NAVENDA NÛÇEYAN - Gernas Koçer. Xwediyê helbesta “dayê daye” ku tê gotin muzîka wê hatiye dizîn û li strana Mustafa Yildizdogan a “Olurum Turkiyem” hatiye barkirin e. Gernas Koçer, diyar kir ku wî ligel Koma Niştimanperwer di sala 1990’î de kaseteke korsan derxistiye û ew melodî aîdî wê stranê ye û got: “Melodiya wê li herêma Botanê gelek tesir li ser gel dikir. Ewan jî muhtemelen gotin 'madem hûn bi van stranan şoreşê gur dikin, em ê jî bi vê melodiye faşîzma xwe gur bikin.”
Piştî fenomenê medyaya civakî Lordê Eyaleta Serhedê îfşa kir ku mûzîka strana "Olurum Turkiyem" a Mustafa Yildizdogan ji straneke kurdî hatiye dizîn, nîqaşên talankirina çanda kurdî zede bûn. Hê jî ev nîqaş berdewam dikin. Her çiqas di dema îfşakirina vê diziyê de behsa Koma Dengê Qamişlo hatibe kirin jî piştî hevpeyvîn hate weşandin, xwediyê stranê û şahidê çêkirina melodiyê xwe gihande dihaberê. Mele Reşîd Yilmaz ku bi navê helbest û nivîsê weke Gernas Koçer tê nasîn û niha li Swîsreyê dijî, dest nîşan kir ku ew stran cara yekemîn di sala 1990'î de ji hêla Koma Niştimanperwer ve hatiye xwendin û helbest, gotin û awaza stranê jî aidê wan e. Gernas Koçer, derbarê kaseta ku di sala 90'î de tomar kirine, cihê ku kaset lê derxistine, sedema talankirina muzîk û çanda kurdî ji dîhaber'ê re nirxand.
* Em bi qasî Reşîd Yilmaz ango Gernas Koçer nas dikin ji eşîreta Didêran e. Di sala 1968’an de li Berwariya Sêrtê hatiye dine. Ji vir û pê de hûn dikarin bo xwendevanan hinek behsa xwe bikin?
Em bi xwe koçer in. Koçerên Didêran. Eşîreteke mezin e li hêla Botanê. Berê em ji Cizîra Botan diçûne zozanên Wanê, Miksê û Şaxê. Koçertî bi serê xwe jiyaneke xwezayî, jiyaneke pîroz bû. Di sala 1973’yan de me dest ji koçertiyê berda û malbat li Êlihê bi cih bû. Li wir ez hem diçûme dibistanê hem jî min medrese dixwend. Piştre min giranî da ser xwendina medreseyê. Li ser vî esasî min berê xwe da Cizîrê. Nêzîkî 7-8 salan min li Cizîrê medrese xwend. Li cem Seydayê Mele Evdirehmanê Xendekî ku dîroknasekî bi nav û deng bû û Seydayê Mele Evdilayê Dêrşewî seydayekî me yê dengê wî gelek xweş bû. Şairekî di ilmê xwe de jî gelekî pêşketî bû. Min li cem van her 2 seydayan xwend. Li Cizîra Botan bêhna hestên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, rihê kurdewariyê me li cem van seydayên xwe didît.
* Ew salên we li Cizîra Botan dixwend, ez bawer im salên bilindbûna têkoşîna kurd bûn jî…
Dema darbeya 12 Îlonê ez xwendekar bûm. Min wêjeya erebî dixwend. Piştî darbeyê jî min li Cizîrê dixwend. Dema yekemin serhildana Cizîrê ez li Cizîrê bûm. Ji ber vê yekê ez şahidê Berxwedana Cizîrê me. Min jî li ser vê yeke bi navê Berxwedana Cizîrê helbest nivîsî. Gotinên di wê helbestê de min xwendine tev tiştên min dîtiye û jiyiya me. Heta nêzî 88-89’an jî min hêj zimanê erebî, wêjeya kurdî li medreseyan dixwend. Olî, felsefe, dîrok me dixwend. Yekemîn car min Mem û Zîn li cem Mele Evdilayê Dêrşewî xwend. Wateya Mem û Zîn, hestên Ehmedê Xanî, hestên huner û wêjeya kurdî di wê demê de bi min re çêbûn. Lewre gelek medrese hebûn qet behsa van şexsiyetan nedikirin. Nedixwestin mirov behsa wêje û zimanê kurdî jî bike. Lê ez li cem van seydayan bi van tiştan hesiyam. Bi rastî jî ez hînî wan hestan bûm ku mirov bibe şopdarên van şairên me yên mezin.
