ÎZMÎR - Belgefîlma "O'nsuz" ku çîroka 7 dayikên zarokên xwe winda kirine û ji herêmên cuda hatine li zarokên xwe digerin vedibêje, jiyan û çanda wan digire dest. Derhêner Ufuk Erden, diyar kir ku tişta herî zêde ew teşwîk kir wijdanê wî bû.
Derhêner Ufuk Erdem ji bo balê bikşîne ser çîrok, êş, çand û jiyana dayikên ku zarokên xwe winda kirine belgefîlma bi navê O'nsuz" amade kir. Ufuk Erdem çand û çîroka 7 dayikan û herêmên wan digire dest. Di belgefîlm de her çend bajarên wan û çanda wan ji hev cuda be jî êş û lêgerina wan yek e. Hemû dayik zarokên wan bi guleyên polîsan hatine kuştin û di komkujiyên maden û Roboskê de jiyana xwe ji dest dane û êşên hemû dayikan yek e. Derhêner Erden têkildarî fîlm diyar kir ku dayik ji bo êdî dayikên din negirin ketine rê, lê îro ji ber şerê heyî bêtir dayik digirin û êş zêdetir bûye. Erdem, da zanîn di şer de herî zêde dayik êşê dijîn û wiha got: "Di vê belgefîlmê de dayikên 7 herêmên cuda yên zarokên xwe di şer de winda kirine digire dest. Ez dixwazin bi vî fîlmî hişyariyekê ava bikim û serxwtbûnekê pêş bixim. Di film de xuya dibe ku çand û bajarên dayikan cuda ye. Lê êş û jiyana wan yek e. Piştî Pirsûsê li Enqereyê bombe teqiyan. Piştî şer zêde bû hêjmara dayikên ku êşên wan zêde dibin jî her ku diçe zêde dibe. Me ji gotina "Bila dayik negirin" xwest êşên dayikan û lêgerîna wan bigirin dest. Em dibînin ku her dayik dixwazin bes dayik bigirin hêjmara dayikên digirîn zêde dibe. Dayikên ku zarokên xwe winda kirine hêjmara wan zêde dibe.
Erden, bal kişand ser sansur û zextên di serdema OHAL'ê û wiha got: "Li gel zext û sansurê li ser hunerê divê mirov hunerê pêş bixe. Li gel astengî sansuran her pirtûk, berhem, belgefîlmên bê nivîsandin dengê dayikên "O’nsuz (Beyî wî) dijîn e. Ez hevî dikim ku ev êşa dayikan demek berî demekê bi dawî bibe. Ez dixwazim êdî bi vê kamerya xwe xweza, evîn, hezkirin û kêfxweşiyê bikişînim.
BAJAR Û ÇANDA WAN CUDA ÊŞÊN WAN YEK IN
Erden, bal kişand ser çîrok û jiyana dayikan û wiha got: "Gulsum Çolak, kurê xwe di Kana Komirê ya Soma de winda kir û ew û bûka xwe ya 25 salî tenê man. Husnuye Koşuncu ya Laz di facîaya Çernobilê de li Hopa bi pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Emel Korkmaz dayika Ali Îsmail Korkmaz e. Kurê xwe yê 19 salî li Eskişehirê di çalakiyên Parka Gezî de winda kir. Leyla Encu kurê xwe yê 19 di komkujiya Roboskê ya 28'ê kanûna 2011'an de di êrîşa balafirên şer de winda kir. Dayika bi navê Yeter Sivrî kurê xwe li gel 33 rewşenbiran li Madimakê winda kir. Dayika Sevag Şahin Balikçi yê 25 salî ê di 24'ê Nîsana 2011'an de li Êlihê leşkerî dikir hat kuştin Anî Balikçi hêj li benda teskereya kurê xwe ye. Dayika Aştiyê Dilşah Ozgen du kurê xwe di şerê azadiyê de winda kir û her hefte li gel meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê her hefte ligel temenê xwe yê 80 salî tev li Çalakiyên Şemiyê dibe û li pey doza kurê xwe ye. Bajar û çanda dayikan ji hev cuda ye. Lê lêgerîn, êş û daxwaza dayikan yek e."