NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Firat Can bi pirtûka “Umuda Bir Ülke” ku di weşana Aryen de hat çapkirin derket pêşberî xwînerê xwe. Can bi vê pirtûkê çîroka jina azadiya xwe di azadiya welatê xwe de dibîne kir roman.
Nivîskar Firat Can ku yekem car bi pirtûka "Mavi Ülke" derket pêşberî xwînerê xwe, niha jî bi pirtûka “Umuda Bir Ülke” ya di weşanên Aryen de hat çapkirin derket pêşberî xwînerê xwe. Nivîskar can, di vê romanê de çîroka lêgerîna jinek ku azadiya xwe di azadiya welatê xwe de dibîne û ji bo azadiya xwe û welatê xwe şer dike girt dest. Nivîskar di şexsê Leyla Gurbuz û Bêritan Encu yên ji bo jiyanek azad jiyana xwe ji dest dan diyarî hemû kesên di şopa azadiyê de jiyana xwe ji dest dan dike. Can di pirtûkê de lêgerîna jina kurd a azadiyê û têkoşîna wê girt dest. Can dîsa di pirtûkê de têkoşîna li dijî hişmendiya mêr û koletiyê digire dest û li dijî koletiyê legerîna azadiyê ya serpêhatiyê jina têkoşer anîye ziman. Berxwedana jina têkoşer a li dijî întîharan û kuştinên cînayetên Hizbullah di pirtûkê de cihekî fireh daye.
Niviskarê pirtûkê Firat Can ku li Êlihê ji dayik bûye, tevî malbata xwe koçî Stenbolê kiriye, bi dehan caran hat binçavkirin û rastî gefên JİTEM’ê hat. Herî dawî di nîsana 2011'an de dema xwest ji Kobanê derbasi Qamişlo bû, ji aliyê rejîma Sûriye ve hat girtin û 3 mehan li Girtîgeha Şamê di hucreyê de ma. Piştî peymana di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de Rejîma Sûriye Can teslîmî Tirkiye kir. Firat Can, niha li Girtigeha tîpa L a Antalyayê dijî. Pirtûka Can a Mavi Ulke ji weşana da J&J û ya niha Umuda Bîr Ulke jî di weşana Aryen de hat çapkirin.