* Dema behsa medreseyên Kurdistanê tê kirin hinek behsa şînbûna hêstên netewbûnê jî tê kirin…
Belê. Dema me li wan medreseyan dixwend. 3 tiştên bingehîn hebûn. Berbiçav mirov ol dixwend, şerîet, hedîs dixwend. Lê di heman demê de me ziman û wêjeya şair û nivîskarên kurdî jî di ber de dixwend. Weke Melayê Cizîrî, Mem û Zîn, Feqiyê Teyran. Ev jî hestek bi mirov re çêdikir ku mirov bizanibe çarenûsa kurdan ji niha û pê de dê çawa be. Bi mirov re hestên kurdewarî geş û şîn dibûn. Ev bi saya medreseyê bû. Li medreseyê rihê kurdewarî bi awayekî wêjeyî dihate veşandin.
* Ev yek bû gelo we ber bi helbestê ve bir?
Min helbesta xwe ya yekemîn li Cizîra Botan, ez bawerim di salên 85-86 bû de nivîsî. Hevalekî şervanê azadiyê li biniya Çiyayê Cûdî li gundê Şaxê di malekê de di encama bêbextiyekê de hate kuştin. Cenazeyê wî anîn Cizîra Botan. Ew şûştin nehiştin em herin alîkariya wan hevalên xwe bikin ji bo şûştin, kefenkirin û definkirinê. Me dixwest em lê xwedî derbikevin, li ser cenaze bixwînin. Dewletê nehişt. Ez gelek hestiyar û hêrs bûm. Di heman şevê de min helbestek nivîsî û wê şevê min bir bi kêliya gora wî hevalî vekir. Ew helbesta yekemîn car ku min li ser kaxizê nivîsî bû.
* Nav û naveroka wê helbestê çibû?
Navê helbestê Nevîno bû. Xiyaneta wî kesê ku îxbara şehîd kiribû min nivîsî. Min digot wê hesab ji te bê pirsin. Piştî 5 salan bi rastî jî hesab jê hate pirsin. Min helbest çawa nivîsî be hema wisa derket.
* Piştre bi hêdî hêdî serpêhatiya we ya ber bi helbestan ve berdewam kir…
Hin berhemên min hatin çap kirin; lê gelek ji wan hêj nehatine çap kirin. Di sala 91-92’yan de min helbestek li ser şehîdan nivîsî û min dixwest li ser gorên şehîdan ev helbest bê xwendin. Demeke dirêj hate xwendin jî. Dîsa ‘Hesenkêfa min bajarê xembar tu xeml û xêza dîroka kevnar…’ Dema Hesenkêf kete bin xeteriya di binê bendavê de bimîne min ew helbest nivîsî. Ji ber bajarê min bû û ez pir lê geriyabûm. Lê bes ez dikaribûm berteka xwe bi helbestê bînim ziman. Ji bilî wê min ji bo radyoya Dengê Kurdistanê Destana Şerê Kundan û Qijikan bi zimanê fabl weke helbest nivîsî û xwend. Nêzî 20 beş e. Şerekî mezin e di navbera kund û qijikan de ye. 5 sal berê ew tev hate weşandin. Her wiha Destana Kawayê Hesinkar heye. Min weke helbestekê ji bo xîtabî zarokan bike amade kir. Min ew destan jî di radyoyê de xwend.
* Bi heman awayî pirtûkên van her 2 xebatên we jî hene…
Rast e. Destana Şerê Kundan û Qijikan ji weşanên Nûbiharê derket. Weşanên Aram jî Destana Kawayê Hesinkar weşand. Pirtûkeke min bi navê Kulîlk jî heye. Dîwana zarok û ciwanan e ew jî ji weşanên Nûbiharê derket.
