Bi pirtûka helbestan bersiv da îxracan

ÊLIH - Mamoste Ramazan Kavak ku bi KHK'ê hat îxrackirin, pirtûka xwe ya helbestan a bi navê Şiverêk weşand. Kavak wiha got: "Piştî îxracan wek bersivekê min xebatên xwe lezandin."

Ramazan Kavak ku dema li Kercewsa Êlihê mamostetî dikir, bi KHK'ya Jimare 686'an hat îxrackirin û piştî îxrackirinê xebatên xwe yên wêjeyî lezandin û helbestên ku nivîsandibûn kir pirtûk. Kavak, ji bo eleqeya xwe ya ji bo Wêjeya Kurdî û helbesta kurdî jî wiha got: "Dema ji Stenbolê tayînî Kercewsê bûm û dema min bi mirovan re pêwendî datanî, ez bi tirkî diaxivîm. Û mirovan digot 'Çima tu bi tirkî diaxivî?' Min nikaribû xweşikî bersiva wan bide. Paşê min berê xwe da kurdî û dest bi lêkolînan kir."

Kavak got ku "Her ku min lêkolîn kirin, hay ji dewlemendiya wêje û helbesta kurdî çêbûm" û ew li ser pirtûka xwe ya bi navê "Şiverêk" 3-4 salan xebitiye. Kavak, anî ziman ku piştî ew hatiye îxrackirin wê hewl daye berhema xwe biqedîne û û wiha got: "Piştî îxracê, wek bersivekê min xebatên xwe lezandin. Çimkî ji bo parastina zimanê dayikê em perwerdekar herî baş dikarin wisa bersiva bişavtinê bidin."

Kavak, der barê navê Şiverêkê de jî ev tişt gotin: "Şiverêk riyek e. Riyeke ku modernbûyîn tê de tune ye. Riyeke ku mirov hîn paktir, hîn saftir, di nav xweza û ekolojiyê de ne. Ji ber vê min ev nav tercîh kir. Riya her mirovekî/ê heye. Min jî xwest bi saya Şiverêkê vê hêmayê derxînim holê. Min xwest riyeke ku kapîtalîzm, modernbûyîn serî lê nedaye têxim purtûka xwe."

‘MIN WEZIYETÊN CUDA YÊN RUHÎ DI HELBESTÊ DE DAN DER'

Kavak, anî ziman ku wî di helbestên xwe de gelek metafor û hêmayên cuda bi kar aniye û ew li ser mijarên cuda xebitiye. Kavak, got ku têmayên wek melankolî, tenêtî, polîtîka, mirov, modernbûyîn hwd. bandor lê kirine. Kavak wiha domand: "Çimkî ev helbest di demên cuda de bi weziyetên ruhî yên cuda hatin nivîsandin. Min hewl da weziyetên ruhî yên cuda jî di helbestê de bidim der. Lê mijarên herî zêde ez li ser wan rawestiyame; evîn, tenêtî, melankolî û texrîbatên ku modernbûyîn dane der. Yanî jin, ekolojî, mirov, biyanîbûna mirov... Kêm be jî min hewl da li ser van mijaran rawestim."

'HELBESTA 'BAVÊ MIN' HESTEKE CUDA DI XWE DE DIHEBÎNE'

Kavak, dest nîşan kir ku mijarên ku di helbestê de bi kar aniye perçeyek ji jiyana wî ne. Kavak, got ku helbest bi hêmayê helbest e û wiha domand: "Helbest bi hêmayê helbest e. Tu hestê dikî hêma, evînê dikî hêma, polîtîkayê dikî hêma... Min bi piranî hêmaya çav bi kar aniye. Çimkî çav wate ye. Çav destpêka pêwendiyê ye. Kûrahiya wateya navbera mirovan e."

Kavak, dest nîşan kir ku helbestên ku wî nivîsandine xwedî bîranîn û çîrokên cuda ne. Kavak, got ku bi taybetî jî helbesta "Bavê Min" ku wî li ser bavê xwe ku di salên 90'î de bi awayekî "kiryar nediyar" hat qetilkirin" nivîsandiye hesteke kûr di xwe de dihebîne û her ku ew vê helbestê dixwîne bandoreke cuda lê dike.

‘BERPIRSIYARIYA HEMÛ KESÊN KU PÊNÛS WERGIRTINE ZÊDE DIBE'

Kavak, bişavtina li ser çand û zimanê kurdî bi bîr xist û wiha got: "Di vî warî de hemû kesên ku pênûs wergirtine divê bêtir xwe berpirsiyar hîs bikin." Kavak, anî ziman ku heta ku ji destê wî tê hewl dide ku di warê wêjeya kurdî de tevbigere û niha ew amadekariyên pirtûka duyem dike.