15 salin li Tirkiye qimetê nadin hunermendan

ÎZMÎR – Mamosteyên resîmê yên teqawîd bûne, Muzeyyen û Yavuz Koçoglu bi hunera keviran tên nasîn û zanîn. Mamosteyên rastî lêpirsînê hatin û hatin sirgunkirin, bi hunerê ruh didin keviran. Mamoste Muzeyyen diyar kir ku li Tirkiye 15 salin qîmetê nadin hunermendan.

Mamosteyên resîmê yên teqawît bûne Muzeyyen û Yazuz Koçoglu ku hevserê nevin, li navçeya Seferihisarê huera keviran dikin û ruh didin keviran. Muzeyyen û Yavuz Koçoglu ku ji ber fikrên xwe ji navçeya Seferihisarê sirgûnî navçeya Kîrazê hatin kirin, dîsa her roj di navbera Seferîhîsarê û Kîrazê çûn û hatin. Hevser Koçoglu ku Seferihisar terk nekirin, li aliyekî mamostetî kirin li aliyê din ji sala 1979'an û vir ve dest bi hunera keviran kirin û şekl û ruh dan keviran. Muzeyyen û Yavuz Koçoglu 38 salin hunera keviran pêş dixin û heta niha nêzî 150 hezar kevir bi şekil û ruh kirin. Muzeyyen û Yavuz ku 38 salin hunera keviran pêş dixe rastî eleqeyek mezin tên û her kes wan wekî “Zilam û jina kevir" dinasin.

Muzeyyen Koçoglu, diyar kir ku ew bi hunera xwe hewl didin peyamekê bidin civakê û huner û polîtikayê dikin yek. Koçoglu, da zanîn ku her fîgur û hunerek keviran xwedî çîrokek e û wiha got: "Hêza hunerê gelke mezin e. Huner zimanê gelek tiştan e. Ez niha bi dildarî li komelekeyê dersa hunerê didim. Em hewl didin ji bo civakê bibin fêdeyek. Niha me li Seferihisarê dest bi hunera dîwanar kiriye û em dîwaran dineqişînin. Em hewl didin ku di nava civakê de xweşî û aramî hebe. Mirov hêjayî cîhanek xweş û aram e. Lê mixabin li Tirkiye 15 salin qîmetê nadin hunermendan. Huner li dijî dijminantiyê, li dijî paşverûtiya civakê, rabaza ku civak li ser piyan bimîne ye. Dibe ku îro li qadan peykeran rakin, şeklên Rabia dînin. Lê tu carî huner nayê asteng kirin. Ji ber ku huner her dem civakê araste dike û rê dide pêşiya civakê. Huner li dijî tariyê her dem dibe ronahî.

Gokhan Oner - dihaber