* Em werin ser talankirina muzîk û çanda gelê kurd. Hûn Lordê Eyaleta Serhedê nas dikin li ser medyaya civakî muzîkên hatine dizîn îfşa dike. Me jî pê re hevpeyvînek kir. Muzîka strana “Olurum Turkiyem” jî tê gotin hatiye dizîn. Piştî hevpeyvînê em bi riya Amed Polat pê hesiyan ku ev muzîk û muzîka straneke kaseta we dagirtiye weke hev in. Gelo hûn kengê pê hesiyan ku muzîka “Olurum Turkiyem” a strana we ye?
Bi rastî muzîka vê strana ku Mustafa Yildizdogan xwe pê pesinandiye û bi sala ye nanê wê dixwe, gelê tirk bi rihê panturkîzma xwe gur û geş dikin û pê faşîzmê dimeşînin dizî ye. Min ew stran bi xwe guhdar nekiribû. Belkî carinan bi ber guhê min ketibû; lê min bal nedabû ser. Carekê hevalekî min got ‘gelek kes stranên we didizin û pê dileyizin.’ Min jî got ‘ji xwe bêxwedî ne. Heta niha kes nizane kê nivîsîne. Navê xwe li ser bidin jî ne ecêb e.’ Lê bi rastî dema hevpeyvîna we ya Serhad Eyalet Lordu derket min rabû guhdar kir. Min li qeydiya xwe ya herî kevn a destpêkê guhdarî kir. Bi rastî jî diziyeke berbiçav e. Ez nû pê hesiyam ku muzîka vê strana ‘dayê dayê’ û ew stran mîna hev û din in.
* Hûn dikarin ji me re behsa strana dayê dayê bikin…
Gotinên wê stranê min bi xwe di sala 1990’î nivîsî. Straneke behsa çend şehîdên li Cudî şehîd ketine dike. Bingeha melodiya wê min danî. Mihemed Eliyê Koçer û hevalê Bawer hatin xwestin vê tomar bikin. Lewre wê demê strana Berxwedana Cizîrê jî amade dibû. Di sala 1990’î de şeveke zivistanê bû ev strana hanê hate gotin û qeyd kirin. Ji xwe Mustafa Yildizdogan bi xwe jî dibêje ku 24 sal berê ew kaset tomar kiriye. Me beriya wî bi 3 salan ew stran qeyd kiriye.
* Li gorî we çima melodiya straneke şoreşgerî li straneke nîjadperestiya tirk barkirine?
Ev stran li herêma Botan li Cizîrê amatorî be jî gelek hate hez kirin. Ji ber ku gel lê xwedî derket, hevalên li wê herêmê rozeta ku wêneyê Serok li ser bû weke xelat ji min re şandin. Min pîroz kirin. Bi taybet hevalan agahî dabûne min ku wan biryar daye li herêma Botanê heçî mala heyî kaseteke ku me çêkiribû tê de were guhdar kirin. Digotin ku li ser hesabê wan weke belavokekê ye. Hevalan gelek muhîm dîtin. Kaseteke korsan bû. Dijmin jî dît bê çiqas gel ji vê kasetê hez dike. Ewan jî muhtemelen gotin 'xwediyê vê kasete niha ne mimkun e bandrola wan hebe. Yan kuştî ne, yan girtî ne. Ne mumkune li vê melodiye xwedî derbikevin.' Li ser vî esasî muzîka vê stranê dizine… Melodiya wê li herêma Botanê gelek tesir li ser gel dikir. Ewan jî weke heyfa xwe hilînin muhtemelen gotin 'madem hûn bi van stranan şoreşê gur dikin, em ê jî bi vê melodiye faşîzma xwe gur bikin.'
* Eger em careke din werin ser kaseda we dagirtibû. Mihemed Elî Koçer û Bawer gelo bi çi navî kasedê xwe tomar kirin.
Di komê de hin helbest hene di wê kasete de min xwendine. Navê komê Koma Niştimanwerwer bû. Her duyan di albumê de stran dixwendin û li hev vedigerandin. Yê li tembûrê dida jî hevalê Bawer bû. Teybên ku pê stran dihatin dagirtin jî pir kêm bûn. Teybekî klasîk ku bi ceyranê dixebitî me peyda kir. Hindek kesên din jî di dema dagirtina kasetê de li malê amade bûn. Ez texmîn dikim wexta strana Berxwedana Cizîrê tê gotin hin kesên din jî dengê xwe tevlî dengê wan kirine. Lê esas yê ku kaset dagirtî Mihemed Elî û hevalê Bawer bûn.
