NAVENDA NÛÇEYAN- Bi organîzekirina Pirtukakurdi.com'ê bi armanca pêşvebirin û qîmetdayîna wêjeya kurdî di warê roman, çîrok û helbesta kurdî de bi du zaravayên kurdî Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî tê lidarxistin. Serlêdan heta 31'ê Çileya 2018'an tên qebûlkirin.
Bi organîzekirina Pirtukakurdi.com û piştevaniya berpirsiyarê kurmancî yê pêşbirkê Dawid Yeşilmen û berpirsiyarê pêşbirkê yê kirmanckî Ahmed Kirkan pêşbirka Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya 2018'an tê lidarxistin. Pêşbirk di warê roman, çîrok û helbesta kurdî de bi zaravayên kurmancî û kirmanckî (dimilkî/zazakî) tê lidarxistin. Serlêdanên pêşbirkê îro dest pê kirine û dê heta 31'ê Çileya 2018'an bên qebûlkirin. Dê encama pêşbirkê di 21'ê Adara 2018'an de bê aşkerekirin.
Pêşbirka Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî, bi dirûşmeya "Da xelq-i nebêjitin ku 'Ekrad/Bême'rîfet in, bêesl û binyad/Enwaê milel xwindankitêb in/Kurmnac-î tenê di bêhesêb in" ji bo pêşvebirin û qîmetdana wêjeya kurdî tê lidarxistin, da ku ji bo hilberîn û geşedana keleopra kurdî bibe cihê gaveke nû û di wêjeya kurdî de di warê cureyên roman, çîrok û helbestê de xelata berhema herî baş bide.
ŞERT Û ŞIRÛTÊN XELATA WÊJEYÊ
*Divê berhem berê ne bi kurdî, ne bi zimanekî din nehatibe çapkirin (bi giştî an jî beşek).
*Divê berhem bi zaravayên kurdî kurmancî an jî zazakî û bi tîpên latînî bigihên navnîşanê.
XELAT
*Çapkirina berheman li gorî standardên navnetewî
*1000 TL diyarî
*500 TL kupon ji bo pirtûkan ji pirtukakurdi.com'ê
*Ji bo salekê abonetiya kovarên Wêje û Rexne, Ewro, Derwaze, Vate û Zarema
LIJNEYA ROMANÊ, ÇÎROK Û HELBESTÊ YA XELATA WÊJEYÊ
Di lijneya cureya romanê ya beşa zaravayê kurmancî de; Îbrahim Seydo Aydogan, Şener Ozmen, Joanna Bochenskaî Fexriye Adsay, Ferzan Şêr; di cureya romanê ya beşa zaravyê kirmanckî de jî; Ahmet Kirkan, Deniz Gunduz û Seyîdxan Kurij wek jurî cih digirin.
Di lijneya çîrokê ya beşa zaravayê kurmancî de; Hesenê Metê, Engin Opengin, Firat Cewerî, Sîdar Jîr, Dawid Yeşîlmen; di beşa çîrokê ya kirmanckî de jî; Alî Aydin Çîçek, Haydar Diljen û N. Celalî cih digirin.
Di lijneya helbestê ya beşa zaravayê kurmancî de; Berken Bereh, Kawa Nemir, Fatma Savci, Gulîzer, Îrfan Amîda; di beşa helbestê ya kirmanckî de jî; Bedriye Topaç, Bîlal Zîlan, J.Îhsan Espar û Newzad valêrî cih digirin.
Navnîşan: pesbaziyapirtukakurdi@gmail.com/+09 53330757 17