bi heman rengî ji hev hatine cûdakirin. Ev xebateke bi çar-pênc salan hatiye komkirin e.