* Çend stran di wê kasetê de hebûn?
Weke tê bîra min strana yekemîn Berxwedana Cizîrê bû, Dayê li Cudî tifing li singê min ketî, ARGK artêşa me ye li cîhanê daye deng, Meyne noş im, Xanê Dimdim, Cergê min Sotî ji pête evîna te… Li derdora 8-9 stran hebûn di kaseta destpêkê de.
* Navê vê kaseta Koma Niştimanperwer ku hûn behs dikin çibû?
Ji ber ku kaset bi awayekî korsan hatibû dagirtin me tu nav lê nekiribû. Bi rastî jî piştî me ew kaset dagirt, hin kesan gotin yekî biriye li Entabê ji xwe re zêde kiriye hin nav danîne ser û firotine. Min nedît lê tiştekî wisa hebû. Navê wê tune bû lewre ev kaset ji ber hev hate zedekirin. Kaset tev ji ber yek kasetê hatin dagirtin û zêdekirin. Wexta me kaset dagirt êvarê me anî danî mal. Hevalekî xwest kasetekê li ber zêde bike. Li cihê ku xwest li pêl leyistandina kasetê bike ji bo stran dest pê bike li pêl tûşa qeydiyê kir û destpêka strana Berxwedana Cizîrê çend gotinên xweş jî jê çûn. Niha jî dema Berxwedana Cizîrê dibêje di serî de hin gotin jê çûne. Me nikaribû careke din tomar bikin. Hema wisa belav bû.
* We li kuderê ev kaset dagirt?
Me ev kaset li Êlihê li taxa Baglar dagirt. Taxa Koçeran dibêjin. Di xaniyekî yek qat ê kerpiç de me dagirt. Me hemû zarok derxistin derve. Ez bi xwe ne profesyonel bûm. Lê di aliye gotinê de ez pir bûme alîkar. Mînak stranek heye dibêje 'çiyayê delal û hêja ey Cudiyê pir şêrîn.' Heval ber bi çiyayê Kurdistanê ve dihatin û xîtabî çiya dike dibêje 'mêvanên te tên xwe hazir bike.' Îcar ew helbesta 'çiyayê delal û hêja' ez bi xwe dixwînim Mihemed Elî û Bawer bi hev re neqerata wê dixwînin. Dema me kaset dagirt jî gelek zehmetî hebûn. Carinan xirab dibû, carinan kêm dibû, refleks nebaş dibû. Heta me kaset dagirt.
* Koma Niştimanperwer wekî din kaset derxistin qet?
Piştî vê kasetê dem derbas bû dema Hizbullahê, min helbestek bi navê 'Ey nezanên paşverû hûn dibên em sofî ne / lê bele em dizanin neyaran hûn kirî ne' nivîsî. Min di civateke qerebalix ku gelek însan lê hebûn de xwend. M. Elî û Bawer ev helbest ji min xwestin bo bikin stran. Min jî got ev helbesteke talûke ye. Gotin na weleh em ê bibêjin. Rabû biryar girtin hin helbestên din jî min dane wan. Dîsa hevaleke jin jî li Koma Niştimanperwer zede bû. Ewan kaseda duyemîn îcar bi navê Koma Niştimanperwer derxistin. Navê kasetê danîn 'Zulm û Zor.' Ez texmîn dikim di dawiya 1991’ê de bû. Dîsa li Êlihê li taxeke din me ew kaset bi teyp dagirt.
* Pişt re çibû?
