Yekem albuma hunermend Eren derket

STENBOL - Albuma ewil a hunermend Olgûn Eren bi navê "LIV"ê ji Kom Muzîkê derket.

Albuma ewil a hunermend Olgûn Eren bi navê "LIV" ji Kom Muzîkê derket. Di albumê de bi giştî 10 stran hene û ji vana gotin û muzîka 9'an jê aîdî Eren in û stranek jî ya Pir Sultan Abdal a bi navê "Sultan Suyu" ye. Eren wiha got: "Ez vê albuma xwe di şexsê pîrika xwe de diyarî hemû jinên kedkar dikim."

Eren ku ji Semsûrê ye, diyar kir ku dema ew biçûk bû tenê wî guhdar dikir û carinan jî wî stranên ku dihatin gotin di ber re digot. Eren anî ziman ku dema wî dest bi dibistana navîn kir, wî bi zorê tembûrek bi bavê xwe daye kirîn û wiha got: "Dema min bêtir eleqe nîşanî muzîkê da, eleqeya min a ji bo dersan jî kêm dibû. Li dibistanê êdî ne di dersan de, di çalakiyên civakî de tim derdiketim pêş. Paşê bi awayekî muzîk li temamiya jiyana min belav bû." Eren, anî ziman ku piştî lîseyê ew li Amed, Xarpêt û Dîlokê ketiye ezmûnên konservatuvarê. Eren, got ku wî li her sê bajaran jî ezmûn qezenc kiriye, lê wî biryar daye ku li Amedê bixwîne. Eren, diyar kir ku piştî ew mezûn bûye, wî salekê jî li Zanîngeha Yildiz Teknîkê formasyon dîtiye û di ber formasyonê de jî ew gelek caran li Amedê derketiye ser dikê.

Eren, anî ziman ku wî ji zarokatiya xwe ve heta niha her cure muzîk guhdar kiriye û wiha domand: "Herî zêde jî min dengbêj guhdar kirin. Piştî demekê min jî beste çêkirin. Min xwest mirovên li derdora min rexne bikin. Û bertekên baş hatin dayîn. Paşê li ser pêşniyara hevalên xwe min dest bi xebatên albûmê kirin. Derxistina albumê tam 3 sal û nîvan domand. Yanî pêvajoyeke zehmet bû. Lê taliyê me album derxist."

‘BAWER DIKIM DÊ PÎRIKA MIN JI BO MIN BIBE SIÛD'

Eren, diyar kir ku dema wî stranên albuma xwe çêdikir, bi hesta ku dê pirîka wî ji bo wî bibe siûd wî stranên xwe bi wê didan guhdarîkirin û piştî erêkirina pîrika wî, wî di albumê de cih dane stranên xwe. Eren, ragihand ku di demeke nêz de pîrika wî jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê ew vê albuma xwe di şexsê pîrika xwe de diyarî hemû jinên kedkar dike. Eren wiha axivî: "Rewşa jinên civaka me li holê ye. Li vê erdnîgariyê û li Rojhilata Navîn jî em baş dizanin bê ka jin çi dikişînin. Ji ber vê min balê kişand ser vê yekê. Pîrika min jî jineke kedkar bû. Hemû jiyana xwe li ser zarokên xwe kir."

‘ÇÎROKA HER STRANEKÊ HEYE'

Eren, anî ziman ku wî piraniya stranên xwe di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de nivîsandiye. Eren, diyar kir ku çîroka her straneke wî heye û wiha domand: "Ez naxwazim vê vebibêjim. Dixwazim her kes li gor xwe tiştekî derxîne." Eren, anî ziman ku wî di albuma xwe de cih daye straneke tirkî ku ev stran jî ya Pir Sultan Abdal a bi navê "Sultan Suyu" ye. Eren wiha got: "Wisa difikirim ku di çanda me de cihekî girîng ê Pir Sultan Abdal heye. Ji ber ji çandeke wisa têm, min xwest di albuma xwe de jî cih bidimê."