DERSIM - 17'min Mihrîcana Xweza û Çanda Munzûrê ku Walîtiyê qedexe kiribû, li navendê û navçeyên Dersimê tevî qedexeyan hat pîrozkirin.
Walitiya Dersimê bi hinceta "ewlehiyê" 17'min Mihrîcana Xweza û Çanda Munzûrê qedexe kiribû. Li gel Walîtiya Dersimê mihrîcan qedexe kir jî, li navendê û navçeyên Dersimê tê pîrozkirin. Mihrîcan di pêşengiya Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) de li navenda Dersimê û navçeyên Dersimê bi şahiyên muzîk û şano yên li kolanan tê pîrozkirin. Li kolanan şahiyên muzîk û şano tên li dar xistin û gel li kolanan kom dibe. Her sal mihrîcan ji aliyê şaredariya Dersime ve dihat amadekirin. Lê piştî Qeyûm tayînî şaredariyê kirin, Gel bi silogana “mihrîcan yên gel in, dê yên gel bin. Ji OHAL û bendavan re na" bi awayekî xweser û serbixwe li navçeyan û navendê li kolanan mihrîcanê piroz dike. Li kampa ku li tenişta çemê Munzurê ya Ovacikê hatiye avakirin, Koma Munzûrê stran gotin û govend hatin gerandin. Wekîlen HDP'ê ji tev li şahiyê bû. Li qada Seyit Rıza jî stant hatin avakirin û muzîk hatin guhdarkirin û şano hat lîstin.