Ew kesên kaset dagirtin ji hev belav bûn. Ew kaset hinekan gotinên wê kasetê jî guherandin. Dema ew kaset hate dagirtin xelkê ji xwe re ew kaset birin kirin meseleya tîcaretê. Dîsa Sofîkan (Hîzbullahiyan), Kontrayan rabûn wextekê ev kaset qedexe jî kirin. Li Êlihê hevalekî gelek heyf hebû ev kaset difirot. Çend caran ew hişyar kirin ji bo nefiroşe. Tehdît kirin. Ew î jî got 'rojê 50 însan tên cem min, ji wan 49 pirsa vê kasetê dikin. Nanê min ji vê kasete derdikeve.' Dawiya dawiyê ew heval navê wî Reşîd bû hate qetil kirin. Koçerê Mamediya bû gelek hêja bû. Sedem ji ber firotina kasetên şoreşgeri bû. Lewre wî weke temsîla têkoşeran didîtin. Zennûnê Sofîkan (Hizbûllah) hebûn melodiyên kurdan hemû li stranên dînî bardikirin û difirotin. Ewan jî wisa xwe di peyaseyê de derdixist. Li her koşeyê kasetên wan dihatin lêxistin. Bi taybetî neyartiya vê kasete dikirin. Wê demê ez mehkûm bûm paşî ew heval şehîd kirin. Ji gelek kesên din re gotin divê ev kaset neyê lêxistin.
Melodiya helbesta 'Zulm û Zor' Mihemed Eliyê Koçer çêkir. Di helbestê de dibêje; ‘rojekê ev zulm û zor wê rabe ji Kurdistanê / Herkes wê bê warê xwe rizgar bibe / Êdî nayê xwar û çep dewr û çerxên felekê / Her ji bo na me rast e dewlet li serê PKK’ê.’ Îcar rabû ew hevala jin piştî hingê ew kaset bandrol kir. Hin stranên din lê zede kir ew strana 'zulm û zor' jî kire strana sereke û navê kaseta xwe jî kir 'zulm û zor.' Lê gotina ‘dewlet bi serê PKK’ê’ kir ‘dewlet bi sere partiyê’. Ji bo bandrola fermî bigire. Min deng nekir. Dem ne dema em hev hişyar bikin bû. Wextekê li Hollanda bû ev heval. Di televizyonê de derket, nûçegihan strana 'Zulm û Zor' jê pirsî gotibû hema min xeyal kir û got. Ew ê digot belkî xwediyê stranê ne sax be. Me jî got tiştek nabe. Bila hema biafirînin bila yên me hemû ji wan re bin.
* Aqûbeta M. Elî û Bawer çibû. Tu hay ji wan heyî?
Ez bawerim M. Elî niha li welêt e. Bi karê malbatî ve mijûl e. Bawer li Rojava ye. Em carinan têkilî bi hev re datînin. Carinan em bi hev re diaxifin. Di van demê dawî de ji bo vê meseleya dawî diyaloga me çêbû. Ji min re got 'nirxên me li ber lingan diçin hûn çima lê xwedî dernakevin.' Min jî got 'hûn mafdar in.' Got 'derfetên we ji yên me zêdetir hene.' Min jî got em ê li keda we xwedî derbikevin. Kêmanî be jî em ê li pêşiya spekulasyonan bisekinin. Em wisa hinek axifîn.
* Weke din stranên we yên hatin guhertin hebûn?
Bi rastî di van salên dawî de strana Berxwedana Cizîrê careke din derkete peyaseyê. Rezan Batû xwedî ked e di koma Mem û Zînê de dengbêjiyê dike. Ew î jî strana Berxwedana Cizîrê ji nû ve xwend; lê kes nizane ya kê ye. Li serê nenivîsîn. Ne li gorî dile me çêkiribû mixabin; lê zehmetî pê re dîtibû. Li ser çanda me ya tê dizîn em dikarin derdê hevûdin bikişînin. Em nikarin derdê dijmin bikişînin. Divê em li hemberî dijmin qebûl nekin. 5 hezar stranên me dizîne. Ev strana wan a herî faşizm û panturkîzma xwe pê bi pêş dixin melodiya vê, strana berhemên keda şoreşê ye. Em ji wan re qebûl nakin. Elbet em ê li nava çavên wan bidin. Em ê bibêjin hûn keda me didizin bila pozên wan bişewite. Qet ne be jî, li cihekî konserê bidin hinek însan dê karibin bibêjin ev melodî diziye. Heya sax be weke kûzekê wê di nava dilê wî de be.
* Ji hêla hiqûqî ve tiştekî hûn bikin heye an na?
