Bi muzîkê debara xwe dikin

MÊRSÎN – Zarokên Romen, li kolanên Mêrsînê distrên û debara malbata xwe dikin. Welatiyên li kolanan jî bi kelecan û eleqeyek mezin li wan temaşe dikin. Lê balkêş e ku hunera zarokan ji temenê wan mezintir e.

Zarokên Romen ku temenê wan di navbera 12-16 salan de ne, li kolanan distrên. Bi vî awayî hem xercaneya xwe derdixînin hem jî debara malbata xwe dikin. Ev muzîka wan ji aliyê gel ve tê ecibandin û bi eleqeyeke mezin tê temaşekirin. Paşê ev zarok pereyên qezenc kirine li hev parê dikin û her yek ji wan rojê 20 lîre para wan dkeve. Lê serê wan bi zabiteyan re di belayê de ye û zabite wan tim asteng dikin.

HUNERA WÎ JI TEMENÊ WÎ MEZINTIR E

Abidîn Başti (15) yê ku 4 sal e li kolanan li klavyeyê dide di temenekî biçûk de dest bi muzîkê kiriye. Başti da zanîn ku ew bi alîkariya bavê xwe fêrî muzîkê bûye û wiha got: “Her ku çû bavê min rîtmên muzîkê nîşanî min dan û min fêr kir. Di demek kin de ez hîn bûm. Rewşa malbata min nebaş e, bi vî karî alîkariya wan dikim. Gelek caran zabitayên şaredariyê nahêlin em muzîkê îcra bikin. Ez û hevalê xwe yên taxê bi hev re stranan dibêjin û li enstrûmanan didin. Gelek caran zabita tên amûrên me radikin û nahêlin em hunera xwe îcra bikin. Em vê dizanin lê em jî neçar in ku destekê bidin malbatên xwe. Her çi qas zabita mudaxeleyî me bikin jî lê welatiyên derdorê nerazîbûnê nîşan didin.”

‘EM NEÇAR IN ALÎKARIYA MALBATÊN XWE BIKIN'

Mustafa Yavuz ê 14 salî jî anî ziman ku ew ji birayê xwe hînî muzîkê bûye. Yavuz diyar kir ku ew bi muzîka ku îcra dikin debara malbata xwe dike û wiha got: “Muzîkjenî bûye pîşeya me. Em hemû hevalê hev ên taxê ne. Em diçin dibistanê jî û vî karî jî dikin. Piştî dibistanê em bi bayê bezê amûrê xwe hildidin û dadikevin kolanan.”