MUGLA – Zanistê Dîroka Huner û Arkeolojiyê Îlke Sonmez li ser kundirê avê motîfan xêz dike û bi vê xêzkirinê dîrokê dike belge. Sonmez diyar kir ku çanda derbasbûyî ji bo çanda pêşerojê li ser kundiran dide jiyîn.
Li semta Gundogan a bi ser navçeya Bodruma Muglayê zanistê Dîroka Huner û Arkeolojiyê Îlke Sonmez ê 40 salî bi neqişandina kundirê avê karê xwe dewam dike. Sonmez motîf û wêneyên dîrokî li ser kundiran neqiş dike û li ser kundiran lembeyên ser maseyan, qutiyên xelatan, kaseyan, guldank û gelek cureyên bi rêzbazê xêzkirinê hûnerek xweşik derdixe holê.
DIÇE EMERÎKAYÊ LÊKOLÎN DIKE
Sonmez ji bo parastina çand û dîrokê berî niha bi 5 salan ji Stenbolê diçe Bodrumê û got ku ew li Bodrumê bi karê neqişandina kundiran re hatiye nasîn. Sonmez da zanîn ku wî arkelojî û dîroka hunerê xwendiye û her tim ew bi tiştên hunerî re eleqadar dibe. Sonmez anî ziman ku li ser lêkolîna neqişandina kundiran çûye Emerîkayê li ser neqişandina kundiran gelek lêkolîn kiriye û pişt re dizivire şûn ve neqişandina kundiran ji xwe re dike pîşe.
‘NEQŞANDINÊ ARKEOLOJÎK XÊZ DIKE’
Sonmez da zanîn ku piştî ew kundiran hişk dike şûn ve di avê de nerm dike û qalikê wan radike û li gorî xwe teşe didê û herî dawî carek di dixe nav avê û ziwa dike. Sonmez got ku ew di hunera xwe de neqişandinê arkeolojîk hildibijêre û nîgarên dîrok û çanda derbasbûyî bi li ser neqşan digîhîne îro. Sonmez da zanîn ku gelek çand û hunera cuda xêz dike û ji ber hezkirina karê xwe dê heta dawiya jiyana xwe hunera xwe bide meşandin.