Parêzerên ku di vê mijarê de pisbor in hebin bikaribin bişopînin em ê wekaletê bidin wan. Heya dawiyê jî dikarin wan gunehbar bikin. Delîlên me jî ji Cizîrê heya Silopiya û Êlihê; her kes dizane ew stran kengî derketiye. Wê demê ev kaset ne ji bo kariyer, nav an jî tîcaretê dihatin amadekirin. Veşartî bûn qedexe bûn. Hestên wêjeyî bûn. Şopandina rihê wêjeya kurdî li ser bingehên rêxistinê hat afirandin. Ji bo vê yeke tu kes bi pey nav û dengên xwe jî neket. Dibe milet nizanibe kê ev stran gotiye; lê milet zane di sala 90’î de hatiye gotin. Strana Mustafa Yildizdogan jî di 92-93’yan de derdixe. Çawa me ew stran li ser rihê şehîdan afirand, ew jî dixwazin li hemberî wê întiqamê hilîne. Ew melodî dizîn ew strana şovenîst pê çêkirin. Hesabekî cuda di vê meseleyê de heye. Gelek maneya wê giran e. Ji bo taybetiya wê ev stran dizîn.
* Li gorî we çawa ev stran gihîşt Yildizdogan?
Ji sedî sed ew kaset li herêmê pir dihate guhdarî kirin. Kaseta rihmetiyê Dilgeş a bi navê Muxtaro ne tê de, tu kaset weke wê li herêma Botan nedihate guhdar kirin. Gelek bala milet dikişand. Bi taybetî bala miletê me yê dilpak ku ji reseniya xwe hez dikir dikişand. Ewan dîtin ku ev kaset bala milet gelekî dikişine û bi rastî jî korsan e. Ev li melodiyên bê xwedî digerin. Ewan gotin ev melodî korsan e ne mimkun e xwediyê wê di peyaseyê de hebe. Bi riya kontrayan û hevalên wan ev stran birin û ji xwe re çêkirin. Ev rêbazekî hêsan e. Dengbêjên wan bi xwe îtiraf dikin ku li mintîqeyên Hewreman, Soran gundên kurdan; melodiyên ecêb emrê wan hezar sal in li wan deran dîtine û ji xwe re dizîne.
* Tenê stran û melodî bêxwedî ne...
Gel bêxwedî ye stran jî bêxwediye. Heya niha ne tenê muzîk, hezar tiştên me folklora me, helbestên me dizine. Nivîskar û şairên me birine. Dîwanên wan berhemên wan ên kurdî di arşîvên xwe de vedişêrin nadin me. Mesela Ebûl-iz El Cezerî kî ye. Wê bibêjin tirk e. Kes nabêje ji Cizîra Botan e. Însanekî feylesof bû. Bi ilmê fîzîkê re jî mijûl bûye. Kurd e ji Cizîra Botan e. Gelek şairên kurdan ên kevn hene. Ebû Muslimê Xoresanê ku îslamiyetî li ser lingan hîştiye ji ereban re, dibêjin ku têkiliya wan bi kurdan re tune ye. Ewan nirxên me yên dîrokî hemû xwestine bidizin. Îcar melodiyeke wiha li cem wan weke dilopek avê ye.
Li ser vî esasî ger saziyeke me, akademiyeke me ya çand û hunerê hebûna nikaribûn ewqas bi hesanî bidiziyana. Saziyek hebûna, elbet wê hemû tomarkirîbûna, xwediyê tevan kifş buna mor û îmzeya me dê li ser buna. Tu kes nikaribû nêzî nirx û rûmeta me bibûna. Mixabin ev ji bêxwedîtiyê hatiye serê me.
* Belê mijara me muzîk e lê dîrok jî di binê xetereyeke mezin de ye. Heskîf bi dînamîtan tê hilweşandin. Dîsa li Cizîrê Keleha Elodîno li ber xerabûnê ye. We jî helbestek bi navê Hesenkêfa min nivîsî bû. Dema hûn wan dîmenan dibînin çi hîs dikin?
