ÊLIH – Piştî komkujiya Şengalê ya ku bi destê DAIŞ’ê pêk hat gelek malbata ji ber komkujiyê hatin Êlihê û li gundê Qorixê yên êzidiyan bicih bûn. Zarokên Şengalî yên li Qorixê li atolyeyê bi xêzkirina wêneyan hemû xeyalên xwe dadixînin ser rûyê wêneyan.
Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengal û derdora wê kir û gelek dever dagir kir. Bi hezaran malbatên êzidî koçî bajarên heremê kirin. Bi sedan malbat jî li gundên êzidiyên Qubîna Êlihê bicih bûn. Gelek malbat jî li gundê Qorixê yê bi ser navçeya Qubîna Êlihê ve li kampa gund bicih bûn. Li kampê ji mijdara 2016’an ve mamosteyên dildar dersên wek wêne, ziman, drama û şano didin zarokên Şengalê.
Projeya atolyeyê wênesazê Avusturyalî Tina Fischer da destpêkirin û ev proje ji aliyê şanoger Miheme Porgebol, şanoger û tekniker Berjeh Uner ve tê meşandin. Yek ji mamosteyê dildar ê kampê rojnameger Ferhat Sevîm derbarê projeyê de agahî dan. Sevîm destnîşan kir ku li kampê 6 kesên dildar dixebitin û dersê didin zarokên temenê wan di navbera 4 û 14’an diguhere. Sevîm diyar kir ku bi zarokan re her cûre şahî li dardixin û bi tevahî 37 zarok di atolyeyê de cih digirin.
‘EM HAFIZA ZAROKAN NÛJEN DIKIN’
Sevim bal kişand ser travma zarokan ku gelek ji şer bandora neyînî girtine û wiha got: “Perwerdehiya me ji ber ku zarok di şer de derbas bûne em didin wan. Em bi van xebatan dixwazin zarok şer jibîr bikin û rewşa wan derûnî baş bibe. Me xwest bila her kes çîroka xwe xêz bike. Her 3 rojê hefteyê em xebatê li ser wêne, ziman û drama didin meşandin. Hewa hinek hênik bibe em ê dest bi dersa şano jî bikin. Armanca me sereke ew e ku her zarok dikaribe çîroka xwe binivîsîne û xêz bike. Ji ber ku zarokan travmayek gelek dijwar derbas kir. Hemû hezkirî û xizmên xwe winda kirin. Ji mal û warên xwe koçber bûn. Em dixwazin em van hemû bidin jibîr kirin û çîrokên ji nû ve bidin nivîsandin. Em dixwazin ji nû ve hafiza zarokan nûjen bikin.”
LI SER WÊNEYAN DERÛNIYA WAN ANALÎZ DIKIN
Sevîm anî ziman ku zarok bi çêkirina wêneyan gelek bextewar dibin û hemû wêneyên çêdikin dikin pêşengeh. Sevim da zanîn ku ji roja destpêkê heta niha di navbera travmaya zarokan de guhertinên mezin çêbûne û ew hemû wêneyan li gorî derûniya zarokan analîz dikin. Sevim got ku ew jî gelek tişt ji zarokan fêr dibin û ya wan bextewar dike afirîneriya zarokan e.
PÊŞENGEHA VEKIRÎ
Sevîm bibîr xist ku pêşengeha wêneyan ji herkesî re vekiriye û ji herkesî re pêşniyar kir ku bên serdana pêşengeha wan. Sevîm da zanîn ku serdana pêşengehê baweriyek mezin a erênî dide zarokan û ew li benda hatina hemû kesên dixwazin bi zarokan re eleqedar bibin bên atolyeyê.