Keleha Elodîno, Hesenkêf, Keleha Finik û gelek nirx û rûmetên me yên dîrokî hene. Ez carinan difikirim ew dizanin ku her keleheke me dîrokek e, meseleyeke wê heye. Lewma tune dikin. Çîroka Elodîno çîroka rûmeta Mezopotamyayê ye. Di dîroka gelê me de di dema Mîrekan de cihekî xwe yê pîroz û bi rûmet heye. Keleha Elodîno hêj li ser piya ye divê em lê xwedî derbikevin. Ew ne tenê kevir in û li ser hevûdin in. Ew utopyayeke, bakîreyeke ku heya niha tu kesî li ser wê kelehê tiştek nexwendiye û nenivîsiye. Lê gelek çîrokên wê hene. Ew keleh divê were parastin.
Hesenkêf jî mixabin dibêjin 'Gelek şaristanî li ber hembêza te xemilî ne bi xeml û xêza te. Xwezî kevirên te biaxifiyana li ser dîrokê bigota kanî çi dîtine Gutî û Kardox / ew kîne ka kîne Hurî Med û Sûbarî / ka çikirine li ser vî warî.’ Yanî heya sibehê mirov li ser Hesenkêfê biaxife jî xilas nabe.
Ji bo ew kevirên kevnar karibin biaxifin divê ew Hesenkêf xirab nebe. Divê gelê me di aliye çanda xwe ya dîroknasî de, di aliye zanista wê de zêde bi pêş ve biçe. Lewre dema zanistiya miletekî di aliye erdnîgariyekê de pêşnekeve niha Pêkerê Bavê Kurê Dostîk li Hesenkêfê avakirî be û wê xerab bikin miletê me yê Hesenkêfê dikare deng neke. Çi dizanin ku li wê Hesenkêfê çi hatiye kirin. Eyûbiyan çi kiriye, Merwaniyan, Bavê Kurê Dostik, mela û alime li Heskîfê xwendine çiqas xezîneya ilmî bûne. Mixabin ger vê bizanibûna; belkî miletê me şîva şevê jî di mala xwe de nexwarana hemû biçûna Hesenkêfê singa xwe bikirana sîper. Xwe weke parlamenter M. Ali Aslan bi zincîran ve girêbidana û bigotana hûn dest nedin rûmeta me. Ev namus û şerefa me bi xwe ye. Mixabin hêj ew zanistî negihştiye wê merheleyê.
* Herî dawî ez dixwazim hûn ji me re behsa projeyên xwe yên nû bikin.
Projeyeke min heye ev 9 sal e destanekê dinivîsim. Navê wê Destana Vejînê ye. Heya niha derdora hezar û 900 rûpel min nivîsiye. Beriya mîladê bi 5 hezaran heya roja îro tê. Lehengê vê destanê Seydayê Xanî ye. Weke sax be li civatekê bi pirs û bersivan em sohbet dikin. Min heya niha 29 serhildanên kurdan bi awayekî destanî nivîsiye. Destana Bedirxan Beg, Simkoyê Şikakî, Şêx Ubeydullahê Nehrî, Destana Selahedînê Eyyûbi, Destana Astiyages, Harpagos û kurê wî efsaneya wan min bi zimanê destanê nivîsiye. Hemû tê bi vê ve tê girêdan. Evqas hatiye serê kurdan dawiya dawiyê şoreşa nûjen dibe weke mizgîniyekê ji Seydayê Xanî re. Seydayê Xanî jî di vir de feylesofek e û roleke mezin di vê destanê de dileyize. Lewre ew wêjevanekî kurda ye. Em jî wêjeya kurdî jê re dihonin gelek kêfa wî tê. Di nava 4-5 salan de ez dil bikim vê berhemê bi dawî bikim û çap bikim.
Disa projeyeke min a din heye; navdarên dinyayê çiqas hene gotinên wan perspektîfên wan ên gelek xweş hene. Ez wan dikim çarîn. Weke rubaîyên Omer Xeyyam. Bi zimanekî helbestî çar rêzan dinivîsim ji bo ku kesek bi rubaiyek hestên xwe bîne ziman. Mînak; ‘Kesî tu car nedîye / Spî bûye sehê reş / Ji qîvar û kerbeşê / Nayê bêhna gula geş.’ Nêzî 400 çarîn heya niha min nivîsine. Ji bo çapkirinê amade ye.
Niha jî hefteyê carekê ji radyoya Dengê Kurdistanê re bernameya ‘Welatê Xwe Binase’ çêdikim.
Abdurrahman Gok - dihaber